Divê Rojavayê Kurdistan nebe qurban!

Şeyhmus Ozzengîn

Kadroyên PKK, Bi salane li serê çîya ne û hayê wan ji rewşa dinê a siyasî tineye. Li angora bandora rêxistinên îstîhbaratî li mesela dinêrin. Bi rîya Ocalan, îdeolojîya ku ketîye serê wan, ne xwedîyê wan refleksên siyasî ne ku li gor demê şîrove bikin. Bandora siyaseta wekaletê çavê wan kor kirîye.

Her kadroyek PKK ku daxuyanîyekê dide, hevoka wî a yekem bi „bandora xeta serok Apo“ destpê dike.

Di dubarekirina vê îdeolojîyê de wate ne girînge. A girîng ewe, ku mîna ayetên olî li ser xwe vê dubarekirinê ferz dibînin û di ezbera xwe de dubare dikin.

Emerîka di derheqa sê kadroyên PKK de biryarek girt. Helbet ev biryara Emerîka, bi wateye û armancên vê biryarê bi kûranîya siyaseta rojhilata Naverast a piralî ve girêdayî xuya dike. Helbet, muhatabên vê mesaja yekem Tirkîye û PKK ye. Lê kadroyên PKK ji têgihîştina vê mesajê û armancên vê biryarê yên pêşerojê dûrin û bi wê îdeolojîya Ocalan û PKK jî, nikarın binirxînin. Serê xwe bi têgihiştina vê biryarê re jî naêşînin.

Li ser vê biryara Emerîka, argûmanên kadroyên PKK û yên dewleta Tirk di yekhelwestê de hevûdû temam dikin. Gelo çima?

Berdevkên dewleta Tirkan dibêjin;

Emerîka bi vê biryara ji bona sê qadroyên PKK, dixwaze me bixapîne û têkilîyên xwe yên bi PYD/YPG re meşrû bike. Dixwaze PKK û YPG wek du hêzên jihev cûda bi me bide pejirandin. Em vê lîstikê qebûl nakin.“(!)

Mixabin qadroyên PKK di her fersendê de vê daxwaza dewleta Tirkan tînin cîh û eşkere dipejirînin ku, „hêza xwedî gotin li Rojava PKK ye“ û „divê emerîka vê rastîyê qebûl bike“

Li ser eynî mijarê bersîva qadroyên PKK li ser biryara Emerîka jî bi dewleta Tirkan re di eynî wateyê de ye. Yanî PKK û Tirkîye bi hev re diqîrin li henber Emerîka û dibêjin „Rojava di bin bandora PKK de ye“(!)

Qadroyên PKK jî armanca Emerîka red dikin û dibêjin;

"Amerîka dixwaze bandora PKKê ya li ser Rojavayê Kurdistanê bişkîne û Tirkiyê li dijî Îranê bikar bîne. Em vê qebûl nakin."

Lê ji hêla din de jî ji emerîka çekan digirin û dixwazin ku divê „Emerîka li henber êrîşên tirkan Rojava biparêze“(!)
PKK li Sûrîye çi dike ku Emerîka dixwaze wê bandorê bişkîne?

Çima PKK, her ji Emerîka re astengan derdixe ku rêya parastina herêmê bêt girtin û karê YPG/PYD zahmet dike?

Erdoğan ji civîna li Stenbol, ku bi serokên Elmanya, Fransa û Rusya re pêkanî hêz girt û eşkere got;

Emê li rojhilatê Fırat'ê jî hêzên terorê têkbibin. Me pîlan û proja xwe temam kirîye. Di demek nêzîk de emê li binguhên rêxistina terorê bixin“(!)

Di hewlên Emerîka yên Sûrîye de, di hewlên Emerîka yên li dijî Îran yên Rojhilata Naverast de; PKK terafgirê stratejîya Îran bi xwe ye. Ev ne tiştekî veşartîye. PKK,Tasa destê Rusya, kevçîyê destê Îran û xwarina dîktatorîya BAAS'îyan bi xwe ye.Sebeba têkbirina destkevtinên Başûrê Rojavayê Kurdistan bi xwe ye. PKK serkêşê „şoreş“a erebkirina Başûrê Rojavayê Kurdistan bi xwe ye!

Li Başûrê Rojavayê Kurdistanê stratejiya PKKê hatiye birêkûpêkkirin: PKK, li Başûrê Rojavayê Kurdistan li dijî berjewendiyên kurdan e. Bê ruhê netewî, bê stratejiyeke Kurd û Kurdistanî tevdigere. PKK, Ji argûmanên têkoşîna rizgariya netewî dûr e. Esasên bidestxistinên netewî, li ser teoriya "gelan û biratiya gelan"(!) hatiye avakirin. Rihê Kurd û Kurdistanî di vê teoriyê de mirî ye. Hertişt ne li gor xwestinên netewa Kurd û Kurdistan, li gor xwestin û armancên stratejiyên rêxistinî-partîzanî ava bûne. Di vir de ji bona PKK, Kurd ji bona vê stratejîyê tenê qurban in. Ev di şerê Efrînê de jî derket ber me. Di siyaseta PKK de armanc; ne tomarkirina serkeftinên netewî yên kurdan e. Bi xwîna kurdan tomarkirina qaharemaniyên rêxistinî-partîzanî ne. Ji bona şerê wekaletê, propaganda rêxistinî û xurtkirina destê hizbî esas e. Di propaganda Qobanê û ya Efrînê de jî ev bi rewşeke zelal derket ber me.

Berdevkên PKK, armancên xwe û tahrîbata ku li Başûrê Rojavayê Kurdistan, yên îdeolojîk û partîzanî, bi rewşek pir zelal tînin ziman. Berî bi 7 salan hejmara Kurdan li Başûrê Rojavayê Kurdistan nêzî 3 milîyonan bû. Niha ev hejmara kurdan li Başûrê Rojavayê Kurdistan daketîye li dor 1.2 milîyon. Îro li Başûrê Rojavayê Kurdistan hejmara Ereban ji ya kurdan pirtire. Qadroyên PKK vê rastîyê jî pir zelal tînin ziman. Dibêjin:

Aniha di nav Federasyona Bakurê Sûrîye de hejmara Ereban ji ya kurdan pirtir e. Ramanên serok Apo yê netewa demokratîk, Kurd, Arap, Suryanî û pêkhateyên din anîne cemhev.“ û vê hebûna xwe li Rojavayê Başûrê Kurdistan wek pêşengên Şoreşekê binav dikin û dibêjin;

Emerîka, dixwaze PKK ji Rojava derxîne û şoreşa Rojava bîne ser xeta xwe a îdeolojîk û çizgîya siyasî.“(!)

Di virde jî pir zelal derdikeve ber me, ku armanca PKK li Başûrê Rojavayê Kurdistan ne destkevtinên kurdan e. Armancek wan a îdeolojîk û partîzanî heye. Her hewl û hebûna xwe, ne li angora berjewendî û destkevtinên Kurd û Kurdistan, li gor xurtkirina PKK û karûbarên rêxistinî dimeşîne. Ev jî rastîyek ji armancên rêxistinên wekaletê bixwe ye.

Hebûna PKK li Başûrê Rojavayê Kurdistan, sebeba têkbirina wî beşê Kurdistan bi xwe ye. Heta ku hebûna PKK li Başîrê Rojavayê Kurdistan hebe, şertê ku Kurd li vî beşê Kurdistan li ser maseya guftûgoyên li ser Sûrîye yên navdewletî cîhê xwe bigire tineye