Îran dixwaze kesekî îranî li şûna Sîstanî dayne

Hêmin Salih 

BasNews – Îran dixwaze kesekî îranî li şûna mezinê şîeyên Iraqê Elî Sîstanî dayne. Çavdêrekî siyasî jî dibêje, beşek ji şîeyên Iraqê li dijî vê yekê ne.

Ajansa Reutersê ragihandiye ku melayê îranî yê bi navê Mehmûd Haşimî Şahrûdî ev çend roj in li bajarê Necefê yê Iraqê û bi gelek mezin û aliyên şîe re hevdîtin kiriye.

Li gorî wê raportê, qesta Şahrûdî ew e ku cihê piyê xwe li nav şîeyên Iraqê de bihêz bike û hêdî hêdî mezinê şîeyên Iraqê Elî Sîstanî, ku gelekî pîr e, bide aliyekî û xwe bixe dewsa wî.

Li ser vê mijarê, çavdêrê siyasî û parlamenterê berê yê PDKê li parlamentoya Iraqê Mueyed Teyîb ji heftenameya Bas re gotiye, demek dirêj e Îran dixwaze tiştekî wiha bike. Qesta Îranê ew e ku şîeyên Iraq û cîhanê bixe bin kontrola xwe û rêberiya hemû şîeyan bike.

Mueyed Teyîb her wiha gotiye, Îran dizane ku eger merceîyeta şîeyên Iraqê bixe bin kontrola xwe dikare siyaseta Iraqê jî bi yekcarî zeft bike çimkî meqamê merceîyetê meqamekî rûhanî ye lê bandora wê li ser siyasetê gelekî mezin e. Mînak; siyasetmedarên Iraqê nedikarîn di demek kurt de Heşda Şeibî ava bikin lê bi fetwayeka Sîstanî Heşda Şeibî di demek kurt de hat avakirin.

Wî çavdêrê siyasî daye xuyakirin ku beşek ji şîeyên Iraqê li dijî wê ne ji Tehranê ve bên birêvebirin û gotiye, hinek serkirdeyên şîe yên Iraqî mîna Muqteda Sedir, Emmar Hekîm û Eyad Ellawî naxwazin bikevin bin hejmoniya Îranê.

Mamostayê zankoyê û pisporê şîenasiyê Dr. Hawar Nêrweyî jî li ser vê mijarê ji Basê re gotiye, rast e beriya niha kesên mîna Muqteda Sedir, Emmar Hekîm û yên mîna wan li dijî hejmoniya Îranê bûn lê di bûyerên 16 Cotmehê de û dema Heşda Şeibî û Îranê êrişî Kerkûk û Kurdistanê kirin, bêdeng bûn û bi vê rengî piştevanî lê kirin.

Li ser sebeba vê yekê jî Dr. Nêrweyî got, piştî ku Amerîka sala 2011 hêzên xwe ji Iraqê vekişand, Îranê bi taybet rêberê Îranê Elî Xaminêyî karî ew nakokiyên ku di navbera şîeyên îranî û şîeyên Iraqî de hene,  kêm bike û heta gihîşt wê astê ku şîeyên Iraqî jî li hember Îranê nerm bibin.

Wî mamostayê zankoyê daye zanîn ku eger Amerîka zêdetir ji Iraqê vekişe wê çaxê Îran dê kesekî nû li şûna Sîstanî dayne û tevahiya şîeyên Iraqê bixe bin kontrola xwe û xwe bike navend û mezinê şîeyên Iraqê.