Êzdî dixwazin bixwe deverên xwe rizgar bikin

Mehma Xelîl: Eger heşdî şeibî û PKK li deverê bin ti Şingaliyek navegere ser cîh û mulkê xwe.

Lezgîn

BasNews – Fermandarê fermandariya Şingalê yê Pêşmergeyên Kurdistanê ji Bas re diyar kir: ‘’Piştî heşdî şeibî ber bi Şingalê ve hat, bêhtir ji 400 kesên êzdî bûn endamên heşdî şeibî û hatin bi çek kirin di nav heşdî şeibî de.

Fermandarê fermandeyiya Şingalê yê Pêşmergeyên Kurdistanê Qasim Şeşo ji Bas re diyar kir: ‘’Sedî 80ê Şingal ji aliyê Pêşmergeyên Kurdistanê ve hatibû rizgar kirin, em li bendê bûn deverên din jî rizgar bikin, lê bê hemahengiya heşdî şeibî ya ber bi devera Şingalê û hatina wan a Tel Benat û Tel Qeseb û Koço û Qabûsî û Gir zerk û gelek gund û wargehên din ên kurdên êzdî xistin bin kontrola xwe. YPG jî li Sîba Şêxidir û Gir Ezêz kar dikin bixin bin kontorla xwe, rastî jî gelek metirsî ne li ser Şingalê û paşeroja Şingaliyan.’’

Şeşo ragehand: ‘’Ew êzdiyên bûne endamên heşdî şeibî naha dema ku heşdî şeibî devereke êzdiyan rizgar dike wê deverê dê radestî wan êzdiyan bike, yên bûne endamê heşdî şeibî wek Koço radestî xelkê wê deverê kir. Lê metirsî heye Şingal bibe sê parçe, ji ber heşdî şeibî bê hemahengî qesta devera Şingalê kir. Herwaha sê sale Şingalî daxwazê ji PKKê dikin ku deverê vala bikin, hîn jî vala nekiriye, em ditirsin rojek bê heşdî şeibî li vê deverê bimîne.’’

Kesayeta kurdên êzdî Dasin Mîr Faruq Beg, ku ji binemala mîrên êzdiyane ji Bas re got: ‘’Her kesek êzdî bigehîte heşdî şeibî û bibe endamê heşdî şeibî dê dîrok wan ceza bike, ji ber heşdî şeibî li ser bingeha tayfeyî û mezhebî kar dike û dê ziyanên mezin bigehîne êzdiyan. Pêwîste êzdî ji wan planên metirsîdar ên Îran û Malikî re hişyar bin, gelek şaşe kesek êzdî bibe endamê heşdî şeibî.’’

Herwaha got: ‘’Heşdî şeibî bo êzdiyan nabe mal, metirsî heye ji ber heşdî şeibî û PKKê carek din êzdî rastî fermaneke din bên li Şingalê. Em daxwazê ji xelkê xwe dikin ji planên dijminan hişyar bin, ku em rastî karesatên din neyên, ji ber her artêşa Iraqê bû di sala 2014ê de çek da terorîstan di nava Mûsilê de û êzdî bi çekên wan hatin kuştin û revandin û bê serûşûm kirin.’’

Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl jî bo Bas ragehand: ‘’Êzdî naxwazin heşdî şeibî deverên wan rizgar bike, ji ber êzdî dixwazin ew bixwe deverên xwe rizgar bikin, heşdî şeibî bê alîkarî û hemahengiya li gel rêveberiya Şingalê qesta deverê kiriye, em daxwaz dikin li deverê nemînin, ji ber hebûna heşdî şeibî li Şingalê dê gelek aloziyan li gel xwe bîne.’’