Baskek PKKê daxwaz ji Gorran kiriye rêkeftina li gel PDKê bila bi mercê paşxistina referandûmê be!

Hêmin Salih

BasNews – Baskeke tund ê PKKê, bi rêya şandekê ve serdana Tevgera Gorran dike û bi navê pêkanîna kongreya netewî ve amajeyên rêveberiya xwe ya bilind ji Tevgera Gorran re radigehîne, ku bi mercê paşxistina referandûmê ve li gel PDKê rêkbikevin.

Şanda PKKê bi navê KCK ango Koma Civakên Kurdistanê ve ji aliyê Cemîl Bayik û rêveberen Elewî yên dinav PKKê ve tên araste kirin, li gel rêveberên bilind ên Tevgera Gorran civiyane û li gor zanyariyên ji çavkaniyek agahdar hatine bidest xistin, ji Gorran re gotine ku bi ti awayekê dest li wan mercan bernedin ku wek peyamek pênc xalîbûn bo danûstandin li gel PDKê û daxwaza paşxistina referandûmê bikin.  

Heman çavkaniyê ji rojnameya Bas re aşkera kir, di civînê de nûnerên PKKê ji rêveberên Gorran re ragehandine, eger referandûm li Kurdistanê bê paşxistin di heyama paşxistinê de bi hevbeşiya li gel Gorran û baskek YNKê û ew partî û kesayetiyên li Silêmaniyê ve kongreyek bi navê kongreya netewî bê PDKê dê bi encam bikin û bixwe dê demekê bo referandûmê diyar bikin.  

Herwaha li gor heman çavkaniyê PKK li Silêmaniyê û Germiyan û Helebçe gelek baregayên bi navê cuda cuda vekirine û rojane çalakî û civînan bo endam û rêxistina rêkdixe.

Vê derbarê de ajansa Rojnews ku nêzîkî PKKê di nûçeyekê de aşkera kir roja yekşema borî ew şande pêkhatiye ji endamê komîteya peyvendiyên KCKê Serhat Varto û nûnerê KCKê li başûrê Kurdistanê Husên Ehmed û endamê komiteya peyvendiyên KCKê Merwan Dozwan serdana binkeya serekî yê Tevgera Gorran kirine û li girê Zergete yê bajarê Silêmaniyê li gel serokê Tevgera Gorran Omerê Seyîd Elî û endamê xaneya raperandina Gorran Celal Cewher civiyan.

Endamê şandeya PKKê bo çapemeniya partiya xwe ragehandiye ku ‘’Naha pirsa herî giring bo kurdan yekitiya neteweyî ye û kongreya netewî ya Kurdistanê ye.’’

Derbarê helwêstê Tevgera Gorran de jî wî berpirsê PKKê ragehandiye ku helwêstê wan ‘’Pir başe’’ lê çapemeniya Gorran bi ti awayekê behsa serdana wê şanda PKKê nekiriye.

Parlamenterê Gorran Bêstûn Fayiq ragehand, PKK li Silêmaniyê barega û cîhên xwe hene, lê ew navçeye di bin hukmê PKKê de nîne û got: ‘’Peyvendiyên Gorran û PKKê wek peyvendiyên aliyên din e û em wek Tevgera Gorran hebûna barega û çalakiyên PKKê li Silêmaniyê asayî dibînin û wek pirsgirêk nabînin.’’

Lê li gor zanyariyên Bas xelkeke zêde li Silêmaniyê û Germiyan û Helebçe ji ber zarokên wan ji aliyê PKKê ve hatine revandin û birine Qendîlê doz di vê deraberê de vekirine.

Ji aliyê din ve endamê rêveberiya PDKê Elî Ewnî ji Bas re ragehand, agahdarê hemû wan hewldanên PKKê ne ku dixwazin Gorran û aliyên din bikarbînin, lê em piştrast dikin ku hewldanên waha dê li hember îrade û dengê xelkê Kurdistanê têkbişkên û got: ‘’Ew baskê PKKê ti çekeke din ê wan di dest de tineye, dervey bikaranîna Gorran û Komel nebe, ku helwêstê wan li hember referandûmê ne ronî ye, lê hêvîdarim ewe jî têbigehin û ji wan têgeheştinan dûr bikevin.’’