Salih Qelab: PKK dibe bombeya şerê navbera Rûsya û Tirkiyê

08/02/2019 - 12:52 Kategori Raport

BasNews - Niviskarê naskirî yê ereb Salih Qelab ku berê Wezîrê Rewşenbîriyê yê Ûrdinê bû di gotarekê de behsa hebûna PKKê li Sûriyê dike û dibêje PKKê dibe bomeya şer di navbera Rûsya û Tirkiyê de.

Herwiha Salih Qelab ji rojnameya Şarq Al Awsatê ra derbarê şerê Sûriyê gotarek nivîsandiye. Qelab dibêje herçend bo destûra Sûriyê aniha lîjne hatibin danîn jî heta niha ti çirûske di dawiya wê tunêlê de xwiya nakin.

Herwiha amaje bi wê yekê jî kiriye têgihiştinek di navbera Rûsya û Îsraîlê de heye. Herwiha îddîa jî kiriye bêdengiyek di navbera rejima Beşar Esed û Tirkiyê jî da heye bo derxistina komên çekdarên ên ser bi Îranê li Sûriyê. Lêbelê Îranî wê planê red dikin.

 Wezrîrê berê yê Ûrdinê Salih Qelab, behsa kurdan jî kiriye û wiha nivîsandiye: “Ew kesên bi meseleye ra eleqedar in dizanin di nêzdîk de ti çareseriyek tuneye. Herwku diçe qeyran aloztir dibe. Pirsa kurdî li Iraq, Îran, Sûriyê û Tirkiyê dimîne. Bo parastina sînoran behsa rêkeftina Edeneyê ya sala 1998an tê kirin ku Erdogan behsa parastina sînorên Tirkiyê dike.

Salih Qelab îddîa jî dike di sala 1978an Yekîtiya Sowyetê piştî rêkeftina ligel Hafiz Esed di serdma şerê ser da bo dijayetiya Tirkiyê PKK saz kir. Armanca sereke ya PKKê dijayetiya Tirkiyê bû. Wê demê Enqere ser bi NATOyê bû û dijî Rûsyayê disekînî û Rûsyayê piştevaniya PKKê dikir.

Salih Qelab amaje bi wê yekê jî dike PKK piştî demekê derbasî Qendîlê dibe ku berê pêşengê Şorela Îlonê Mele Mistefa Barzanî û pêşmergeyên wî li wê derê bûn. Herwiha behsa rêkeftina Edeneyê dike û dide zanîn ku bi wê rêkeftinê hewl tê dayîn PKK bê tunekirin.

Di beşekî din a gotara xwe da Salih Qelab behsa armanca Rûsya û Beşar Esed kiriye û amaje bi wê yekê dike piştî bidawîbûna DAIŞê û gurubên din ê çekdar li Sûriyê karê yekem  ê Rûsyayê wê dexistina Îraniyan be ji Sûriyê. Herwiha piştre wê beramberî Tirkiyê biceng in û di wî warî de ligel PKKê kar bikin. Lewre Rûsya Tirkiyê weke neyarê xwe yê mêjûyî dizane û ji wê damara Erdogan a osmanî û îxwanî narehet in. Lewre jî hebûna PKKê li Sûriyê pêwîst dizanin.

Di dawiya gotara xwe de Qelab wiha nivîsandiye: “PKK dibe bombeya şerê Tirkiyê û Rûsyayê û diteqe.  Heger Rûsya rê nede ew rêxistin nikare li nava weletekî endamê NATOyê ew çend çalak be û rola wê li herêmê hebe. “