Îsmaîl Beşîkçî ji bo Heftenameya Basê nivîsî; Hilbijartinên 30ê Îlonê

Li Herêma Kurdistanê 30ê Îlona 2018an hilbijartinên ji bo parlamentoyê pêk tên. Bi boneya vê hilbijartinê dixwazim hest û ramanên xwe bînim ziman.

Kurd û Kurdistan sibeha 16ê Cotmeha 2017an bi derbeyeke gelek mezin û giran re rûberî hev hatin. Halbûkî di referandûma 25ê Îlona 2017an encameke gelek serkeftî hatibû bidestxistin. Hevkariya li gel hêzên dijmin, anîn û vexwendina hêzên dijmin bi rêkeftinên nihênî bo Kerkûk û deverên din ên Kurdistanî ku ji Herêma Kurdistanê hatine veqetandin, helbet bû sedema travmeyek mezin. Kurdên ku haya wan ji vê hevkariya nihênî nebû û li dijî vê proseyê bûn, encama 25ê Îlonê ne parastin û ev jî aliyekî din e divê li ser bê rewastan.

Bikaranîna têgeha hevkariya li gel dijmin ji bo vêgotian vê proseyê gelek sivik dimîne. Divê ji bo van hêzan; hêzên xiyanetkar, hêzên ne netewî bê gotin ku ev gotin rasttir in.

Pirsgirêka sed salî...

Halbûkî, 7ê Hezîrana 2017an daxuyaniya ‘25ê Îlonê em referandûmê pêk tînin, em ê ji gel bipirsin bê dixwaze pêşeroja xwe çawa bibîne’ di Kurdan de hêviyeke mezin afirandibû. Piştî vê daxuyaniyê, ji Tirkiye, Îran, Iraq, Federasyona Rûsya, Amerîka, Îngîltere, Fransa, Almanya, Netewên Yekgirtî, Yekitiya Ewropa, ji dezgehên navdewletî yên weke Konferansa Îslamê li pey hev daxuyanî hatin. Di van daxuyaniyan de dihat gotin ku şaş e û bêsûd e Kurd referandûmê pêk bînin û destûr ji referandûmê re nayê dayîn. Van dewletan ev daxuyaniyên xwe di proseya referandûmê de bi biryardarî berdewam kirin.

Ev daxuyanî dihatin vê wateyê; Hûn weke Kurd, mafê we nîn e ku hûn çarenivîsa xwe diyar bikin. Tenê em dikarin pêşeroja we diyar bikin...

Pirsgirêka ewlekariyê...

Li hemberî van ferzkirinan, pêkanîna Kurdan a referandûmê di 25ê Îlonê de, ji bo diyarkirina çarenivîsa xwe bû gaveke gelek girîng. Di derbarê referandûmê de daxuyaniyên mîna; ‘ne dema wê bû’, ‘têkiliyên navdewletî li ber çav nehatin girtin’ gelek şaş in. Bifikirin ku em behsa kêşeyeke sed salî dikin. Em qala kêşeyeke ku ev sed sal in çareser nebûye û heta roja me hatiye. Em behsa welat û miletî ku ji bo ewlekarî, berjewendî, seqamgirî û bihêzbûna aboriya Tirkiye, Îran, Iraqa di kontrola Îngîltereyê û Sûriyeya di destê Fransayê de hatine dabeşkirin û parçe kirin dikin. Em behsa welat û miletî ku ji bo bextewarî, xweşî û aramiya Tirk, Ereb û Farisan hatine qurbankirin dikin. Helbet divê em jibîr nekin beşeke Kurd û Kurdistanê li Qefqasyayê ye...

Recep Maraşli 23ê Tebaxa 2018an di nivîsa xwe ya di ‘kurdistan-post.eu’ de gotiye, ‘Ji ber ku ez li aliyê qurbaniyan im, ez Cejna Qurbanê pîroz nakim’ Huseyîn Turhalli jî ji bo vê daxuyaniyê dibêje, ‘hêjatir gotina ku roja me vedibêje, ev e’. Rewşa Kurdan, Kurdistanê jî ev e. Xelet e ji bo hewldanên vejînê yên milet û welatekî ku ji 1920an heta niha hatine qurbanîkirin bi gotinên, ‘ne dema wê ye’, ‘şert û mercên navdewletî ne guncaw in’ bertek bên nîşandan. Rewşa Kurd û Kurdisatnê jî ev e.

