Berpirsê Gorran Dr. Ciwan Hesen: Xiyaneta 16ê Cotmehê jibîr nabe!

BasNews – Ji Berpirsên Tevgera Gorran Dr. Ciwan Hesen ragehand, beşek zêde ji axa Kurdistanê ji ber xiyaneta 16ê cotmehê ketiye dest Iraqê û ew xiyanet jibîr nabe.

Dr. Ciwan Hesen ji BasNewsê re ragehand, 16ê cotmehe xiyanetek niştimanî bû  û ji ber vê xiyanetê, kurdan sedî 65 paye ji dest dan.

Herwaha got: ‘’Nabe careke din xelk wan bûyeran jibîr bike, naha divê ew kes bên dadgeh kirin ku destê wan di wê xiyanetê de hebû.’’

Herwaha Cîgirê Berpirsê Encûmena Rêveberiya Kerkûk-Germiyanê yê PDKê Diyarî Husên ji BasNewsê re ragehand: ‘’Kurd li Kerkûkê ti payeyek di dest de nemaye. Berê hemû pêkhate û mafê kurd jî wê parêzgeha hatibû dayîn. Lê naha ti payeyek ji kurdan re nehatiye dayîn û ti tiştek di dest kurdan de nemaye.’’

Endamê Rêveberiya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Selam Kerîm Ebdula jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’16ê cotmehê, Kurdistan ji dewletbûnê anî bo nav anîna parêzgehan. Naha jî pêkhateya kurd ji hemû payeyên Kerkûkê hatiye dûrxistin. Kurd li bajar ti payeyek xwe tineye. Ev yek dê bandorê li pêşeroja kurdan a li bajar bike.’’

Herwaha got: ‘’Ji roja 16ê cotmehê heta naha ji ber radest kirina Kerkûk û navçeyên Kurdistanê yên din metirsî ketiye ser Kurdistanê û heta naha jî berdewame.’’