PDK însiyatîfek nû pêşdixe!

Hêmin Salih

BasNews – Biryare sibê çarşemê civînek bilind a aliyên siyasî yên Kurdistanê li Selahedînê bi serpereştiya serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de dê pêkbê, endamek polîtburoya PDKê jî aşkera kir, civîn bi dengên giştî yên niştimanî ya hemû aliyan ve dê roja referandomê diyar bikin, ku biryare îsal bê kirin.

Endamê polîtburoya PDKê û cîgirê serokê parlmantoya Kurdistanê Cefer Emînkî ji rojnameya Bas re aşkera kir, PDKê hemû aliyên siyasî vexwandine bo pêkanîna civînek berfireh û gotûbêj kirina rewşa siyasî ya Kurdistanê û pirsa referandomê û got: ‘’Civîn roja çarşemê ye û bi beşdariya hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê û pêkhateyên Kurdistanê dê pêkbê û armanca civînê gotûbêja rewşa siyasî ya herêma Kurdistanê û ava kirina komdengiya niştimanî û diyar kirina roja referandoma serxwebûna Kurdistanê ye.’’

Herwaha amaje bi vê yekê jî kir, diyar kirina roja referandomê dê îsal be û berî naha civînek din jî her di vê derbara referandomê de hatiye kirin.

Girêdayî heman mijarê endamê polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre ji Bas re ragehand, babeta referandomê babetek giring a naha Kurdistanê ye û nabe bi babetên din ve bê girêdan, ku aliyên siyasî cudayiyên wan li ser heye û ragehand: ‘’Eger em dixwazin referandomê bikin, nabe em li dû bahaneyên din bikevin, divê biryara hemû aliyan ve biryar bê dayîn, tişta têbinî jî li ser hatiye kirin, hemû alî amade ne bo vê pirsê û demeke li ser vê pirsê me gotûbêj kirine, tişta peyvendiya xwe bi YNKê ve heye, YNKê li ser vê pirsê amadekarî kirine û xebatên YNKê ji bo serxwebûna Kurdistanê ye.’’

Herwaha li gor malpera Kurdîw a Yekgirtûya Îslamî serokê giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behadîn li gel hejmarek endamên cîhbicîhkar û şêwirmendên bilind ên partiya xwe civiya ye û di civînê de ragehandiye, gef û gohertinên di navxwe û derve de heyî li hember vê yekê yekrêziya niştimanî û yek helwêstî heye û wek Yekgirtû bo vê qonaxê ew li gel pirsa serxwebûn û pêkanîna referandomê ne, ku divê ev derfet ji dest neçê, bi hemû aliyan ve hewlên cidî bên dayîn û bi gotûbêj û aştî û pêkvejiyan û yekrêziya navmala kurd bê parastin û li gel yek pêşwazî li hemû egeran divê bê kirin.

Endamê civata niştimanî ya Tevgera Gorran Mensûr Enwer Beg ji Bas re ragehand, biryara beşdarbûna Gorran a wê civînê ji aliyê berdevkê fermî yê Gorran ve divê bê ragehandin, lê wek nêrîna kesî ya wan bixwe, Kurdistan 25 sale dewlete û got: ‘’Em bixwazin û nexwazin em naha dewletin, her tişteke me dişibe dewletê, tenê rêveberiya me ya navxwe ne wek dewlete û pêwîste em navmala xwe rêkbixin.’’

Herwaha got: ‘’Em piştgiriyê li referandomê dikin, çi babeteke yasayî be em li gel in û em dixwazin bi awayeke yasayî bibin dewlet, em dikarin vê bikin û ew babet di destê me bixwe de ye, berî naha gelek civîn pêkhatin, lê ya giring ew e civîn li gel xelkê Kurdistanê pêkbê, eger me hemûyan îrade hebe, pirsgirêkên Kurdistanê ne di wê astê de ne ku neyên çareser kirin, du demjimêr bes e bo civîneke xwedî biryar.’’

Herwaha got, pêwîste di vê qonaxê de hemû aliyên siyasî bo çalak kirina parlamentoyê jî rêk bikevin, ji ber referandom pêwîstiya xwe bi yasa û rê û cîh heye.