Bajarê Spî Dîroka Reş

BAS- Şefîq Pêşeng

Nifşê me navê Portugalê bi saya gogbaz Eusébio da Silva Ferreira bihîstibû.  Eusébio bi eslê xwe ji Mozambîkê bû, Mozabîk jî mêtingeheke Portugalê bû. Bernavkê wî jî 'Pilingê reş' bû. Eusébio li Lîzbonê li gel Benfica Lîzbonê û ji bo taxima netewî ya Portugalê dileyîst. Niza gelo dema Eusébio bi formaya alaya welatekî dagirkerê welatê wî li ser sîngê, dileyîst çi hîs dikir? Lê dilîst û diyar bû ku ev rewş ji aliyê gelek hogirên wî yên li welatê wî nedihat qebûlkirin, ne xema wî bû.

Portugala di ciwaniya me de jî bi dîktator Salazar, şerê Angalo û Mozabîkê yên rizgarîyê û romana Alvaro Chunhal ya bi navê 'Li Portugalê spêda azadiyê' di hişê me de cîh girtibû.

Hizrên min yên derbarê portugaliyan ne zelal bûn. Li aliyekî Salazarê faşîst, Portugala li Afrîkayê dagirker û li alîyê din portugaliyên di Nîsana 1975’an de bi şêweyeke mucîzevî şoreşa qerenfîlî pêk anîbûn û him Portugal ji rejîmeke faşîst û him ji gelek welatên mêtingeh ji mêtingehkariyê rizgar kiribûn.

Min di nava van hizrên tevîhev de, portugalî cara pêşî li Almanyayê nas kirin. Pêşiyê li festîvalan, paşê di karûbarên komelê de. Di dawiya salên 1990’î û destpêka salên 2000’î de Komela Civata Kurd, Civata Yûnaniyan û komeleke Portugaliyan ku komeleke werzişî bû, cîranê hev bûn. Loma jî em gelek caran rastî hev dihatin, me silav li hev dikir, li hal û xatirê hev dipirsî. Portugalî rojên ku leyistikeke gogê hebû, bi jin û zarokên xwe dihatin komelê, him bi hev re xwarin dixwarin û him jî li leyistikê temaşe dikirin. Carekê jî min bi wan re li leyistikeke Portugalê temaşe kiribû. Piştî her golê weke ku min gol avêtibe, ez jî maçî û himbêz dikirim.

Li hêvîya derfetekê bûm ku rojekê biçim bajarê Eusébio lê fûtbol leyistibû, li leyistikeke fûtbolê temaşe bikim, di êvareke ji rengê behrê de li Fadoyê guhdarî bikim, navrojekê 'fîesta' bikim û axirê her sê F-yên desthilatiya Salazarî li ser niga dihiştin, nas bikim.

Bajarê lê dijîm Koln bi gelek taybetmendiyên xwe navdar e. Karnavala wê jî navdar e. Bi sedhezaran kes ji dervayî Kolnê tên Kolnê. Di hefteya Karnavalê de 'bêhna mîza hespan' ji Kolnê difûre, 'gunehkarî' zêde dibe, kûçe û kolan bi sermestan mişt dibin. Ji gunehkariya van çend rojan, neh mehên din gelekên wan 'bavnenas' bi sedan zarok ji dayik dibin.

Di van salên dawî de em di karnavalê de diçin devereke din. Hedefa me ya vê salê Lîzbon bû. Hesteke xweş e ku meriv bêyî tirs, pirs û rawestandinê tixûbên dewletan derbas bike. Ku em li Lîzbonê daketin, kesî tiştek ji me nepirsî, ji xwe me kes nedît û kesî bixêrhatin jî li me nekir.

