Rêber û qehremanê netewa kurd Mela Mistefa Barzanî

01/03/2019 - 13:47 Kategori Raport

Zinar Mistefa

Ewe yê mezin, û mezinê mezinan ewe, û hew jê mestir di nav kurdan de hebûn û hene. Belê, di hezar salê çûyî de ji dîroka netewa kurd, hê yên weke Mela Mistefa Barazanî:-(welatparêz, serdar û serok, şehreza û dûrbîn, xwedî semax û zehmetkêş, comerd û nefspiçûk, dil birehim û aştîxwaz), çênebûne.

Hebûn û xebata Mela Mistefa, ji detpêkê heta xilasekê, ji boyî kurd û kurdistanê hatibûn dan.- Em" Barzaniyê sê (3) salî", di sala 1906 an de, bi dêka xwe û birek ji Barzaniyan re, girtî di hepsa Mûsilê de dibînin.

 Dîse jî, "Barzaniyê hivde (17) salî", li ser serê sê sed (300) çekdarî, roleke pir girîng di şoreşa "Şêx Mehmûdê Berzencî de", sala 1919 an, dileyize.

-Di salên (1931-1932 an de), û herwesa, di salên (1943-1945 an de), di bin serfirmandariya "wî de", hêzên Barzaniyan şer û berxwedanên dijwar, li dijê Englîzan û hêzên dewleta Eraqê dikin.

-Di sala 1946 an de, Mela Mistefa, li ser serê hezarên pêşmergeyên Barzaniyan, tevlî "Komara Mihabadê" dibin. Li wir, ew dibe sefirmandarê giştî yê lişkerê komarê, û nîşana "Generaliyê" werdigre.

-Di wê salê bi xwe de jî (1946), Mela Mistefa partiya demokrata Kurdistanê li Eraqê didamezrîne, û dibe serokê wê.

-Piştî heraftina "Komara Mihabadê", sala 1947 an , Mela Mistefa û pêncsed (500) çekdarên Barzaniyan, di nav sînorên sê (3) dewletên dijmin re, (Eraq, Tirkiye, û Iran), bi meş û koçeke dîrokî, berê xwe didin sovyetistana berê. Li wir, Barzanî û hevalên xwe (12) salan dimînin. Di sala 1958 an de, piştî rûxandina rêjîma melekî li Eraqê, Barzanî û gelek hevalên xwe vedigerine welêt.

Di 11 yê eylûna sala 1961î de, şoreşa kurdî ji boyî bidestxistina mafên netewî ji gelê kurd re li Eraqê, biserokatiya Mela Mistefa, destpêdike.

-Piştî şerên dijwar û xebateke dûvdirêj, di 11 yê adara sala 1970î de, berpirsiyarên kurdan û hikûmeta Eraqê, li ser autonomiyê ji gelê kurd re li hevdikin. Lê rêjîma "Be'is" xwe nade ber pêkanîna xalên girîng ji beyan-nama adarê, û hewildide ku "Barzanî" ji hole rake (bikuje).Di encamê de, şer nûdibe.

-Di sala 1975 an de, piştî "komploya Cezayirê", ku di navbera (Eraqê û iranê de), li dijê kurdan hatibû pêkanîn, tu hêvî li ber Barzanî namînin. Ji lewre, ew biryara rawestandina şêr heta demekê destîne. Lê belê, şoreşa kurdî di gulana sala 1976 an de, di bin siha Barzanîyê mezin de, careke dîtir pêdikeve.

-Bi rûxandina rêjîma "Şah Riza Behlewî" re li Iranê, sala 1978 an, Mela Mistefa dixwaze vegere Kurdistanê, lê mixabin, merema wî bicihnabe, jiber ku : ew di yekê (1) adara sala 1979an de li "Emerîkayê" wefatdike.

Evin xalên sereke ji dîroaka Mela Mistefa ya lişkerî û siyasî. Lê karîzma wî di serkêşiya tevgera niştîmanî de di demeke zor û giran de ji dîroka Kurdistanê, hiştin ku ew bibe xwediyê rûmeteke hêja, netenê di nav kurdan de, lê belê, li derveyî Kurdistanê, û li cem miletên dîtir jî.

Xizmeta ku "Barzanî" ji miletê xwe yê kurd re li Eraqê kirî, kesekî ji beriya wî nikarîbû bike. Mela Mistefa û pêşmergeyên xwe yên qehreman, mafên netewî ji kurdan re li wir qizinckirin, û pirsa kurdî bi dehên salan bipêşve birin.

Weke ku tê zanîn: her neteweyek li dinyayê rêberekî wê heye. Heke rêberê Hindiyan:- "Almahatma Gandi" be, û rêberê Viyetnamiyan-: "Ho Chi Minh" be, û rêberê Afrîqa Başûr:- "Nelson Mandela" be. Reberê me kurdan, vêce:- "Mela Mistefa Barzaniye".

De ka em fekin, bê çi li ser rêber û qehremanê netewa kurd "Mela Mistefa Barzanî" hatiye gotin:

Ezê pêşî ji gotina damezrenêrê tevgera siyasî kurdî li sûriyê Dr.Nûredîn Zaza destpîbikim:

Nûredîn Zaza heşmetkarê kesatiya "Mela Mistefa" ya hêja bû. Di pirtûka xwe de "Jiyana mina kurdî" bi zimanî firansawî, di bin wêneyê Mela Mistefa re, Dr.Nûredîn wesa dideyne:- "General Mustefa Barzanî, qehremanê efsaneyî yê miletê kurd".

