Seidî Ehmed Pîre: Tirkiye daxwazê li me dike ku em fişarê bixin ser PKKê bo azadkirina karmendên MİTê!

Ziryan Hacî

BasNews – Berdevkê YNKê û endamê polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre li ser pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê û aktîf kirina parlamentoyê û pirsgirêkên nav YNKê ji heftenameya Bas re axivî.

Li ser rojnameya Bas a derbarê proseya referandûmê û beşdarbûna Tevgera Gorran û aktîf kirina parlamentoya Kurdistanê ya pêşde gav neavêtinê Seidî Ehmed Pîre ragehand: ‘’Heta em bikarin emê hewldanên xwe berdewam bikin, em dixwazin yekdengiyê ava bikin, lê naha dem di destê me de nemaye. Roja 07.09.2017ê YNKê di civîna xwe ya rêveberiyê de biryara aktîf kirina parlamentoyê vergirt.’’

Herwaha got: ‘’Mixabin koça dawî ya birêz serokê giştî yê Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa di demek nazik de bû. Mirina wî bandorek mezin li ser wergirtina biryar di nav Tevgera Gorran de ava kir. Naha dem di destê me de tineye û babeta referandûmê jî biryar li ser hatiye dayîn û nabe ji vê biryarê gav paşde bê avêtin. Ji ber bandora wê dê xirab be. Herwaha li ser daxwaza Gorran jî parlamento bê merc tê aktîf kirin, ji ber vê ti sedemek nemaye û aktîf kirina parlamentoyê jî bê wate ye ku bê paşxistin.’’

Li ser pirs, serxwebûn yek ji dirûşmên YNKê ye, lê naha dibêjin YNK bo destkevtên xwe ji dest nede li sînorê Silêmaniyê nikare dest ji Gorran berde, li ser vê hûn çidibêjin?

Seidî Ehmed Pîre got: ‘’Dirûşma li ser ala me nivîsandiya mafê çarenivîsa xwe. Herwaha em ne berpirsin ku bersiva hemû kes û aliyan bidin, ku herkesek tê axaftinekê dike, piştre jî Gorran  dinav YNKê bixwe derketiye, ji ber vê jî Gorran ji bo ji her aliyeke din cudatir e. Gorran kiye? Gorran ew e ku bi dehan sal hevxebat û hevçeperên me ne. herwaha gelek bîranînên me li gel biraderên Gorran hene, ji veşartina term û meyîtên şehîdan, heta pirseya Pêşmergeyên me yên kevin em berdewam li gel yekbûn.’’

Li ser pirsa peyvendiyên we li gel Tirkiyê aloz bûne û hewldanên we ji bo çareseriya vê babetê geheştin çi astê?

Seidî Pîre got: ‘’Vê pirsê bi zorê dixin ser YNKê. Eger na ev babete ya di berpirsyariya hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Tirkiyê de ye. Hikûmet tenê ne Hewlêr e Silêmanî û navçeyên din jî di nav de. Alozî jî ji ber wê operasyona şikestxwarî ya Tirkiyê ya bê agahiya parêzgerê Silêmanî û hikûmeta herêma Kurdistanê û bi taybet jî bê agahiya Iraqê xwestin operasyon bikin, lê dema xwestin vê karê ne yasayî bikin, bê agahiya aliyên peyvendîdar û serweriya axa Kurdistanê û Iraqê birîndar kirin. Di encamê de jî şikest xwarin, ji ber tirsa raya giştî ya Tirkiyê baca wê ji YNKê û Behroz Gelalî re birîn û ev jî xelet e.

Herwaha got: ‘’Dema birêz wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavişoglu serdana Hewlêrê kir, li gel min jî rûnişt û min jê re got operasyona we ne fermî ye, em ne berpirs in ji vê şikestê, proje serkeftî nebû, ji ber vê jî divê hûn bixwe tehemûla encama wê bikin.’’

Pîre got: ‘’Ev jî nayê wê wateyê ku piştgiriyê em li siyaseta PKKê dikin, ji ber gelek têbiniyên me li ser bûyerên Cizîr û Şirnex hene, pêwîstbû şansek dabane guftûgo û encamên helbijartinê re şans hatiba dayîn, li gor min dê wê demê hejmarek berçav kursî di parlamentoyê de bidest xistiban û ew dê baştir ba ji PKKê re.’’

Pîre got: ‘’Tirkiyê axa herêma Kurdistanê bezand, ji ber vê jî pêwîste daxwaza lêborînê bike. Tirkiye di cîhê wê de daxwaz ji YNKê dike ku fişar bike ser PKKê bo ew du karmendên îstixbaratê yên MİTê bên azad kirin. Lê PKK fermandariya girêdayî YNKê nîne ku hema wisa asan daxwaza me bicîh bîne. PKK li Qendîl e û rêveberiya xwe heye. Ji wan re hatiye gotin û axaftin jî di vê derbarê de li gel wan hatiye kirin, înşalla dê bicîh bê. Lê pêwîste Tirkiye vê têbigehe, mifte ango kilîla kontrol kirina PKKê di destê YNKê de nîne, çima vê tênagehe?’’