Dema ku kêşeya Kurd, kêşeya Kurdistanê hat rojevê, dema ku Kurdan di derbarê pêşeroja xwe de hin pêşniyaz kirin, tim ‘ewlekariya Tirkiyê’, ‘ewlekariya Îranê’, ‘ewlekariya Iraqê’, ‘ewlekariya Sûriyê’ tê rojevê û tê gotin, ‘Tirkiye destûr nade’, ‘Îran destûr nade’, ‘Iraq destûr nade’ û ‘Sûriye destûr nade’. Tê gotin hêzên mezin ên weke; Amerîka, Îngîltere, Fransa, Almanya, Federasyona Rûsya, Netewên Yekgirtî û dezgehên navdewletî yên mîna Konferansa Îslamê her tim dê li gel Tirkiye, Iraq hwd. bin û ti hêz piştevaniya Kurdan nakin. Tê gotin ku Îsraîl piştgiriyê nade Kurdan û dê li gel Tirkiyê be.

Ewlekariya Kurdan jî helbet pirsgirêkeke gelek girîng e. Lêbelê ne hêzên mezin ên navdewletî û ne jî Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye ewlekariya Kurdan bo xwe nakin mesele. Ewlekariya Kurdan ne di radyo, tv û rojnameyên welatên mîna Amerîka, Îngîltere, Fransa, Almanya, Îtalya û ne jî di yên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê de qet cih nagire û behsa wê nayê kirin. Ewlekariya Kurdan helbet gelek girîng e. Vê jî divê Kurd li ser biaxivin, divê bi rijd li ser vê bisekinin û biaixivin. Ji ber ku ti kes li ser vê mijarê naaxive, nanivîse nabe Kurd xwe ji axaftina û nivîsandina pisgirêka ewlekariya xwe bidin paş. Divê ev bibe kêşeyeke girîng a dîpomasiya Kurd. Pêwîst e Kurd di civînên dîplomatîk ên dualî, sêalî vê rewşê bi rijd bînin ziman.

Nîzama Cîhanê ya Antî-Kurd...

Ev, nîşan dide ku nîzama navdewletî, nîzama cîhanî, nîzama Sykes-Picotê ji bo Kurdan çiqas bêedalet e. Ev nîzama ku di salên 1920an di dema Cemiyeta Miletan de hatiye sazkirin, gelek zû tê dîtin ka çiqas li dijî Kurd e û ne dadwerane ye. Tevî ku di sala 1945an di dema Netewên Yekgirtî de li her aliyên cîhanê guhetinên siyasî yên girîng pêk hatin, gelek mêtingeh gihiştin serxwebûna xwe di rewşa Kurdistanê de ti guhertinek çênebû û berdewamkirina neheqî, bêedaletiyan bi heman awayî rewşek e ku divê li ser bê rawestan.Dema ku aşitiya navdewletî, edaleta navdewletî bû behsa mijarê, gelek zû dê bê dîtin ti rewabûna van sînorên ku Kurdan, Kurdistanê perçe dikin, dabeş dikin.

Kurdistan ne mêtingeh e jî. Mêtingeh statûyek e. Gelek di asta nizm de be jî mêtingeh statûyek e. Lêkolînkirina tez a,’Kurdistan ne mêtingeh e jî’ bi palpiştên wê yên dewlemend ve girîng e. Dema ku hat gotin, ‘Kenya mêtingeha Îngîlîzan e’ di asteke nizm de be jî, nasname û statûyeke Kenyayê heye. Berî her tiştî welatekî ku sînorên wî hatine xêzkirin heye. Lêbelê ti statûyeke Kurdan, Kurdistanê tune ye. Biryara Serxwebûna Mêtingehan a bi hejmara 1514 ya 14ê Mijdara 1960an a Lijneya Giştî ya Netewên Yekgirtî, di vî warî de pêwsît e bi hesasî bê nirxandin.

Sibeha 16ê Cotmehê...