-Helbestvanê mezin "Qedrî Can" li ser serdarê kurdan "Barzanî" wesa dibêje:

Serdarê kurdan…..Barzanî

Barzanî…… Barzanî

Di cenga welat de

Di meydana xebat de

Pehlewan

Qehreman

Tuyî,

Buyî,

Te, hîmî kurdistan

Çêtir,

Bêtir,

Li cî danî

Barzanî…. Barzanî

*****

Navî

Nizanî?

-Yekî ji seyasetvanên Kurdistana bakur (Tirkiye) gotibû: "Bextwerîyeke hêjabû ji kurdên Eraqê re, ku "Mela Mistefak" li cem wan hebû. Ji xêreke xudê re, yekî weke wî, li nik me jî hebane!"

Gelo, ma hûn çi dibêjin?

Qey wî siyasetvanî li nîvê kezeba rastiyê nedaye?

-Bavê nivîskarê vê gotarê (Mistefa Mihemed-Reşad Zaza), û çendek ji hevalên xwe, ku di sala 1957 an de, li Moskovê – Fastîvala ciwanên cîhanê hazirdibûn, çûbûn serdana "Mela Mistefa", yê ku wê çaxê li Moskovê dima.

Li ser wê hevdîtinê, Babo digot: nêzîka se''''''''etekê em di civata "Barzanî" de rûniştin. Wî pirsa hal û ehwalên me, û rewşa kurdan li Sûriyê kir.

Bavê min û hevalên xwe, bi keyif xweşî ji wê serdanê derketibûn. Wan, Barzanî: "mirovekî nefispiçûk û dilovanî" naskiribûn.

-Jonathan Randal- rojnamevan û nivîskarê Emerîkanî yê binav û ding, ku li Kurdistanê gerehabû, û baş….baş " Mela Mistefa" naskiribû, dinivîse.

"Gelê kurd, gelek zilm û zor û te'darî xwariye. Ji lewra, divîbû ku ji nav wan (ango ji nav Kurdan), rêber û serdarek derkeve, hej wan bike, û ew hej wî bikin, û bêyî ku bi zehmetî û xeter û encamên xirab bifikirin, bidin pey wî, da merem û hêviyên wan bicihbîne. Belê, Barzanîyê nemir rabû da pêşiya gelê xwe û

Barê kurdîtiyê giran girte xwe, û hêjayî wê berpirsiyariyê derket."

Dr. Munzir El-fedil, ji Eraqê, wesa ser "Mela Mistefa" dinivîse:-

"Di dîroka tevgera kurdî de, rêberê netewî, yê herî bi nav û deng:- "Barzanî" bû. Ew serokê partiya demoqrata kurdistanê bû, û dema ku; di sala 1979 an de, li nexweşxana "George Town" wefatkirî, melyonên kurdan û dostên wan li cîhanê, şîna wî kişandibûn. Ji lewre, wê "Barzanî", yê ku gelek xebat û şer û canfidayî di pirsa kurdî û Kurdistanê de kiribû, di dilê kurdan de zindî bimîne"

-Gelo, ma mirov li vir dikare, wan gotinên hêja, ku serokê Misrê yê berê "Cemal Evid El-Nasir", di heqê "Mela Mistefa" gotî, neyne zimên?!

Serok Nasir, di pêşwazîkirina xwe ji Mela Mistefa re, sala 1958 an, li Alexandiriyê, gotibû:"tu sembola netewa xwe yî!"

Di bersiva xwe de, ji serok Nasir re, Barzanî gotibû:"tu jî, sembola netewa xwe ya mezin î!"

Gotinine xweşin, ji lîder û serdarekî mezin û hêja re têne gotin, navê wî: "Barzaniye"

Bêgoman, xebat û tekoşîna "Mela Mistefa" berdewamiye ji tekoşîna malbat wî re. Ji beriya Mela Mistefa, bavê wî "Şêx Mihemed" û birayê wî yê mezin"Şêx Evid El-Selam" canên xwe kiribûn qurban ji boyî azadiya kurd û Kurdistanê.

Piştî şedîdbûna wan herdiwan, bidihên salan, bi mêrxasiya pêşmergeyên "Barzanî", yên canfida, û biser kêşiya Barzanî û partiya wî (PDK) ji civata Kurdî re, serkeftinên Mezin di warê leşkerî û siyasî de hatibûn qizinckirin.

Îro, li ser serê Kurdistana azad (Herêma Kurdistana Eraqê), Kurê Mela Mistefa , şerê Kurdan û siyasetvanê birûmet," serok Mesûd Barzanî" disekine.

Eva nêzîka sih saliye piştî mirina bavê xwe, ku "kek Mesûd" serkêşiya (PDK) bi şehrezayî û semaxeke xurt dike. Serok Mesûd tevlî pêşmergeyên xwe yên qehreman, di salên reş û giran de berxwedaneke dijwar dijê "rêjîma Seddam ya faşêst" dikirin. Di serhildana sala 1991î de, dinya tev bi qehremaniya wî ya bê hempa li çiyayên Kurdistanê bihîst. Herwesa , va (15-16) salên paşî, û nexasim piştî ketina "rêjîma Beis" di sala 2003 an de , kek mesûd, roleke pir girîng di rêvebiriya herêma Kurdistanê û Eraqê de bi giştî dileyize.

Heke Mela Mistefa, kurê xwe Mesûd, li ser rêza kurd-perweriyê rakirbû. Îro, serok Mesûd, peyama bavê xwe di warê kurd-perweriyê de berdewamdike.