Ew 3 terorîstên êrîş kirin ser parêzgeriya Hewlêrê ser bi Mela Îsmaîl Sûseyî bûn!

Hêmin Salih

BasNews – Duh 23.07.2018ê berî destpê kirina mesai ango dewama fermî 3 çekdarên bin 18 salî ketin avahiya parêzgeriya Hewlêrê û piştî çend demjimêran her sê jî, ji aliyê hêzên asayiş û dijî terorê ve hatin kuştin.

Li gor zanyariyên saziyên ewlehiyê terorîst piştî ketin nav avahiya parêzgeriyê xwe di tabiqa sêyem de veşartin, piştre jî şer li gel hêzên asayîşê û dijî terora Kurdistanê kirin. Destpêkê du ji wan hatin kuştin û çekdarê sêyem jî bi birîndarî ji aliyê asayîşê ve ji bo parastina xwe hate kuştin.

Ew terorîst kî bûn?

Li gor zanyariyên ku hatin piştrast kirin ji saziya Dijî teror a Kurdistanê, sê terorîstên ku êrîş kirin ser parêzgeriya Hewlêrê ku nasnameya wan waha ye: Rehêl Mihemed Rustem Musa ku dayîkbûyê sala 2002 ye. Bilal Silêman Ebdulrehman Ehmed dayîkbûyê sala 2000 ye. Ebdulrehman Rehîm Qadir Husên dayîkbûyê sala 2002 ye. Herwaha her sê kes jî xwandevanên amadeyîbûn, hemwelatiyên herêma Kurdistanê ne û rûniştvanên bajarê Hewlêrê û taxa Qelata nû bûn.

Vê derbarê de rêveberiya asayîşa Hewlêrê Dr. Tariq Nûrî ji Bas re ragehand, her sê terorîstên duh hatin kuştin ser bi Mela Îsmaîl Sûseyî bûn, ku du heftî berî naha ji aliyê asayîşa Hewlêrê ve hatiye girtin û li pêş dadgehê li xwe mûkir hat ku bîat bi rêxistina terorîst a DAIŞê aniye.

Herwaha aşkera kir, ew melaye berê peyvendiyên xwe bi toreke din a terorîstî ve hebûye, ku ji aliyê hêzên asayîşê ve hatine girtin û navê wî melayî anî û Mela Îsmaîl di vê derbarê de jî li xwe mûkir hatiye, ku li gel wan jî bûye û got: ‘’Ew melaye gelek karên ragehandin û rêxistinî bo DAIŞê kiriye, dema hatiye girtin jî di mala wî de gelek çek û teqemenî, keleşînkof, bombeyên destî hatin girtin. Herwaha xwe amade kiribû bo pêkanîna kiryareke terorîstî yê pir mezin. Lê berî wî karî bike me karî wî bigrin.’’

Qurbaniyên wê êrîşa terorîstî

Li gor zanyariyên saziya ewlehiya bajarê Hewlêrê, ev bûyer bû sedema şehîdbûna karmendeke xizmetkariyê yê parêzgeha Hewlêrê û birîndarbûna pênc karmendên asayiş û polîsê Hewlêrê. Ew karmendê jiyana xwe ji dest daye navê wî Ferhan Îlya Biraymok e û temenê wî 55 sale û Xirîstiyanê Şeqlawa ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ye.

Li gor zanyariyên Bas her di destpêka êrîşê de ew karmendê Xirîstiyan ê parêzgeriya Hewlêrê li gel kesek din ji aliyê terorîstan ve wek rehin hatiye girtin. Ji ber berî hemû karmendên din ên parêzgehê li avahiya parêzgehê de amade bûne. Lê Ferhan piştî rizgar kirina avahiya parêzgeriyê ji ber bi guleya terorîstan ve bi giranî birîndar bibû, di dema veguhestin nexwaşxaneya Hewlêrê jiyana xwe ji dest da. Kesê din ê rehin jî ji aliye hêzên asayîşê ve ji dest terorîstan hat rizgar kirin, ku wêneyê rizgar kirina wî ji aliyê asayîşê ve hate belav kirin.