Girtîgehên veşartî yên Heşda Şeibî hene!

Di wan girtîgehan de gelek kurd jî hene

Hêmin Salih 

BasNews – Tê gotin ku çend grûpên Heşda Şeibî, ew kesên ku digirin û direvînin, di nav girtîgeh veşartî de dihêlin û çi bixwazin tînin serê wan, di nav wan girtîgehan de gelek kurd jî hene!

Çavkaniyekî haydar ji heftenameya Basê re gotiye, li gorî lidûvçûn û lêkolînan hinek grûpên Heşda Şeibî bi taybet grûpa Esayib Ehlê Heq girtîgehên veşartî ava kirine û neyarên xwe bi taybet erebên sunnî û kurdan tê de digirin.

Wî jêderî daye zanîn ku piştî dagîrkirina Kerkûk û Xurmatû ji aliyê Heşda Şeibî ve, gelek welatiyên kurd ji aliyê çekdarên Heşda Şeibî ve hatin revandin, heta niha ti agahiyek li ser wan nîne ji ber wê jî tê texmînkirin ku ew di girtîgehên veşartî yên Heşda Şeibî de bin.

Li gorî agahiyên wî jêderî, di nav grûpên Heşda Şeibî de nakokiyên kûr hene ji ber wê jî her grûpek bi kêfa xwe hereket dike.

Ji aliyekî din, saziya Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) di raporta xwe de ragihandiye, 643 kes ji aliyê Heşda Şeibî ve hatine revandin û nayê zanîn li ku ne û çi hatiye serê wan.

Li gorî raporta Amnesty International, tevahiya wan kesan li bajarokê Seqlawiye li parêzgeha Enbarê ya Iraqê hatine revandin.

Beriya niha jî heman saziyê dabû zanîn ku milîsên şîe bi hêceta lêpirsînê, kesên ku ji destê DAIŞê reviyane, digirin û dixin girtîgehên veşartî û çi bixwazin tînin serê wan.

Serokê Lêjneya Nirxandin û Bersivandina Raportên Navdewletî yên Mafên Mirov, Dîndar Zêbarî jî ragihandibû, Heşda Şeibî bi awayekî hovane êrişî Kerkûk û Xurmatû kiriye, 400 kes kuştine, 200 kurd revandine û zêdetirî 1200 xanî jî şewitandine.

Endamê berê yê Lêjneya Asayişê ya parlamentoya Iraqê, Hesen Cîhad jî ji Basê re gotiye, helbet ez nikarim bêjim girtîgehên veşartî yên Heşda Şeibî hene yan na lê dema ez endamê lêjneya asayişê bûm me nedikarî serdana girtîgehên fermî jî bikin, diviya me destûr wergirtiba paşê.

Hesen Cîhad daye xuyakirin ku beriya DAIŞê jî guman dihat kirin ku girtîgehên veşartî li Iraqê hene lê ew guman ji aliyê hikûmetê ve hatibû redkirin.

Heşda Şeibî ji zêdetirî 60 grûpan pêk hatiye ku her yek li sazekî dide. Beşek ji wan yekser girêdayî Îranê ne, mîna Esayib Ehlê Heq.