Haya YNK û dezgehên wê yên ewlehiyê ji operasyona MÎTê hebûye!

“PKK: Eger em nebûna YNK dê şermezar biba!”

Hêmin Salih

BasNews – Ajansa Parastina Asayişa Herêma Kurdistanê dibêje, ne pêwendiya me bi bûyera revandina du karmendên MÎTa Tirkiyê re heye ne jî haya me ji wê operasyonê heye. Lê tê gotin ku haya YNKê jê hebûye û bi Tirkiyê re jî hemdest bûye!

Çend roj berê nûnerê YNKê li Enqerê Behrûz Gelalî ji aliyê Tirkiyê ve hat derxistin û nûnertiya YNKê jî hat girtin.

Her çiqas Behrûz Gelalî bi temamî behsa sebeba derxistina xwe nekiribe jî lê derket holê ku revandina 2 karmendên MÎTa Tirkiyê li bajarokê Dûkan yê Silêmaniyê ji aliyê PKKê ve, sebeba serekî ya derxistina Gelalî bûye.

Jêderekî haydar li Silêmaniyê li ser wê bûyerê ji heftenameya Bas re gotiye, ew karmendên MÎTê, yên ku ji aliyê PKKê ve hatine revandin, xwastibûn li devera Silêmaniyê operasyonekê bikin. Lê ji ber ku casûsên PKKê di nav YNKê de hene, rayedarên PKKê ji wê yekê agahdar kiribûn bi vî rengî pêşiya operasyonê hatibû girtin.

Wî jêderî da zanîn ku haya YNK û dezgehên wê yên ewlehiyê ji operasyona MÎTê hebûye çimkî givaş û fişara Tirkiyê li ser YNKê gelekî zêde bûye. Tirkiye ji wê yekê nîgeran e ku YNK rê dide PKKê bi hêsanî û azadî li devera Silêmaniyê hereket bikin. PKK jî bi zêdekirina çalakiyên xwe YNKê zêdetir tengav dike. YNK jî gihîştiye wê baweriyê ku PKK dê bibe bela serê wê lewma hewl dide xwe nêzîkî Tirkiyê bike ji ber wê jî haya wê ji operasyona MÎTê hebûye.

Berpirsekî pilebilind yê Ajansa Parastina Asayişa Herêma Kurdistanê (Parastin) li ser wê bûyerê ji Basê re gotiye, ne pêwendiya me bi wê operasyonê re hebûye ne jî haya me jê hebûye.

Wî berpirsê Parastinê aniye ziman ku Tirkiyê tenê ji YNKê xwastiye wan karmendên MÎTê bide berdan û gotiye, ev jî nîşan dide ku ne haya me jê heye ne jî ya hikûmetê çimkî eger wisa bûya Tirkiyê dê daxwaziyek wisa ji me û hikûmetê jî bikira.

Wî rayedarê Parastinê daye zanîn ku YNK bo veşartina xeletiyên xwe dixwaze wisa nîşan bide ku bûye qurbaniyê helwesta xwe ya niştimanî!

Rojnameya bi navê “Jiyan”, ku nêzîkî YNKê ye, îdia kiribû ku haya Parastinê ji operasyona MÎTê hebûye.

Li gorî agahiyên Basê, YNKê daxwaz ji PKKê kiriye wan karmendên MÎTê berde da ku pêwendiyên YNK û Tirkiyê zêdetir aloz nebin. Lê PKKê ji YNKê re gotiye, eger em nebûna niha YNK şermezar bibû!