Rayedarekî ENKSê: Bila YPG Efrînê bide rêjîma Sûriyê

Hêmin Salih 

BasNews – Rayedarekî rêveberiya xweser ya Rojavayê Kurdistanê dibêje, beriya operasyona Efrînê hikûmeta Rûsyayê ew tehdîd kirine û ragihandiye; eger ew Efrînê nedin rêjîma Sûriyê dê Tirkiye êriş bike! Rayedarekî ENKS jî dibêje, ya baş ew e Efrîn di destê rêjîma Sûriyê de be.

Ev 18 roj in artêşa Tirkiyê bi hemû hêza xwe êrişî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dike. Heta niha bi dehan sivîl hatine kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûne.

Nûnerê kantonên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê, Şêrzad Êzdî ji heftenameya Bas re gotiye, beriya ku Tirkiye êrişî Efrînê bike Rûsyayê ji YPGê re gotibû, du rêk li pêşiya we hene; Yan Efrînê bidin rêjîma Sûriyê yan jî êrişa Tirkiyê qebûl bikin.

Şêrzad Êzdî her wiha gotiye, YPG û rêveberiya Rojava razî nebûn Efrînê bidin rêjîmê ji ber ku ha Efrîn ket destê rêjîma Sûriyê ha ji aliyê Tirkiyê ve hat dagîrkirin, ti ferqek di navbera wan de nîne. Loma YPGê rêka duyem hilbijart û xwe ji şer û berxwedanê re amade kir.

Nûnerê kantonên Rojava li Başûr beriya niha jî ji Basê re gotibû, Rûsya di mijara Efrînê de xiyanet li kurdan kir. Jixwe di serdema Komara Kurdistanê de jî xiyanet li kurdan kiribû.

Lê endamê rêveberiya ENKSê Cedhan Elî ji Basê re gotiye, baştirîn bijare ew e ku YPGê Efrînê bide rêjîma Sûriyê ji ber ku eger ew der ji aliyê Tirkiyê ve were dagîrkirin dê ziyanek bigihê kurdan. Tirkiye dê ereban li Efrînê bicîh bike. Ji ber wê jî ya baş ew e Efrîn bikeve destê rêjîma Sûriyê.

Cedhan Elî her wiha gotiye, helbet sebeba serekî ya ku Rojava xistiye vê rewşê, siyaseta xelet ya PKKê ye.