Îhtimal heye kordînatorê giştî yê Gorranê Omerê seyîd Elî dest ji kar berde!

Rayedarekî Gorranê: Xozî kak Omer neba kordînatorê giştî!

Îmad Bîlal 

BasNews – Tê gotin ku kordînatorê giştî yê Gorranê Omerê seyîd Elî dê ji ber arîşeyên hundirîn yên Gorranê dest ji kar berde. Rayedarekî Gorranê jî dibêje, eger ew dest ji kar berde kesên baş hene li dewsa wî rûnên.

Ev demek tê gotin ku kordînatorê giştî yê Gorranê Omerê seyîd Elî ji ber arîşe û nakokiyên hundirîn yên Gorranê tengav bûye û dixwaze dest ji kar berde.

Li ser vê mijarê, endamê Civata Giştî ya Gorranê şêx Omer Kake Heme ji heftenameya Basê re gotiye, helbet em hez nakin kak Omer dest ji kar berde ji ber ku ew mîna bavê me ye. Nerazîbûn li hember hejmara endamên Xaneya Raperandinê (polîtburo) heye ji ber ku hinek kadroyên genc û jin yên Gorranê di wê baweriyê de ne kotênjana jinan û gencan di Xaneya Raperandinê de nehatiye hesibandin. Loma tê xwastin hejmara endamên wê saziyê were zêdekirin da ku nûnerên her qat û çînekî tê de hebe.

Şêx Omer Kake Heme her wiha gotiye, xozî Omerê seyîd Elî neba kordînatorê giştî û biba referansê Gorranê û çavdêriya karûbarên Gorranê bikira. Beşek ji Gorraniyan dixwastin Qadirê hacî Elî bibe kordînatorê giştî çimkî hem tenê wî baş e hem jî di çend waran de jêhatî ye.

Endamekî din yê Civata Giştî ya Gorranê, ku nexwastiye navê wî were eşkerekirin, ji Basê re gotiye, pirsgirêka serekî ya Gorranê ew e ku Xaneya Raperandinê lawaz e û şiyana wê nîne biryarên siyasî bide, ji ber ku endamên wê hemû pîr in û ti tecrubeyeka wan ya siyasî nîne. Ji ber wê yekê kadroyên genc yên Gorranê ji vê rewşê nerazî ne.

Wî rayedarê Gorranê daye zanîn ku kordînatorê giştî yê Gorranê ji wê yekê nîgeran e û gotiye, eger ew arîşe neyên çareserkirin îhtimal heye kak Omer dest ji kar berde.

Omerê seyîd Elî havîna îsal, piştî mirina Newşîrwan Mistefa, bibû kordînatorê giştî yê Gorranê.