Bezandina sînorê Tirkiyê bo kê qedexe ye ?

10/02/2019 - 22:31 Kategori Raport

BasNews- Du penaberên sûrî hewldidan ku bi sînorê Tirkiyê bibezînin, ji ber rewşa seqayê yê nebaş, jiyana xwe ji dest dan, di nav de keçeke Efrîna Rojavayê Kurdistanê heye.

Kesûkarekî keça kurd Lovîn Xelîl Nûrî ku hi xelkên gundê Keferomê yê navçeya Şera ye, ji BasNewsê re got ku Lovînê li gel malbata xwe hewildidan di sînorê parêzgeha Idlibê re derbasî nav xaka Tirkiyê bibin, lê ji ber tirs, serma û derenghatina tîmên hawarçûnê, Lovîn bi şoka dil canê xwe ji dest da. Wî jêderî tekez kir ku Lovîn bi destgirtî ye û dixwest biçe cem destgirtiyê xwe û pê re bzewice, lê seqema xirab, meşa dirêj di çiya û newalan re, û ji tirsa girtina li ser destên cendirmeyên sînorî, hêtin ku bi şoka dil di nav destên bavê xwe de mir.

Li gor heman jêderî, niha cendekê keça bermiraz Lovîn li nexweşxanetek Tirkiyê ye û malbatê wê jî ji bo lêkolînê ji aliyê polîsên Tirk ve li Hatayî hatine rawestandin. Ji aliyê xwe ve, rewangeha Sûrî ya mafên mirovan tekez kir ku hejmarek ji sîvîlan, di van rojên dawî de, hewil didan ku di riya gundearê Idlibê re, di riya qaçaxçiyan re,derbas nav xaka Tirkiyê bibin, lê du kes ji wan mirine û 12e din jî wenda ne û heya niha çaernivîsa wan ne diyar e.

Rewangeha sûrî tekez destnîşan kir ku qaçaxçiyan xwestine ji rewşa seqemê ya nebaş sûdê bigrin, û wan penaberan derbas kin lê tirsa ji girtinê, serma û meşa bi dirêjiya 15 saetan li çiya û newalan hêştine ku ew kes jiyana xwe ji dest bidin. Tê destnîşankirin ku belkî ew kesên wenda xweş bin, lê ji ber ku maxwazin ji aliyê pasvanên sînor ve werin girtin, xwe veşartibin. Milîsên bi ser Tirkiyê ve, ji aliyêkî fişarê li xelkên Efrînê dikin û ji aliyê din ve rêkên qaçaxiyê re jê re vedikin û li ser hedû aliyê bazgirganiyê bi çarenivîsa xekkên sîvîl dikin. Jêderekî ku nexwest nasnameya xwe eşkere bike ji BasNewsê re got ku çekdarên opozîsiyona Sûriyê, her kesekî bi 500 dolarî bi qaçaxî derbasî nav xaka Tirkiyê dikin.

Heman jêderî got ku tevî ew çekdar idîa dikin ku ew rikberiya rêjîma Sûrî dikin, lê di heman demê de, hemahengiyê li gel milîsên şîe li Nibilê dikin û xelkê di laiyê navçeya Çêrewa re derbas deverên bin konitrola rêjîmê dikin û li ser her kesekî 150 hezar êîreyê sûrî distînin. Lê rê ji cîhadîstan re vekirî ye !

Di heftiya bihûrî de, li ser kenalên ragihandin gat eşkerekirin ku dewleta Tirkiyê li 1500 cîhadîstên biyanî derbasî nav xaka Sûriyê kirin û şandin Idlibê da ku helwesta Cebhet El-Nusar li hember rêxistina Huras El-dîn xurt bike. Di vê warî de, jêderên xwecihî li navçeya Cindirêsê ji BasNewsê tekezkirin ku 14e erebeyê dagirtî bi cîhadîstên biyanî ji aliyê gundê Dêrbelêtê ve derbasî devera Efrînê bûn û di riya gundê Celemê û Xezêwiyê re derbasî gudewarê Helebê û Idlibê yên di bin destê Nusre de ne, bûn. Wan jêderan destnîşankirin ku li dor 150 çekdarên ku temenê wan di navbera 15 – 20 saliyê de bûn li wan erebyean siwar bibûn û berve Idlibê çûn.

Tê bibîrxistin rêberê rêxistina Nusreyê, Ebû Mûhemed El-cewlanî, piştgiriya xwe bo êrîşa dewleta Tirk li ser deverên rojhilatî Feratê yên Rojavayê Kurdistanê, nîşan dabû û gotibû ew amade ye mil li mil li dijî hêzên Sûriya Demokiratîk şer bikin. Hêjayî destnîşankirinê ye ku ji despêka kirîza Sûriyê de, pasvanên sînorî yên Tirkiyê 419e welatiyên Sûriyê li ser sînor kuştine, 75 zarokê ku temenê wan kêmtirî 18an e û 38 jin in li gor belgekirina rewangehasûrî ya mafên mironan.