Em sibeha 16ê Cotmeha 2017an bibîr bînin... Hêzên leşkerî yên Tirkiye-Iraqê li Silopiyê bi firokeyên şer, wesayîtên zirhî û tankan tetbîqat (manora) dikirin. Hêlên esmanî ji xwe ji aliyê van dewletan ve hatibû sekinandin. Di rewşeke wiha de, van dewletan, bi hinceta ‘ewlekariya wan tehdît dike’ hewl didan encamên referandûmê têk bibin. Hewl didan Kurdan çavtirsandî bikin. Halbûkî li hember derfetên leşkerî yên mezin, hêza leşkerî ya mezin a van dewletan, derfetên Kurdan ên leşkerî û kelûpelên leşkerî yên Kurdan ne ji hezaran yek a van dewletan e jî. Ev bi qestî, bi zanebûna wateya hezar û ji hezaran yek tê gotin. Tevî vê yekê jî dhat gotin ku referandûm gef e li ser wan.

Ev gef çima tê rojevê, daxwaza cezakirina Kurdan çima bi awayekî aktîf tê rojevê? Bersiv gelek zelal e... Ji ber ku Kurd mafên xwe yên gelek demokratîk bikar tînin, çarenivîsa xwe ji gel dipirsin...

Pirsgirêka esasî ev e; Vejîn û hewldanên zindîbûna kurdan ji aliyê van dewletan ve weke gef tê têgihiştin. Dewletên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye dizanin ku Kurd bi temamî nayên jiholê rakirin, lê dixwazin ne xwedî nasnameyeke cidî bin ûbi wî awayî bijîn. Dixwazin Kurd beşdarî malbata netewan a cîhanê hwd. Nebin... Ji ber wê yekê hewldanên Kurdan ên vejîn û zindîbûnê weke gef tên qebûlkirin. Ji nêz ve tê zanîn ku ev nîzama cîhanî ya antî-Kurd piştevaniya vê rewşa neheq û ne adîlane dike.

Kurd, beşdarî hilbijartinên giştî yên 12ê Gulana 2018an ên Iraqê bûn. Di parlamentoya Iraqê de bi 57 parlamenteran tên temsîlkirin. Van rojan li Iraqê xebatên pêkanîna hikûmetê hene. Kurd jî di nav hewldanan de ne ku di hikûmeta nû de cih bigirin. 30ê Îlonê jî ji bo parlamentoya Kurdistanê hilbijartin pêk tên. Hêvşdar im ku ev ji bo xweamadekirin û bi ser xwe ve hatina Kurdan bibin xwedî erkeke erênî. Hevkariya du partiyên sereke yên li Başûr dibe rê li ber çareserkirina gelek kêşeyan veke.

Di sêwirandina pêşerojê de nabe rûdanên di raboriyê de pêk hatî neyên dîtin. Bi nedîtin û nezanîna raboriyê, destlênedana bûyerên paşerojê û nebûna rexne û xwerexnekirinê, pêşerojek nayê sêwirandin. Ji ber wê yekê pêwîst e em careke din li pirsa; ‘16ê Cotmeha 2017an çi qewimî’ vegerin. 16ê Cotmehê hêzên Kurd ên li dijî referandûmê, hevkarî bi hêzên dijmin ên weke rêveberiya Iraq û Heşda Şeibî re kirin û rê vekirin ku deverên mîna Kerkûk, Xurmatû, Xaneqîn û Celawla ku ji Kurdistanê hatine vqetandin, careke din bikevin destê Iraqê. Kurdên li wan herêman ku heta wê demê bi hebûna hêzên Pêşmerge di nav aramiyê de dijîn, rastî travmayeke kur hatin. Iraq û Heşda Şeibî ku dîsa ev dever bidestxistin dest bi talankirin û şewitandina mal û milkê Kurdan kirin. Zêdetirî sed hezaran Kurd ev dever bicî hiştin û ji neçarî xwe spartin Hewlêr, Silêmaniye û deverên din. Hîn jî ne diyar e ka hin malbat li kîjan deveran belav bûne... Ev zilma Kurd a li dijî Kurd e. Di serî de ji bo ku Iraq aram be ev zilm hat pêkanîn. Hevkariya du partiyên sereke yên li Başûr helbet gelek girîng e. Lêbelê heta ew koma xiyanetkar a di nav wê partiya sereke de neyê paqijkirin, nabe hevkarî li gel wê bê kirin. Ev ne travma û derbeyek e ku bi rexne û xwerexneyan bê jinavbirin. Kêşeya sereke ya Başûr ev e. Tawanekî şer ê gelek mezin hatiye kirin. Ji ber ku artêşeke navendî, bûrokrasiyeke navendî tune ye, tawanekî wisa giran jî nabe mijara darazê.

