Wezîfeyên Çend Melayîketan/Milûkên Mezin

Milûkên Xwedê teala fena ruha ne, bûnewerên nûranî ne.

Hin ji wan  bes ji Wî re îbadet û taetê dikin, hin jî hin bûyrên li ser rûyê erdê diqewime digerîne, tîne cih.

Milûkên mezin û wezîfeyên wan î tên zanîn ev in:

Cebraîl, milûkê wehiyê ye, kelama Xweda digihîne pêxembera.

Mîkaîl, hin bûyrên di gerdûnê de ew îdare dike. Ser meselê zelzele, baran, agir, lehî û hwd...

Azraîl, weke melkemot jî tê zanîn. Ango mrlayîkê mewtê. Lê kurdiya wî jî xweş e û tê bikaranîn, ruhstîn.

Îsrafîl, wezîfedarê pifkirina Sûrê ye. Roja qiyametê û vejînê de ew ê li ser kar be.

Milûkên Hafaza, ango Kîramên Katibîn. Du heb in. Herekê li ser milekî veniştîye û yek çêyîyê yek jî xerabiyê dinivîse.

Munker û nekîr, melekên qebrê de dê ewilî mirov bide ber pirsên girîng.