Piştî du mehan komek kes karîn ji Hewîcê birevin

Efserekî asayişê: DAIŞê navbera Kerkûk û Hewîcê tijî mîn kiriye

Azad Mehmûd 

BasNews – Piştî du mehan komek welatiyên bajarokê Hewîce yê Kerkûkê karîn ji destê DAIŞê birevin û rizgar bibin. Berpirsekî asayişa Kerkûkê jî dibêje, DAIŞê rêya navbera Hewîce û Kerkûkê tijî mîn û bomb kiriye.

Zêdetirî du mehan bûn ti kes ji bajarokê Hewîce yê Kerkûkê ji destê DAIŞê nereviyabû lê çend roj berê derdora 40 kesan karîn rizgar bibin û xwe bigihînin hêzên Pêşmerge.

Kesekî bi navê Ebû Celîl (48 salî), ku di nav wê komê de bû, ji BasNewsê re behsa rewşa Hewîcê û çawaniya rizgarbûna xwe kir û got, bi rastî êdî jiyan li Hewîcê nemaye tenê dengê mirinê tê. DAIŞê dest daniye ser tevahiya çavkaniyên jiyanê. Ji ber wê jî her kes dixwaze kunekî bibîne û xwe ji wê cehennemê rizgar bike.

Ebû Celîl her wiha got, me mêjve pilana revê danîbû lê firsend çênedibû. Carekî me bi hêceta dîtina xizmên xwe, destûr wergirt ku em derkevin derveyî bajêr. Piştî ku em ji bajêr derketin me firsend dît ku em xwe bigihînin hêzên Pêşmerge. Dema em gihîştin Pêşmerge me digot qey em nû ji dayîk bûne.

Wî welatiyê erebî da zanîn ku kereste û eşyayên jiyanê li Hewîcê pir biha bûne û got, kîloyek şekir 35 hezar dînar bû! Telîsek ard 200 hezar dînar bû! Bitlek gaz 75 hezar bû! Mirovan li nav hewşa xwe de pincar diçandin, hinekan li ber deriyê mala xwe genim diçandin û bi wî genimî nan dipatin…

Ebû Celîl da xuyakirin ku ji ber nêzîkbûna operasyona rizgarkirina Hewîcê, çekdarên DAIŞê gelekî ketibûn panîkê û got, ji ber wê jî piçekî li kê şik bikirina yan digirtin yan jî dikuştin. Girtîgeh tijî welatî bûn, bajar gelekî aloz bû. Balafirên şer her roj derdora bajêr didan ber bombeyan…

Efserekî asayişa Kerkûkê, ku nexwast navê wî were ragihandin, ji BasNewsê re got, terorîstên DAIŞê dever û rêyên navbera Hewîce û Kerkûkê tijî mîn û bomb kirine da ku welatî nekarin bi hêsanî birevin. Ji ber wê jî ev demek e xelkê Hewîcê zêde nikarin birevin.

Bajarokê Hewîce 55 km dûrî Kerkûkê ye û dikeve başûrê rojavayê Kerkûkê. Piraniya xelkê wir erebên sunnî ne. di serdema rêjîma Beis de kurd jî li wir hebûn lê ji ber êrişên terorîstî kurd li wir derketin.

Hewîce havîna 2014 ket destê DAIŞê û heta niha jî di destê DAIŞê de ye.