Efrîn- Şûnwarên dîrokî tên herifandin

Wêne: Girê Ziravkê

06/03/2019 - 23:46 Kategori Raport

BasNews – Li Efrînê, çekdarên opozîsiyona Sûriyê bi serpereştiya serbazên Tirkiyê, destdirêjiya li ser cî û şûnwarên dîrokî, bi mebesta gera li gewher û terfendeyên şûnwarî, berdewam dikin.

Jêderekî xwecihî li navçeya Mabeta ji BasNewsê re eşkere kir ku Girê Ziravkê yê ku bi navê Eliyê Eşê tê naskirin, ji aliyê çekdaran ve û di bin serpereştiya serbazên Tirkiyê da, dikolin û li zêr û terfendeyên dîrokî digerin.

Wan jêderan tekezkirin ku çekdarên opozîsiyona Sûrîyê alavên giran mîna tireks û bagîreyan di karên kolandinê de bikartînin.

Herweha wan jêderan destnîşankirin ku çekdaran cihê girê şûnwarî dorpêçkirine û nahêlin şêniyên gundên derdorê bigihînin nav erd û zeviyên xwe.

Di vî warî de, girûpa Siqûr El-Şam bi fermandariya yê bi navê Hesen Xeyriyê, li navîna meha Berçile sala 2018an, karên kolandin û herifandinê di du girên şûnwarî li derdora gundê Gemrûkê yê navşeya Şera dabûn destêkirin.

Li gor jêderên xwecihî, bi dirêjiya 25 rojan girên Bîrê û Ebûşê kolandin û herifandin.

Herwisa karên mînak, di sala bihûrî de, çekdaran derdora kelaya Nebî Hûrî ya navdar, bi alavên giran kolandin û gelek ziyan gihandin cîgehî dîrokî.