PKK dixwaze li Başûrê Kurdistanê “Kantona Qendîlê” ava bike!

Gorran û Komela Îslamî û grûpa xiyaneta 16 Cotmehê piştevanî dikin!

Hêmin Salih 

BasNews – Tê gotin ku Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) dixwaze li Başûrê Kurdistanê kantonekî bi navê “Kantona Qendîl” ava bike!

Di rojên dawî yên sala 2017 de, PKKê li deverên Baleyan, Navdeşt, Sûredê, Qelatûkan û Maredû li bintara çiyayê Qendîlê herêmek bi navê “Herêma Xweser ya Qendîlê” (Kantona Qendîlê) ragihand. Ew herêm ji gelek gund û deveran pêk tê. Piraniya wan gundan jî ji ber şerê PKK û Tirkiyê hatine valakirin.

Li gorî agahiyên heftenameya Bas, di konferansa ragihandina wê herêmê de gelek kadro, rayedar û endam û alîgirên Gorran, Komela Îslamî û baskekî YNKê beşdar bibûn. Di nav wan de parlamenterekî YNKê jî hebûye.

Çavkaniyekî, ku haya wî ji pêwendiyên wan partiyên Başûrî bi PKKê re heye, ji Basê re gotiye, Gorran û Komela Îslamî û grûpa xiyaneta 16 Cotmehê ya YNKê, bo lawazkirina Herêma Kurdistanê pêşniyar kirine PKK zêdetir destwerdanê li Başûrê Kurdistanê bike, vê yekê jî bo mesliheta Iraq û Heşda Şeibî dikin!

Wî jêderî daye zanîn, di dema xwepêşandanan de wan partiyan daxwaz ji PKKê kirine derbasî bajarên Ranya û Qeladizê bibe û li wan deran “Kantona Raperîn” ava bike!

Yek ji wan kesên ku tevlî civîna ragihandina “Kantona Qendîlê” bibû, endamê berê yê rêveberiya Komela Îslamî, Mihemed Sînemokî bû. Sînemokî ji Basê re gotiye, rast e ez di wê civînê de amade bûm lê ne wek nûnerê Komela Îslamî. Gelek kadroyên partiyên siyasî jî tevlî wê civînê bibûn.

Parlamenterê Gorranê û serokê Lêjneya Navxwe li parlamentoya Kurdistanê, Eyûb Ebdullah jî li ser vê mijarê ji Basê re gotiye, statûya Herêma Kurdistanê qanûnî û Destûrî ye. Ji bilî wê eger herêmeke din li nav Iraq û Kurdistanê de were avakirin, li dijî Destûrê ye û nayê qebûlkirin.