Hebûna Qubad Talabanî di civîna çapemeniyê de ne pêwîst bû û ne jî li gor protokolê bû!

Hêmin Salih

BasNews – Li gor pisporên dîplomot hebûna cîgirê serokê hikûmeta herêmê Qubad Talabanî di civîna çapemeniyê ya serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û serokomarê Fransa Emmanuel Macron de, li gel pîvanên dîplomatî yên protokolê hev nagre û li gor kevneşopiya siyasî nîne û dibêjin li hember pêgeha herêma Kurdistanê têgeheştineke xirap li gel xwe tîne û şiroveyên hebûna du îdareyî ya pirsgirêkên nav mala Kurdistanê jî li gel xwe ava dike.

Dîplomatê kurd li Ewropa ji rojnameya Bas re ragehand: ‘’Ez kevin de karê dîplomasiyê dikim, lê yekem care rewşeke waha dibînim, ku cîgirê serokwezîr di cîheke waha de tenişt serokê hikûmetê rawestiyaye.’’

Herwaha Aras Ebdula ku xwediyê master e di peyvendiyên navnetewî û dîplomasî de ji Bas re ragehand: ‘’Di rastiyê de ji aliyê protokolî ve ev tişta nabe û eybeke mezine xeletiyek waha bê kirin.’’

Herwaha got: ‘’Xwandike cuda vê bûyerê tê kirin û li gor hin kesan xirabiya nav mala kurd em waha nîşanî dost û dijminê xwe didin. Hin aliyên din bi ne şarazayî û hin kes jî wisa dibînîn ku giraniya şanda hikûmeta herêma Kurdistanê ne başe. Ev xwandinên xirab û nerênî ji ber vê ye ku heta naha tiştek waha nehatiye dîtin û nayê zanîn ka Fransa ew protokol çawa qebûl kiriye.

Ji aliyê din ve nûnerê berê yê hikûmeta herêma Kurdistanê li Bexda û şaraza li karûbarê dîplomasî Dilşad Mîranî ji Bas re ragehand: ‘’Bi giştî aliyê siyasî desthilatbû li ser protokolê, heger na ne dibû protokol waha ba.’’