Mustafa Ozçelik: Rêzdar Barzanî nîşan da ku gelê kurd ne bê xwedî ye!

BasNews - Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustefa Ozçelik derbarê axaftinên Serok Mesûd Barzanî yên di kongreya Lawên Demokrat ên Kurdistanê de daxuyaniyek da û gotara Serok Barzanî bilind nirxand.

Serokê PAKê Mustafa Ozçelik di nivîsa xwe ji BasNewsê re bi berdewamî waha got:

Rêzdar Serok Mesûd Barzanî, nîşan da ku miletê Kurd û Kurdistan ne bê xwedî ye.

Rêzdar Serok Mesûd Barzanî îro di heştemîn KongreyaYekîtiya Lawên Demorkat a Kurdistanê de axaftineke bi hest û bîr û ramanên netewî û Kurdistanî ve hatîye hûnandin pêşkêş kir.

Biryardarîya Rêzdar Serok Mesûd Barzanî ya di derbarêserxwebûn û dewletbûnê de, hêvîyên me yên ji bo pêşerojekeazad, serbixwe û rohnî, geştir û xurtir kirîye.

Weke Rêzdar Serok Mesûd Barzanî jî anî ziman dewletbûnmafekî gelê me yê rewa û xwezayî ye.Ev maf ne lutûfahinekan e û wê tu kes jî nikaribe re li ber dewletbûna gelêKurdistanê bigire.

Axaftina Rêzdar Serok Mesûd Barzanî berxwedan û mesajekeji hemû dagirker û xêrnexwazên Kurdistanê re ye,

Gelê me yê Başûrê Kurdistanê , bi awayekî demokratîk û meşru di referandûmê di bi nîsbeyeke ji %93 ji serxwebûnê re got erê. Tu kes û tu hêz nikare vê encamê tune bihesibîne. Axaftina Rêzdar Serok Mesûd Barzanî îradeya lêxwedîderketina vê biryara gelê me ye.

Axaftina Rêzdar Serok Mesûd Barzanî ji wan hemû alî û kesên ku dixwazin vê îradeya gelê me tune bihesibînin re îlankirina helwest û sekneke netewî , birûmet û berpirsyarane ye.

Axaftina Rêzdar Serok Mesûd Barzanî ji hemû kesên kuîxanetê li gelê xwe û li pêşeroja Kurdistanê dikin re hişyarîyeke bêyî şik û dilsozane û welatperwerane ye.

Rêzdar Serok Mesûd Barzanî di axaftina xwe de got em nevîyên Kawayê Hesinkar in; got, ev welat, ev milet û pêşrojawî ne bê xwedî ye; got em tu carî serê xwe natewînin û emê jibo mafê xwe yê çarenûsîyê bê westan têbikoşin.

Rêzdar Serok Mesûd Barzanî di axatina xwe de bi wê coş û hêvîbarîya xwe, hêvîyên hemû Kurd û Kurdistanîyan carekedin geş û zindî kir.

Em weke PAK li destkeftîyên Başûrê Kurdistanê yên federe û li îradeya serxwebûnê ya gelê me xwedî derkevin û di vê meşapîroz de, di vê helwesta netewî û Kurdistanî ya Rêzdar SerokMesûd Barzanî de em li gel cenabê wî ne. Divê lêxwedîderketina vê îradeya Kurdistanî wazîfeyeke netewî ya hemûKurd û Kurdistanîyên cîhanê be.

07.08.2018