PKKê li Xurmatû dewreya serbazî vekiriye

Nûnera Kerkûkê Emîre Zengene: PKK mifayê ji aloziya Xurmatû dibîne!

Azad Mehmûd 

BasNews – Hat zanîn ku çekdarên PKKê li bajarê Xurmatû yê Başûrê Kurdistanê, dewreyeke fêrkirina çekan ji bo komek xortên bajêr vekirine û wan fêrî bikaranîna çekan dikin. Nûnera Kerkûkê li parlamentoya Iraqê Emîr Zengene jî dibêje, PKK mifayê ji aloziya Xurmatû dibîne.

Çavkaniyekî haydar li Xurmatû ji heftenameya Bas re, ku hejmara wê ya nû îro derket, gotiye, çekdarên PKKê li Xurmatû derdora 40 xort kom kirine û wan fêrî bikaranîna çekên mîna demançe, kilaşînkof, qenas û narincokan dikin.

Wî jêderî daye zanîn ku piştî dersa teorî, çekdarên PKKê wan xortan dibin devera “Dawde” ya Xurmatû û li wire w tiştên ku fêrî wan kirine, bi piratîkî nîşan didin û gotiye, ew karên ku çekdarên PKKê dikin, qanûnî nîne ji ber ku ji ti kesî mohlet û destûr nexwastine.

Li gorî agahiyên wî jêderê Basê, beriya niha û di werza havînê de dema medrese dihatin girtin PKKê xort dibirin Qendîlê û bo wan dewreyên fikrî û çekdarî vedikirin. Lê niha ji ber êrişên asmanî yên Tirkiyê PKK nikare wan xortan bibe Qendîlê lewma li nav bajêr de wan perwerde dike. Temenê wan xortên ku ji aliyê PKKê ve fêrî şer tên kirin jî di navbera 16 heta 25 salan de ye.

Li gorî agahiyên Basê, PKK li Kerkûk û Xurmatû bi azadî digere û çi dilê wê bixwaze jî dike!

Parlamentera kurd û nûnera Kerkûkê li parlamentoya Iraqê, Emîre Zengene nerazîbûna xwe li hember çalakiyên PKKê li devera Xurmatû aniye ziman û gotiye, ez li dijî wan çalakiyan im yên ku PKK li Xurmatû dike. Gelo ew bo çi xortan fêrî şer û çekan dikin. Gelekî bê ser û berê hereket dikin. Ez ji xortan dixwazim qet nedin dû PKKê. Ji ber ku wan dixapînin û dibin çiyê paşê jî nahêlin vegerin û mêjiyê wan tijî hizrên xelet dikin.

Wê nûnera Kerkûkê diyar kiriye ku ti sûda PKKê bo xelkê nebûye tenê serê xelkê êşandiye û gotiye, ez dîsa dibêjim bila nehêlin PKK li Xurmatû xula serbazî veke. Deverên mîna Xurmatû gelekî aloz in.Ji aliyekî Pêşmerge şerê DAIŞê dike li aliyê din Heşda Şeibî zilmê li welatiyan dike li aliyekî din jî PKK xula serbazî vedike. Jixwe PKK ji wê aloziyê sûd werdigire û çi bixwaze dike.

Xurmatû bajarekî Kurdistanî ye lê li derveyî Herêma Kurdistanê. Li Xurmatû ji bilî kurdan, turkmen û ereb jî dijîn. Piraniya turkmenên wir jî şîe ne. Xurmatû girêdayî parêzgeha Selahedîn ya Iraqê ye.