PDK daxwaz dike hilbijartin zûtir ji dema xwe were kirin

Hêmin Salih 

BasNews – Hat zanîn ku Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) dixwaz hilbijartinên Kurdistanê ji dema xwe zûtir bên kirin, YNK û Gorranê jî ji ber alozî û arîşeyên xwe yên hundirîn sar nêzîkî pêşniyara PDKê dibin.

Endamê polîtburoya PDKê Kakemîn Necar ji heftenameya Bas re gotiye, PDK di wê baweriyê de ye kirîz û xitimîna ku niha li Herêma Kurdistanê heye dikare bi rêya hilbijartinan were çareserkirin ne bi rêkên din. Ji ber wê jî em pêşniyar dikin hilbijartin ji dema xwe zûtir bê kirin.

Berpirsê dezgeha hilbijartinan ya PDKê Xesro Goran jî li ser vê mijarê ji Basê re gotiye, PDK dixwaze hilbijartin zûtir bê kirin lê Komîsyona Hilbijartinan çi rojekî bo hilbijartinan destnîşan bike em razî ne.

Xesro Goran her wiha gotiye, em di wê baweriyê de ji ber mijara serxwebûnê dengên PDKê zêde bûne û ev yek dê di hilbijartinan de xwe nîşan bide.

Li gorî agahiyên Basê, PDKê di hevdîtinên ligel partiyên siyasî de jî behsa hilbijartinan kiriye û pêşniyar kiriye hilbijartin zûtir bê kirin.

Çavkaniyekî, ku haya wî ji rewşa YNK û Gorranê heye, ji Basê re gotiye, YNK û Gorran ji ber arîşe û aloziyên xwe yên hundirîn hinekî ji hilbijartinan ditirsin ji ber wê jî ew dixwazin hilbijartin were paşxistin.

Wî jêderî daye zanîn ku YNK û Gorran li ser destnîşankirina namzedan dê rastî tengaviyan bên çimkî di nav wan de bask û aliyên neyarên hev hene.

Lê parlamenterê Gorranê Bêstûn Fayîq ji Basê re gotiye, Gorran her gav bo hilbijartinan amade ye û ti tirseka wê ji hilbijartinan nîne çimkî em di wê baweriyê de ne emê dengê xwe bi dest bînin.

Endama rêveberiya Yekgirtû, Behar Ebdulrehman jî ji Basê re gotiye, Yekgirtû pêşwaziya wê pêşniyara PDKê dike çimkî Yekgirtû di wê baweriyê de hilbijartin dikare kirîza niha çareser bike.

Çavdêrê siyasî Dîndar Necman Doskî jî ji Basê re gotiye, ya baş ew e ku hilbijartinên Kurdistanê beriya hilbijartinên Iraqê bên kirin ji ber ku wê demê destê Kurdistanê di hevdîtinên Hewlêr û Bexdayê de bihêztir dibe.

Berdevkê Komîsyona Hilbijartinan Şêrwan Zirarî jî li ser hilbijartinan ji Basê re gotiye, em amade ne her roja ku bo hilbijartinan hat destnîşankirin, erkên xwe bicîn bînin û amadekariyên xwe bikin.

Şêrwan Zirarî her wiha gotiye, ya baş ew e ku hilbijartinên parlamentoyê, serokatiyê û encumenên parêzgehên Kurdistanê bi hev re bên kirin da ku xercê wê jî kêm be û gelê Kurdistanê newestin.

Berdevkê komîsyonê daye zanîn ku baştirîn wext bo hilbijartinên Kurdistanê, meha Adarê yan jî meha Nîsanê ye.

Biryar bû hilbijartinên Kurdistanê 1 Mijdara îsal bên kirin lê parlamentoya Kurdistanê biryar da 8 mehan were paşxistin.

Hilbijartinên Iraqê meha Gulana sala 2018 tê kirin.