Muzîka Kurdî Kiras Diguhere

Berî çend dehsalan, dema ku muzîka kurdî dihat ser qalê stranbêjên dihat ser ziman bi qansî tilîkên destekî bun; Cîwan Haco, Aram Tîgran, Hozan Serhed, Şivan Perwer, Gulistan, Xelîl Xemgîn, Şehrîbana Kurdî .. Û çend kesên din. Bi rastî jî evan kesan bi tena serê xwe mil dan bin vî barê giran yê kulturê û di wê baweriyê de me ku wan camêrana bi rûspî ev bar hilgirtin. Ta gihand nifşê nuh. Hezar rehme li gora dê û bavê wan bin. Di pêşeroja welêt de bila dilê wan rihet bin ku navê wan dê bi tîpên zêrîn were nexşandin.

Lê dem û dewran guherî. Ji kasetên teyiba, ji sêlikên plaka em hatin ser videoyan, klîban. Dewsa teyibê televîzyon û înternetê girt. Ya rast, Youtubê girt.

Madem dem û dewran guherî, helbet diviya stranbêjên zimanê kurdî jî xwe li gor pêdivîyên roja hazir amade bikin. Bi qansî min dît, piştî teşkê wan li hev ket û heya çavê wan vebû, ev pirsgirêk jî ji holê rabû.

Aniha xortên bedew û qeşeng radihêjin mîkrofon û gîtarê û li ber kamerayê diedilin. Di demek gelekî kurt de bi milyonan têne tikandin û guhdarî kirin. Ev valahiya di medyaya dîtbarî de, erê kêmasî zehf in, gelekî hatiye dagirtin.

Him xweşik in, him jî dengê wan zehf zelal in. Û stranên kurdî yên berê, ku ji aliyê stranbêjên gewre ve hatine gotin, bi formeke nûjen tînin ser zar û ziman. Ser meselê strana "teyrikê xurbetê" ya Koma Zerdeştê Kal e. Û niha ji aliyê du bira ve, Şîyar û Dijwar, tê gotin ku li ser youtubê nêzîkî 7.000.000 kesî lê guhdarî kiriye. Ez jî bi kêfxweşî lê guhdarî dikim.

Nesrîn dîse stranê kurdî yên weke klasîk bi formeke gelekî taybet û balkêş ni nuh ve de ruh dide kilamên zaroktiya min. Seyda perînçek, Raperîn, Hozan Sertaç û Hozan Aytaç, Rojda Kizil, Xecê, Şahê Bedo, Kemalê Amedê, Koma Sê Bira ... Lîste wilo dû dirêj dibe.

Pir kêfxweş û xweşbîn im ku stranê kurdî xwe li gor ruhê roja îro vejinand. Kete guhê me, ji wir de ber bi dilê me. Ev milet hebûnê heq dike bavo! Serkeftin stranbêjên zimanê diya min! Kurdî di nav dev û diranê we de heyatê dibîne.