Paytext navendên siyasetê ne, hinek jî nîşan û kelehên zilmê û serdestiyê ne. Hemî biryarên girîng li wan tên wergirtin. Sitemkar, desthilatdar li wan kar û barên xwe dimeşînin, li wan 'meşka xwe li dar dixin'. Xwîntal in, tamsar in mirûzkirî ne. Rûçikê Brejnev tînin bîra meriv. Lîzbon jî bi qasî Berlînê, Londrayê, Madrîdê, Romayê Anqera, Şam, Tehran û Bexdayê gunehkar e. Stratejiya şerê bi armanca jidestneda sîstema mêtingehkar ku Portugaliya ji vî şerî re Guerra do Ultramar -şerê li paş deryayê gotiye, li hemberî Mozambîkê, Gîneyê, Angolayê, li vî bajarê spî hatibû çêkirin. Ji bo parastina sîstema mêtingehkar herî zêde vî bajarî nigê xwe li erdê xistibû. Dîroka reş ya mêtingehkariyê li vî bajarî hatibû nivîsandin.

Bajar li ser Çemê Tejo ye, li ser heft giran ava bûye û li qiraxa deryayê ye. Derîyê dawî yê Ewropayê ye, jê wê de av e û heta Amerîkayê av e. Min hêvî dikir bikaribim bibêjim ku Lîzabon weke paytexta dewleteke mêtingehkar ji dîroka xwe ya reş fedî dike. Lê di rastîyê de dema meriv li bajêr digere, dibe şahidê gelek nîşan û diyardeyên ku di dîroka vî bajarî de milîtarîzm serdest bûye. Navên gelek meydanan navê generalan e, gelek peyker û monument ên eskeran e. Eger meriv bikaribe dîroka keç û lawên vî bajêrî îro jê neberpirs in, deyne alîyekî, Lîzabon bajarekî delal e, berêvaran delaltir dibe, bi şev bi awazên Fado û bêhna meyê dibe bajarekî efsûnî. Jê re Bajarê Spî tê gotin lê rengareng e, hemû tonên payîzê li yek kuçeyekê dikarin derkevin pêşberî we. Di hûrguliya her kûçe û meydanekê de sirek veşartî ye.

Derketina kaşkaşokên wê, fitlonek û pêlikên wê meriv diwestînin. Lê piştî her fitlonekê barek, xwaringehek, pastaxaneyek an qehwexaneyeke derîvekirî li benda meriv e. Êvaran ji her kuçeyekê awaza Fadoyê bilind dibe. Li wê fêrbûm: Fado ji fatuma latînî tê. Wateya wê jî qeder e û ji taxa feqîriyê, ji devê  jinên laşfiroş belav bûye. Belkî sedema hizn û dilbikeseriya wê jî ev be. Ku li xwaringehekê an barekê, navdar, nenavdar hunermendek dest bi stranekê kir, êdî kes nema xwarinê dixwe, ji cîhê xwe ranabe mêvanên dixwaze derbasî hundir bibe jî heta stran neqede li ber derî disekine. Ev yek heta bêhndanê dom dike.

Kuçeyên bajêr teng in hin ji wan bi qasî erebe nikarin têkevin wan teng in. Dişibin kuçeyên Diyarbekir û Mêrdînê, lê ji sebeb, kaş û pêlikên xwe bêtir dişibin yên Mêrdînê. Tramvayên dîrokî ku her yek vagonek e û dor 20-25 rêwî dikarin li wan siwar bibin, weke gêriyan di wan kaşan de, ehlê bajêr digihînin malên wan, mêvanan jî digerînin. Li bajarê kevn kuçe, kolan, meydan û rêyên peyayan tev ji keviran e. Destdariya seramîk li vî bajarî bi nav û deng e, loma jî dîwarên derva yên gelek xanîyan û dîwarên hundir yên gelek xwaringeh, pastaxane û baran bi seramîkan xemilandî ne.

Ji xwarinan masîyê di nava xwê de ziwakirî-Bacalhau- navdar e. 160 cûre xwarin jê tê çêkirin û helbet, xwarinên ji masî û ajalên deryayê û pasta wan ya bi navê Nata.

Heftenameya BAS