Li ser vê mijarê helbet pêwîst e, nîzama antî-Kurd a cîhanê, nîzama antî-Kurd a herêmî bê rexnekirin. Lêbelê divê em wê nîzama antî-Kurd a ku Kurd li hember Kurd pêk tîne jî bibînin.

Hêzên Kurd ên ku li dijî referandûmê bûn û behsa yekgirtina Iraqê dikirin, beriya referandûmê gelek caran li herêmên mîna Silêmanî, Helebçê xwepêşandanên ‘em mûçeyên xwe dixwazin’ dikirin. Xwepêşandanên ‘Em Kurdistana serbixwe naxwazin, mûçeyên xwe dixwazin...’ dikirin. Gelek caran bi meş, mitîng û xwepêşandanan hewl didan zext û fişarê li Rêveberiya Herêma Kurdistanê pêk bînin.

Eger van hêzan mûçe ne ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji Sedam Husên xwastiban, Sedam Husên dê ji ya wan daxwaz dikir zêdetir mûçe bida wan. Bigotana, ‘Em Kurdistanê naxwazin, mûçe dixwazin...’ Sedam Husên ji bo ku ‘Kurdistan çênebe’ dê ew di nav mûçe de bixeniqanda. Sedam Husên wê demê qet pêdivî bi jenosîd hwd. nedima. Jenosîd ji bo çi çêbû, li Biryargeha Ewlekariya Navendî ya Silmaniyê çi qewimî? Enfal çi bû, Helebçe çi bû? Ev operasyon ji bo çi pêk hatin? Çend navendên îşkencê yên mîna ya Biryargeha Ewlekariya Navendî ya Silmaniyê (Emna Sur) hebûn?

 

Gelek sûd tê de heye ku Kurd li ser Têkoşîna Rizgariya Niştimîna ya Kenyayê rawestin û lêkolîn bikin. Salên 1949-1950 di dema pêkhatina tevgera Mau Mau de li Kenya birs û xizaniyeke zêde û belav hebû. Beşek ji gel li fîrarê bû, li çiya bû. Beşek ku piraniya wan jin, zarok, kal û pîr bûn, ji ber zext û fişarên mêtingeran xwe sipartibûn welatên derveyî Kenyayê. Beşeke mezin a xelkê jî di zîndanan de bû. Lêbelê li Kenyayê gelê xwecihî di xwepêşandan û meşên tevgera Mau Mau (Derkeve here) ji bilêvkirina hest û ramanên xwe yên serbixwebûnê, qet paş de nema... Wê demê di destê Îngîlîzên mêtinger de çek û alavên leşkerî yên pêşketî hebûn, di destê xelkê xwecihî yê Kenyayê jî tenê çiv...

Dema ku Têkoşîna Rizgariya Niştimîna ya Cezayîrê bû behsa mijarê, Jean Paul Sartre gelek baş tê zanîn. Jean Paul Sartre, di dema Têkoşîna Rizgariya Niştimîna ya Cezayîrê de rêveberiya Fransayê bi tundî renxe dikir. Pêşgotina Frantz Fanon a di pirtûka wî ya ‘Lanetkiriyên Cîhanê’ de di têkiliyên mêtingeh - mêtinger de teksteke gelek bihêz e. Yê ku jibilî rêveberiya Fransa,bi giştî xelkê Fransayê, rewşenbîrên fransî rexne dikir, pirtûk û nivîsên bi serenavên ‘Em hemû Kujer in’ dinivîsand dîsa Jean Paul Sartre bû. Lê Jean Paul Sartre ev jî gotiye; ‘Ez nefretê ji qurbanekî ku heyranê qesabê xwe ye, mexdûrê ku rêzê ji celadê xwe re digire, dikim’. Jean Paul Sartre ev gotin ji bo ‘harkî’ (cûreyekî mîna cerdevanan) ên Erebên Cezayîrê ku li dijî Têkoşîna Rizgariya Niştimîna ya Cezayîrê li gel rêveberiya mêtinger ya fransî hevkarî dikirin, kiriye.

