Ruhê Zindî 

Berêvarê ez gîhaştim Amedê. Havînele ji rêzê.. Germahiyeke welê acizker li ser hikum e ku çivîk nikarin devê xwe vekin û bo xatirê Xwedê bibêjin 'wît!'.

Hevalê min ê li benda min sekinî bû bo tiştekî ciyawaz bike li rex cemê dîjlê, li bin pira dehderî li benda min bû. Dema ez bi ereba xwe yî şexsî gihaştim wir reng e nîv saetê min bo cihê parkê serî êşand. Asoxî min li devereke dûr cihek dît û heta hatim ba hevalê xwe xwedêgiravî êdî hungira êvarî bû. 

Qiyamet rabûbû. Milet li bin guhê hev diket. Te ax biavêt li erdê nediket. Yên mêvanê xwe anîbûn,  yên weke geştuar hatibûn, yên bo fotografên zewacê bigirin, dilgirtiyên bo jîvanê ... Di her rengî de însan li ser heman pirê, rex çemî kom bûbûn.

Me hevudu hembêz kir. Dostaniya xwe yî sal her ku bi ser de diqelibin û tîr dibin me weke meyeke veşartî gulpand. Piştî demekê hevalê min bi hestên mazûvaniyê ez vexwendim gera li rex çêm û bo weke her kesî girtina wêneyên ku wê bibe belgeyeke şîrîn ji hevaltiya me re em derketin ser pirê. Hêdîka em li ser pêlikên kevirî yên qedîm re derbas bûn. Wê wextê mirov xwe di dem û dewranên gelekî kevn de hîs dikir.

Em çer gihaştin ser devê pirê me dît ku hin keç û kur li hev kom dibin. Diyar bu dil dikirin ku nîzamekê pêk bînin. Haha ma qorekî bi nîzam û dûzan pêk hat û li dû wê dengê zurnê dû dengê zurnê jî yê defê.

Kec û xortên qam bilin, bejn ziraz destê xwe li destê hev jidandibûn û weke yek bedenê hêdî hêdî tev geriyan.  Bîneran li gor dûzana wan li dor wan kom bûn. Em jî êpê nêzîkî wan bûn û me xwe da ber dîwêr û dest bi nerîna govendê kir.

Keçên bedew destên xwe yî spî û nermik bi destê xortên tilîtije û bipûrt re kiribûn. Her diçû bi rîtma govendê re bîneran dest bi çepikan kir. Hinekan wêne dikişand, hineka ji wan ew dikişandin videoyê û kêm kesan jî zîq bûbûn, devê wan ji hev çûbûn ji xwe re li govendê temaşe dikirin.

Rîtma govendê her ku zêde bû, tona çepikên bîneran jî bi wê qiyasê bilind dibû. Bejnên ciwan bi xwîdan û germî nêzîkî hev dibûn û dîse bi kelecan ji hev dûr diketin. Hingê dengin bilind bû û êdî herareta coşa sixletê gihabû asta herî bilind. Keçeke bejinzirav û porxelek destmalek keskûsor bilind dikir. Me jî weke her kesî bi hêcan û coş li vê seromoniya kulturî temaşe dikir. Xortan dest ji govendê berdan û bi fîtikan û çepikan hurmeta xwe nîşanî vê destmala rengo mengo dida.

Govend êdî bi kilamên devkî digeriya. Rîtma govendê dişibiya marşên şerî.. "Keleşo no bedaro wey lo lo wey lo lo!"

Ez û hevalê xwe bi têra xwe ji vê xuyangê pişka xwe girtî me bera xwe da ber çem. Dengê xort û xama hêjî bilind dibû. Her ku tarîtî diket erdê ew deng bilindtir dibû. Nemirî ket bîra min. Hêvî, kêf. Ruhekî mirarokî veciniqî, ji xewê radibû. Min careke din jî bi çavê serê xwe dît ku li kuçe û kolan, li cade û xaçerê, li bazar û çarşiyên vî bajarî de ruhekî nemir heye. Ev ruhê zindî her digere di reh û rîçên şêniyên bajarî..