Kurdiya Kurmanciyê li Îranê

11/02/2019 - 17:26 Kategori Raport

Elî Paksirêşt

Pêşgotin

Kurd ji dîn û bawerên cûrbecûr in: misilman (şîe, sunne), xiristiyan, cihû, êzidî. Tenê tiştekî girêka hevbeş a nava wan hemûyan e û ew jî zimanê kurdî ye. Zimanê Kurdî êdî bûye çend şaxeyan û mirov dikare bibêje êdî çend zimanên serbixwe lê hevreh in: Kurmancî, Soranî, Hewramî/Goranî, Kelhurî/Fêylî, Zazakî. Rewşa wan jî biqasî hevdu bi pêş ve neçûye û naçe. Kurdiya Kurmanciyê tevî ku zimanê piraniya kurdan e lê ji giştan pirtir ketiye ber metirsiyê, loma ez ê di vê nivîsê de hin xalan ser rewşa vê kurdiyê li Îranê bibêjim.

Kurmancî li Îranê

Li Îranê li parêzgehên Xurasanên Bakûr û Rezevî kurdên kurmanc dijîn. Gelheya wan bi qasî du milyonan tê ragihandin. Bajarên Deregez, Qûçan, Şîrvan, Esferayîn, Bijnûrd, ... kurmancî axêv in. Li bakûrê parzêgeha Ûrmiyeyê jî kurdên kurmanc û Azerî bi hev re dijîn. Kurdên bajarên Ûrmiye, Şino, Selmas, Sêro, Xoy, Kotol, Qereziyadîn, Çardêran, Poldeşt, Oregelî, Şot, Makû, Bazirgan kurmancî-axêv in. Jibilî vêya, hejmareke berbiçav a kurdên kurmancî-axêv li bajarên Têran, Xelxal, Demavend, Rûdbar, Qezvînê dijîn. Mirov dikare gelheya wan li Îranê navbera 3 heya 4 milyonan texmîn bike.

 Kurmancî li malên kurdên Îranê

Jibilî kurdên kurmanc ên parêzgeha Ûrmiyeyê, rewşa kurdiya kurmanciyê li deverên din nebaş e yan jî berbi nebaşbûnê ve diçe. Li malên bakûrê parêzgeha Ûrmiyeyê çi li gundan çi li bajaran zimanê malê û jiyanê yê kurdan kurdiya kurmanciyê ye û jiberku bi azeriyan re dijîn li dezgehên dewletê yan li bazara bin kontorla azeriyan de bi wan re bi Azerî yan Farisî dipeyvin lê bi cil û kincên kurdî hemû reng û dengê kurdbûnê bi zelalî tê dîtin. Nankokiyên dîrokî yên navbera Kurd û Azeriyan bûye sebeb ku du bereyên şerrekî veşartî yê zimanê çêbibe loma kurd ser zimanê xwe pirr cidî radiwestin.

Lê li malên kurdên kurmanc li bakûrê rojhilatê Îranê yanê li Xurasanê rewşa zimê li malan de yan têk çûye yan nebaş e, yan berbi têçûnê ve diçe. Rewş li hemû gund û bajaran wekî hevdu nîne lê bi gelemperî pêşerojeke baş jê re nayê dîtin. Li gundan ziman hîn di jiyana rojane de heye lê li bajaran kurmancî gepkirin/axaftin wekî tiştekî bê-prestiîj tê dîtin! Li bajarê Esferayînê, wek mînak, ku bajarekî çend sed hezarî û kurmanc e, zimanê bajêr êdî Farisî ye. Li malên bajarên wekî Têran an Meşedê jî tevî ku dayîk û bav kurd in û bi hev re jî kurdî gep dikin lê, piranî, bi zarokan/xizanan re bi Farisî gep dikin.

Kurmanciya nivîskî

Tevî ku siyaseta zimanî ya Îranê ji kurdiya soranî û kurmanciyê re yek e lê rewşa wan wekhev nîne. Gotineke bav û kalan heye dibêjin: ‘’Di guhê gayî de razan’’. Ev mînaka ji bo kurdên kurmanc li Îranê re guncaw e. Bi sedan rojaname, kovar, pirtûk... bi soranî tên weşandin lê bi kurmancî – heya ku ez dizanim tu rojname û kovar tunene – û her sal renge 10 pirtûk jî çap nebin! Li beşa ziman û wêjeya kurdî li zanîngeha Kurdistanê hemû ders bi soranî ne, li TV’ya SAHAR’a kurdî tenê biqasî saetekê bernameyên kurmancî hene û 23 saet jî bi soranî ne. Bi kurt û kurmancî: Soran çalak in, kurmanc jî kilama heylo siyaro dibêjin. Derfetên qanûnî hene û pirr in lê mixabin xebat tuneye. Li Telegramê – ku nava îraniyan de pirr berbelav e – tu xebateke berbiçav a kurmancan nayê dîtin, piranî ‘’copy’’ û ‘’paste’’ e û ‘’her bijî’’, ‘’rêz û silav’’... Berhemanîn tuneye yan jî pirr pirr kêm e.

Encam

Kurdên Kurmanc li Îranê hejmara wan gellek e lê jiberku ne çalak in, ne haya dinyayê ji hebûna wan heye ne jî haya piraniya wan ji girîngiya zimên bo pêşeroja çandê heye. Kêm dixwînin, pirr idia/angaşt dikin lê kurdên soran pirr dixwînin, pirr dikin û kêm diaxivin. Xwezî li şûna tenê tawanbarkirina dewletê, me xwe xwe xwe jî rexne bikira. Niha ligorî qanûnê, her zanîngeheke ku endamên wê yên zanistî yên guncaw hebin, dikarin beşa ziman û wêjeya kurdî vekin, wekî zanîngeha Kurdistanê, lê kurmancan di vî warî de tu gavek neavêtine. Ev mixabiniyeke mezin e. Em divê li bendê nemînin sêv ji darê were xwarê û bikeve devê me, em divê hilkişin darê. Loma pêwîst e kurdên kurmanc bixwe ser ziman û wêjeya xwe kar bikin û kurmanciyê bikin zimanê jiyana rojane.