Cebilxaneyên Diteqin/Çi Diqewime?

Ev çend roj in li pêy hevudu di ajansan de nûçeyên dilê mirov li hev dixe derbas dibin. Çi ne ew nûçe? Ew jî; 'Cebilxaneya ku hevpeymaniyê wek alîkarî ji pêşmerge re şandibû de teqînek mezin qewimî. Kes nizane ji ber çi ...'

Dûv re ez bi taybet dişopînim bê ka çer bû aqûbeta vê bûyera kirêt. Lê mixabin min hê jî nebihîstiye ku berpirsiyarek, hema bila yekî tilîka wî an jî qisûra wî di vî îşî de heye bihata ceza kirin. Lê na. Naxêr. Ti kes nehat ceza kirin.

Divê rayagiştî di vê mijarê de gelekî rijd û req bin. Divê serkirdeyên berpirsyar bi biryardarî bide ser pişta vê kirêtiyê. Li vî alî miletek û vîna wî, li aliyê din çend pêxwasên berjewendperest.

Lew ev alîkarî ne ji bo xatirê saxa, lê ji bo xatirê pakrewanên xwîna xwe di ber doz û welat û namûsa xwe de dane ye. Lomanî ev emanet e. Ev alîkarî ku bi hewante bête sabotaj kirin, dê welatê min, weke welatekî pênebawer were damxe kirin. Ev jî ji ti kesî re fêda wî tune.

Dîse dibêm. Em, weke rayagiştî, li benda cezakirina sûcdar û berpirsiyarên dijminê berjewendiyên welêt in. Demildest divê ber rayagiştî di vî warî de were rohnî kirin û divê dilê me were rihet kirin ku di vî îşî de tiliya dewletên din, weke îranê, tune ye.