Careke din em li rojên 16ê Cotmehê, li rûdanên piştî 16ê Cotmehê binêrin. Heşda Şeibî û Hêzên Iraqî li hemberî Kurdan dest bi pêkanîna zext û fişarên mezin kirin. Li Kerkûk, Xaneqîn, Celawla û deverên din rêvebrên Kurd ji erkên wan hatin bidûrxistin û li şûna wan rêveberên Ereb û Tirkmen hatin tayînkirin. Kurd bi darê zorê ji malên wan hatin derxistin û milîsên Heşda Şeibî li malên wan hatin bicihkirin... Li dijî Kurdan weke van gelek operasyon hatin pêkanîn. Lê ew hêzên Kurd ku bênavber xwepêşandanên ‘Em mûçeyê xwe dixwazin...’ lidardixistin, li hemberî operasyonên Heşda Şeibî, hêzên Iraqê yên li dijî Kurd tenê gotinek jî nekirin, rexne û protestoyek nekirin. Ji xwe bi rêkeftinên nihênî wan Heşda Şeibî û hêzên Iraqê vexwendibûn bo Kerkûk û deverên din ên ji Kurdistanê hatine veqetandin. Lêbelê van hêzên Kurd, li hemberî geşedan û proseya li Rojava her tim demildest bertek û helwesta xwe nîşan didan. Tirkiye, El Nûsra, DAIŞ hwd. rexne dikirin. Helbet Rojava meseleya hemû Kurdan e. Lê ew ên ku dengê xwe li hemberî terora dewletê ya li Kerkûk, Xurmatû, Xaneqîn, Celawla hwd. Ya li dijî Kurdan dernedixistin û her roj ji bo Rojava digirîn qet ne samîmî ne. Ev cihê xemgîniyeke mezin e. Ne rewşeke wisa ye ku bê derbaskirin. Gelek sûd tê de ye ku Kurd li ser vê rewşê gelek bi berfirehî bisekinin û bifikirin...

Girîngiya Rexneyê...

Kurd bi dijminatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê, dijminatiya Mesûd Barzanî ti destkeftiyekê bi dest naxînin. Ev tenê dibe sedema kêfxweşiya derdor, hikûmet û dewletên ku dijminatiya Kurdan dikin. Di nav Kurdan de jî jibilî mexdûrî û hêvîşikestinê nabe sedema ti rewşeke din. Em di 18-20 salên dawîn de vê yekê dibînin; Li Başûr, Bakûr an jî li Rojava dijminatiya Partiya Demokrat a Kurdisatnê û Mesûd Barzanî bûye rêbazeke siyasî. Ev qet ne heşwesteke xêrê ye. PDK jî dibe bê rexnekirin, Mesûd Barzanî jî dbe bê rexnekirin. Lêbelê dijminatî tenê dibe sedema kêfxweşiya hêzên dijmin. Ev helwest ji bo Kurdan û Kurdistanê ti destkeftiyekê bi xwe re nayîne.

Xelet e ku bê gotin, Mesûd Barzanî referandûm ji bo berjewndiyên xwe yên kesayetî, ji bo berjewendiyên xwe yên rêxistinî pêk anî. Em serdanên fermî yên Serok Mesûd Barzanî yên ji bo Tirkiyê bibîr bînin; Mesûd Barzanî berî ku were Tirkiyê jî û piştî ku ji Tirkiyê vegere jî her tim aniye ziman ku serxwebûn mafekî xwezayî yê Kurdan e. Piştî ku ji Tirkiyê vegere daxuyaniyên li gor helwest û fikrên Tirkiyê ne dan.

Deriyên Sînorî...

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan meha Tebax a 2018an li Enqerê hevdîtinek encam dan. Civîneke çapemeniyê ya hevbeş pêkanîn. Di vê civînê de di derbarê Kurdan de yek peyva erênî nebû. Berovajî wê li ser tedbîrên ji bo zêdetir mexdûrkirin û heta tepeserkirina Kurdan gotûbêj hatine kirin. Bi vekirina deriyekî sînorî yê din bypaskirina Kurdan, Kurdistanê di nav mijarên hatine axaftin de yû.

