Her kes nemîne ji bextê xwe!

06/02/2019 - 01:05 Kategori Raport

Mehdî Jafarzade

Xebata li ser ziman û çanda kurdî li Xorasanê her roj zêdetir dibe, ciwan, nivîskar û hunermendên kurd li wir xebatên xwe geştir dikin û girîngîya parastina hebûn, nasname û zimanê xwe zêdetir têdigihêjin.

Loma jî êdî kêmasîya nebûna Tv, Radyo, pirtûk, rojname, dibistan û zanîngehên bi zimanê kurdî tê hîskirin.

Lê li alîyê din, destgehên qaşo ewlehî li Îtlaata Meşhedê û Bijnordê di van salên dawîyê da gelek hewl dane ku xelkê ji meseleya ziman û nasnameya wan dûr bikin û xebata wan ya çandî ji rê derxinin û kêşeyan bo wan saz bikin. Di vê çarçoveyê da wan gelek xebatên li dijî çand û zimanê me kirine ku mirov dikare behsa hinan bike:

  1. Wan hewl da çanda kurdî ji nava medyayên wek radyo û telvezyonê rakin.
  2. Wan pêşîya çap û weşana pirtûk û rojnameyên kurdî bi her awayî girtin û xebatên bi vî rengî qedeqe kirin; heta pirtûka alfabêyê sala 2017ê ji nava malan berhev kirin û birin şewtandin.
  3. Wan bi ti awayî nehişt enstîtû yan fêrgehek bo hînkirina zimanê kurdî were vekirin.
  4. Wan, endamên xebatkar li ser çand û zimanê kurdî tehdîd kirin û gelek kêşe û arîşe bo wan çêkirin.
  5. wan çendîn kes girtin û xistine zindanê bi sedemên mesxere û nepêwîst jîyana gelek kesan xera kirin.
  6. Wan gelek kesên kole û çahş di nava sîstema xwe da bi cih kirin ku li dijî xebata kurdan binivîsin û fesadîyê bikin.
  7. Di çend mehên borî da, hejmarek ji tirkên Xorasanê hejkirine, piştevanîya wan dikin û ew jî idia dikin ku hemû mîrata çandî û menewî ya kurên Xorasanê, tirkî ne û tiştekî kurdan nîne!
  8. Weşanxaneyên kurdan tehdîd kirin ku êdî ew nekarin pirtûkên kurdî çap bikin.
  9. Wan Merasima bîranîna helbestvanê Mezin Ceferqulîyê Zengilî qedexe kir.
  10. Ew gelek xebatên dij-çandî li herêma Xorasanê bi rê ve dibin ku mirov rojane dikare bibîne…

Tevî van hemû kêşe û sext û fişara li ser kurdên Xorasanê, lê kurdên xebatkar û xwebawer xebata xwe didomînin û bi rêya întêrnêtê û telgramê rêya xwe peyda kirine, gelek helbestvan û xebatkar hatine meydana çandî. Wisa xuya ye hemû hewlên pûç û bêwate ku mirovên nezan di destgeha istxbarata Xorasanê da dikin, bêfayde û bê encam in û rêya xebata kurdan vekirî ye û didome…