Efrîn- Ji ber mayînên şer 13 hemwelatî mirin 5 hemwelatî ji birîndar bûn

27/03/2019 - 22:08 Kategori Raport

 Bahoz Gênco

 BasNews - Mayînên şer, îro çarşemê 27.03. 2019an li gundên deverên Şehbayê li Rojavayê Kurdistanê teqîn û di encamê de, 8 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 5 din jî birîndar bûn û piraniya wan ji jin û zarokan in.

Heyva Sor a Kurd, îro ragihand ku îro  li Tilcibîn, mayînek di erebeyekê teqiya û di emcamê de, 12e kesên berên wan li nav zeviyîn xwe bûn, hatin kuştin û birîndarkirin.

Rêxistona Heyva Sor a Kurd navên kesên mirine wisa belgekirin( Xedîce Umer, Esmaa Mesrî, Fewziye Hesen, Merwa Elî, Aya Têcan, Hisên Hemdo, Henan Reşîd û Fedwa Mensûr) û navên birîndaran jî ev in( ajovan Eyûş, Emîne Hemdo, Fatme Ebdo û Wehîde).

 Herweha rêxistina Heyva Sor ragihand ku li gund Xirnata yê Şehbayê bombeyeke goşeyî ji mayînên şer di zarokê bi navê Mihemed Meho/13 salî/ teqiya û bi giranî birîndar kir û bo nexweşxaneya Avrîn hate veguhestin.

Tê bibîrxistin ku li heftiya borî jî, di 22ê Adarê de, mayînek teqyiya bû û di encamê de zarokekî kurd,ku ji xelkên devera Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye, cane xwe ji des dabû û sêyên dîtir birîndar bibûn.

Hêjayî destnîşankirinê ye ku encama qurbaniyên bombe û mayînê şer li devera Şehbayê ji 18ê Adara 2018an de, û li gor belgekirina Heyva Sor 72 qurbanî derbaskirine, tevî ku gelek bangewazî bo aliyên peywendîdar hatine rakirin ku pêwîst e ku ew dever ji mayînên şer bê paqijkirin, ji ber ku heya niha li dor 150 hezar ji koçberên Efrîn li wir dimînin.