Efrîn.. Bendava Meydankê di bin gefa hilweşînê de ye

26/03/2019 - 11:00 Kategori Raport

Bahoz Gênco

BasNews - Hin pisporan hişyarî dan û gotin ku Bendava Meydankê li devera Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, ji ber barîna baranan û ji ber xerab kirin û dizîna alavên bendavê li ser destên çekdarên bi ser Tirkiyê ve, di  bin metirsiya hilweşînê de ye.

Endezyarekî ku berê di bendavê de kar dikir, ji BasNewsê re, li ser rewşa bendavê axivî û got ku bendav li derveyî kontrol û çavdêriyê de ye û metirsî hene ku bendav hilweşe û bo taybetî niha gelek av di gola bendavê de kom bûye.

Bendava Meydankê li ser çemê Efrînê hatiye avakirin û bi qaserî 12 Kîlometre li bakur û rojhilatê bajarê Efrînê dikeve, ev bendav li ser axeke sist bi bilindiya 73 metran û bi pehniya 385 metran hatiye rakirin, û tibaba gencîneya golê bi qaserî 190 milyon metrê sêgoşî ye. Pispor û endezyarê bendavê berdewam kir û got ku metirsiya li ser bendava Meydankê ji ber van sedeman tê:

- Derdora bendavê bi tundî ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyê ve di dema şerê li ser Efrînê gelek ziyan dîtine û di encamê de gelek kortên kûr çêbûn û herweha tang û topên artêşa Tirkiyê di riya li ser bendavê re diçin û tên ziyanê digînin selametiya guvdê bendavê

- Çekdarên bi ser Tirkiyê ve, amûrên çavdêrî û pîvanê ji bendavê dizîne, ji ber wê çavdêriya fişar, asta avê, germî, herikîna avê û pîvana pileyên erdhejan hatine ji destdan

- Çekdaran motorên derxistina elektirîkê dizîne û herwisa tora kabloyên elektirîkê jî hatine dizîn û ev yeka bûye sedem ku kontrol kirina amûr û dergehên berdana avê(burc) werin rawestandin. Wî pisporî tekez kir ku di encama wenda kirina wan alavan, derfeta keşifkirin û zanîna pirsgrêkên bendavê nemaye û bi vî rengî derfetên çerserkirina wan prisgirêkan ne berdestin.

Herweha wî pisporî amaje bi wê yekê kir ku ji erkê artêşa Tirkiyê ku ji ber ew berpirsyarê yekê ye û jê tê xwestin ku bi awayekî rijd li ser van metirsiyan bisekine ji ber ku ihtîmala hewandinê gelek e, û divê di zûtirîn dem de careke dî parastinê ji devera bendavê re dabîn bike û herwisa hemû pêdiviyên wê ji alavên elektirîkî, elektironîkî û mêkanîkî dabîn bike.

Tê zanîn bendava Meydankê, ava vexwrinê ji bajarê Efrînê re û herwisa avdana zevî û erdan li deşta Cûmê re dabîn dike. Tê bibêrxistin ku di salên 1990î  de, bendava Zeyzûn li parêzgeha Hemayê yê ku li ser çemê Asî hatibû avakirin, hilweşiya û gelek ziyanên mirovî û sirûştî li Sûriyê û Tirkiyê kirin û pêşbînî tê kirin ku heger bendava Meydankê jî hilweşe dê nîvê bajarê Efrînê û herwaha hemû gundên ku li ser rêya çemê Efrînê dikevin binav bike û dê gelek ziyanê li nav xakê Tirkiyê jî bike.