Serokê nû yê şaredariya Stenbolê dibe rikeberê Erdogan

18/04/2019 - 18:42 Kategori Raport

Karzan Gilî

BasNews – Serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamogu weke siyasetmedarekî ciwan û kêmazmûn karî pişta serokwezîrê berê û serokê berê yê parlementoya Bînallî Yildirim bi de erdî û di meydana siyasî ya Tirkiyê da bibe rikeberebê Erdogan

Piştî mazbataya xwe bi awayekî fermî wergirtû û bû serokê şaredariya nû yê Stenbolê hemû kes weke serokekî nû û rikeberê Erdogan temaşeyî wî dikin.

Herwiha di medyaya civakî da û di rûpelên medyaya civakî yên CHPê jî da hemû kes bi çavê serokê nû yê CHPê li Ekrem Îmamoglu dinere. Lewre di bangeşeya hilbijardinê da zimanekî wî yê şîrîn hebû û danûstendin ligel hemû aliyên siyasî kir bo ku bibe şaredarê nû yê Stendbolê.

Li Tirkiyê gotinek heye dibêjin; “Ew kesê Şaredariya Stenbolê birêve bibe, dikare hemû Tirkiyê bi rêve bibe.” Berê jî di sala 1995an da Receb Tayîb Erdogan bibû Serokê Şaredariya Stenbolê. Herwiha piştî wî din ava siyaseta Tirkiyê da hat naskirin û rêliber xwe xweş kir heta bû serokomarê Tirkiyê.

Dihête gotin belkî di siberojê da Ekrem Imamoglu bi serokatiya şaredariya Stenbolê va nemîne û bo bibe serokkomarê Tirkiyê kar bike.

Ligor gelek nûnerên CHPê û şîrovekarên siyasî di hilbijartina serokatiya Tirkiyê da di sala 2023an da Ekrem Îmamoglu wê bibe namzetê serokatiyê û bibe rikeberê Erdogan.

Lewre CHP ji niha ve Ekrem Îmamoglu amade dike bo ku bibe rikeberekî bihêz beramber Erdogan. Lewre din ava 18 salan da ye ti rikeberekî Erdogan beramberî wî û hizba wî serkeftî nebûye. Çûnke di her hilbijartinê da AKPê kariye %51 dengan bîne û bibe partiya yekem. Amadekarîya CHPê li ser wê yekê ye ku Îmamoglu beramber Erdogan bi ser keve.

Di hilbijartinên herêmî da Îmamoglu bi nermî û zarşîrînî bangeşeya xwe kir. Di dîmenekî da Îmamoglu diçe cem pîrejinekê pîrejin dibêje tu namzedê kîjan hizbe yî. Ew jî dibêje ez yê CHPê be. Beramber wê yekê pîrejin dibêje ez miflisekî jî bi we nadim. Lêbelê Îmamglu xwe aciz nake destê pîrejinê paç dike û lê guhdar dike.

Li aliyê din Erdogan jî gelek hesaban bo Ekrem Îmamoglu dike. Her ji ber wê yekê nedixwest Îmamoglu bibe Şaredarê Stenbolê. Hemû hewlek da hilbijardin bihê dubarekirin. Lewre Erdogan dizane bihêzbûna Îmamoglu bo wî nebaş e û dibe rikeberê wî di siberojê da.

Li aliyê din Ekrem Îmamoglu di qada navdewletî jî da hat naskirin û medyaya cîhanê jî behsa Îmamoglu dikin. Herwiha ligora wan dûr nîne Ekrem Îmamoglu li ser kursiya serokkomariya Tirkiyê rûnê.