Bi wêne…Heşdî şeibî li Kerkûkê rahênana leşkerî bi zarokan dike

Azad Mehmûd

BasNews – Li gundê Beşîrî yê ser bi nahyeya Taze yê li sînorê parêzgeha Kerkûkê çekdarên heşdî şeibî dest bi perwerde û rahênana bi dehan zarokên bin temen 18 salî de kiriye. Serokê lijneye ewlehî li encûmena parêzgeha Kerkûkê ragehand, lêkolîn di vê derbarê de destpê kiriye.

Vê derbarê de serokê lijneya ewlehiyê li encûmena parêzgeha Kerkûkê Azad Cebarî ji Bas re ragehand: ‘’Em wek lijneya ewlehî li parêzgeha Kerkûkê ji refteranên heşdî şeibî li başûrê Kerkûkê bê agahin û lêkolîn di derbarê bikaranîna zarokan û rahênana leşkerî ji aliye heşdî şeibî ve destpê kiriye û reftarên wan jî berevajî yasayan in û nabe zarok wek leşker bên bikaranîn.’’

Herwaha got: ‘’Armanca heşdî şeibî ew e ku pirsgirêkan bo pêkhateyên li sînorê parêzgeha Kerkûkê ava bike û naha Pêşmerge sînorê Kerkûkê diparêze, ti pêwîstiya me bi çekdarên heşdî şeibî tineye.’’

Çavkaniyek ewlehiyê li Kerkûkê ji Bas re ragehand. ‘’Hejmara wan zarokên ku ji aliyê heşdî şeibî ve destbi rahênanê kirine 200 zarokên bin 18 salî ne û rahênana wan bêhtir li ser bikaranîna coreyek çek e. Beşek din a rahênan û perwerdê li ser perwerdeya leşkerî ya giştî ye. Herwaha li tenişt wê yekê jî ew zarokane bo mehekê dinav wan cîhên leşkerî de dimînin û waneyên taybet ên mezheba şîe jî ji wan re tê vegotin.’’

Heman çavkaniyê ragehand: ‘’Perwerde û rahênanên wisa ên zarokan û bikaranîna wan ji aliyê heşdî şeibî ve wek refterake terorîstî ya DAIŞê ye, li gor bingehên mafê mirov jî ew qedeye ku zarokan bo şer bên bikaranîn.’’

Derbarê vê mijarê de serokê lîsteya birayetî û pêkvejiyanê li encûmena parêzgeha Kerkûkê Mihemed Kemal jî ragehand: ‘’Demeke çekdarên heşdî şeibî li başûrê Kerkûkê dest bi tevgera ne yasayî kirine, car car hejmara hêzên xwe zêde dikin û carekê jî rabûn lîwayek nû pêkanîn, ku heta naha xelkê dinivîsin bo wê lîwayê û damezrandina wê lîwayê jî ne yasayî ye, herçend hewl didin wê lîwayê bikin lîwayek cuda be ji hêzên din, ji ber ew lîwa ji xelkê Tirkmen, ereb û kurd pêkhatiye jî lê ti demê nabe ew hêza ku pişt pê ve bê girêdanê.’’

Serokê lîsteya birayetê û pêkvejiyanê li encûmena parêzgeha Kerkûkê got: ‘’Vê carê heşdî şeibî her li başûrê Kerkûkê destpê kiriye perwerde û rahênanê dide zarokan, ku hemû jî temenê wan bi 18 salî de ye.’’

Çavkaniyekê ji Bas re got: ‘’Ew zarokên ku li gundê Beşîr tên perwerde kirin, zêdetir xelkê Kerkûkê ne û nahyeya Taze û qeza Daqûq û qeza Xurmatû û nahyeya Amirlî û ji gundên derdora wan deverane.  

Ji aliyeke din ve nûnerê merciya şîe li Kerkûkê Seyid Qember Musewî ji malperek herêmî ya Kurdistanê re ragehand: ‘’Me li gundê Beşîr ezmûnên tal jiyan kirin, wa li me kirin ku em jî rahênanê bi herkesê bikin ku bikare çek rake, ji ber me gelek tişt jiyan kirin û divê em jî xwe amade bikin bo her rewşekî ne asayî ku di pêşerojê de bê pêşberê me.’’

Herwaha got: ‘’Ev dewreya duyeme bo ciwanan em vedikin, ku ew şarazabin li coreyên çek û zanyariya wan li ser bikaranînê hebe, ji ber welatê me pêwîste bi berevanî lê bê kirin û kesên şaraza û bi ezmûn li lîwaya 16 a Ebasî ya şerker rahênan û perwerde ji ciwanan re tê dayînê.’’

Image Gallery