Heta Kongre YNKê hemû desthilatiyên Talabanî dê di dest Kosret Resûl de bin!

01/08/2017 - 09:51 Kategori Raport

Hêmin Salih

BasNews – Her du baskên YNKê rêkeftin ku Kosret Resûl Elî heta kongreya YNKê, hemû desthilatiyên Talabanî di dest wî de bin û piştî wê rêkeftinê bi biryara Kosret Resûl û rizamendiya polîtburoyê ve Şanaz Îbrahîm wek Ala Talabanî ji erkê xwe hate dûrxistin û herwaha desthilatiyên Lahûr Şêx Cengî jî hatin sînordar kirin.

Li gor zanyariyên ji çavkaniyek agahdar ve ji rojnameya Bas re hatin dayîn, berî vegera baskê navenda biryar a YNKê bo civînên rêveberiyê û polîtburoyê, çend civîn di navbera her du baskan de bi serokatiya Hêro Îbrahîm de pêkhatiye û Kosret Resûl wek biryarderê navenda YNKê hatiye destnîşan kirin. Her du alî geheştin wê yekê ku heta kongrê ku Kosret Resûl heta kongreya YNKê hemû desthilatên YNKê di dest de bin.

Li gor zanyariyên bi dest ketin wek biryara berî naha cîgirê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl çawa Ala Talabanî ji erkê serokê fraksiyona YNKê wergirt, herwaha ji ber xirabî û ne hemahengiya helwêstên Şanaz Îbrahîm ku xwîşka Hêro Îbrahîm li gor nûçeya malpera Spî Medya li Silêmaniyê li erkê xwe yê berpirsiya rêxistinî ya derve ya YNKê hatiye dûr xistine.

Çavkaniyan ji Bas re aşkera kir, bi rêkeftina her du baskan ve sînorek bo desthilatiyên Lahûr Şêx Cengî hatiye danîn. Sedemê wê jî ew e ku hêzeke Lahûr Şêx Cengî bê ku hesabê bo baskê navenda biryar a YNKê bike, ji ber pirsgirêka basikan li Çemçemalê avêtine ser navenda malbenda YNKê û li ser daxwaza Kosret Resûl bo aloznebûna zêdetir a pirsgirêkan berpirsê malbenda YNKê yê Çemçemalê Berzan Ehmed Kurde ne vegeryabû wê malbendê.