Rêveberên Tirk, mînak; Ew maf û azadiyên ku ji Erebên Filistinê dixwazin ji bo kurdan qet naxwazin. Kurdan hêjayî van azadî û mafan nabînin. Dema ku ew gotinên ji bo filistîniyan tên kirin û gotinên ji bo Kurdan tên kirin hatin danberhevkirin, ev rastî dê bi zelalî bê dîtin. Bi zelalî tê dîtin ji bo Kurdan helwest û gotinên biçûkxistinê û heta heqaretê li holê ne.

Ev rewş, li gor min, dezavantajeke Tevgera Rizgariya Filistînê ye. Desthilateke ku li welatê xwe maf û azadiyên Kurdan bi zêdekirina terora dewletê tim tepeser dike û bênavber qala maf û azadiyên Erebên Filistînê dike, li cîhanê dengvedanekê pêk nayîne. Ev jî gotine ku bi ken bê derbaskirin e. Ne helwesteke rast e ku bêrawestan bi gotinên; Filistîniyên Misilman... Misilmanên filistînî... erd û esman bê hejandin û li aliyê din li ser Kurdên Misilman zext û polîtîkayên biçûkxistin û fişaran berdewam bikin...

Sûd tê de heye ku ev têkilî bê bibîrxistin; Cotmeha 2017an, berî bi 10 mehan, Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan ji bo Heyder Ebadî digot; ‘Tu ne mixatabê min î, ne di asta min  de ye û ne di qelîta min de yî...’ ‘Hedê xwe bizane...’ îro ji bo tepeserkirin û zext û fişarên li ser Kurdan û Kurdistanê, têkiliyên ku berî niha çêbûne ji nedîtî ve, ji nezanîn ve tên û bi hêsanî tên li gel hev. Hêzên dijminên Kurdan ji bo tepeserkirin û dorpêçkirina Kurdan tên cem hev, lêbelê çima Kurd nayên gel hev, li hember vê proseya neyînî hêzekê ava nakin, artêşele navendî, bûrokrasiyeke navendî ava nakin. Pêwîst e Kurd li ser vê rewşê gelek bi dirêjî bifirikin.

Dema ku hatin gotin; Kurd çi parve nakin, çi li holê ye ku bê parvekirin, Pêşmerge, taybet jî berpirsên Pêşmerge, komeke ku jê re tê gotin dewlemendên Kurd, ew ên ku di bûrokrasiya hikûmetê û di nav kadroyên bilind ên partiyên siyasî de, daxwaza van a komkirina mal û milk û jiyana civakî û aborî ya ji hilberînê dur... Ez di wê baweriyê de me ku ev bibin mijara nivîseke din.

Hilbijartinên 30ê Îlona 2018an girîng in

Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê yên 30ê Îlona 2018an girîng in. Kurd çawa di referandûma 25ê Îlona 2017an de li pêşeroja azad û serbixwe ya Kurd, Kurdistanê xwedî derketibin, pêwîst e di vê hilbijartinê de jî li Kurdistanê xwedî derkevin. Hin Kurdan ji bo têkbirina encamên gelek girîng ên referandûma 25ê Îlona 2017an li gel hêzên dijmin hevkarî kirin. Vê proseyê di nav Kurdan de, li Kurdistanê travmayeke kur afirand. Ez di wê baweriyê de me tercîha di hilbijartinên 30ê Îlonê de li gor xeta referandûma serxwebûnê be, ji bo ku dê travmaya li beşên din ên Kurdistanê jî, veguherîne bo hêviyê, gelekî girîng e. Hêvîdar im hilbijartinên 30ê Îlonê ji bo jinavbirina travmayê û pêçandina birînan, rê xweş bike.

Hevkariya herdu partiyên sereke di çarçova şert û mercên li jor, ji bo çareserkirina gelek kêşeyan dê rewşeke guncaw ava bike. Di nav tora van têkiliyan de zelal e ku nifşekî nû yê ku hest û hesasiyetên wî yên Kurd û Kurdistanî xurt in, dê bilind bibe. Diyar e ku ew nifşê Kurd dê bi biryardarî bertek nîşanî prose û hişmendiyên xiyanetkar bide.

*Gotara Îsmaîl Beşîkçî di hejmara 396 a Heftenameya Bas a Soranî bi wergera Kurdî (Soranî) ya Karzan Gile hatiye belavkirin.