Dara Tûyê

Siyamend Serbilind

Li ber dareke tûyê disekinim. Dar bi hej û guliyên xwe yî berhemdar zêdetir li dayikeke xemxur diçe. Berhemdarî, xemxurî, bêberdêlî. Dayik. Li rex rê, çik sekiniye. Na. Ya rast, belawela dixuye. Û weke tu bi tûyan de dake û derxînî, weke benîyê di pelûlêbde hatibe dakirin, bi tûyan de mabû.  Miletên bi fikarên jiyana rojane ku keysê lê nabînin serî hildin û li vê mexlûqa bêhempa bimeyzînin asoxî bi lez u bez bes di bin siya wê re dibuhurin. Hin kesên ji germê deyax nake xwe li siyê digirin, didine ber.

Dema ku baye-nermek diwerze û hêdîka pel û fêkiyan tev didin, hingê bi yek dudu dibe teperepa dengê ketina tûyan. Tûyê reş. Êmîşê zivistanê, îksîra qelewtiya feqîran. Gerçî nav û deng jî guherîne ji xwe li vê dinya ku kêlî li kêliyê dernakeve de.  Nas, dost u hevalên ji dara dilê min de eynî wilo yek dudu ketin, li pêy hev, di ser hev de, di hucra tarî û kûr de vedigevizîn, hatin ber çavê min. Pêkhatiyeke sosret! Ax û gemar. Tûyê reş, tehma şîrîn. Xuyanga mehdxelîn.

Ba piçekî gur bû. Û bû teperepa dengan. Ne tenêbdengê ketina wan, ev raste rast bûbû qajîna fêkiyan. Bi yek dudu, bi sisê û çaro. Bi deverû diçûn erdê. Qajeqaj bi wan ketibû li ser hev de weke tu pakêtên kargo yên rêya dûr di ser hev de bêpûtepûtan hatibe ro kirin. Di wê bîra tarî ya ji zibildanka dilî bêferq de ma kî tune bûn kî!  Pirê wî jî çend dengên nas xwe ji nav wê qajewaja dengên têkel xelas dikir û bi hemû yadîgar û bîranînên xwe xwe li min digirtin û dihatin. Ez paşê xwe didimê. Dilezînim. Ew dike eks û pêşiya min qut dike. Biryardar im. Berê xwe diguherim. Dîse qut dike. Dîse berê xwe diguherim. Serê min di ber min de, dilê min bi şewt, çavê min tijî.. Dilezînim û hey dilezînim.

Ew dengên acizker bere bere kêm bûn û weke çivîkên koçber asoxî di asoyê heya çavêmin dibire de dibe noqte, êdî neyên bihîstin. Bi her tona dengekî nasyar re bi dehan gav û demên spehî ji qebra tunetiyê  radibin û dîse çilakê zindîtiyê diavêjin stûyê te, dilê te, guhê te, laşê te..   Ez li ser rûyê cîhana ji erd û esman û ax û hewayê hatiye pê, cîhana bîranînan ya hestî di hundirê min de bi cihbûyî. Dicoşe, pêl dide. Keştiyeke bargiran e mirov. Ax rebenê kurêadem! Behra di hundirê xwe de dihewîne û dîse jî deng jê dernakeve. Çi tiştekî ecêb.