Çakici: Bavekî Mafyayê Û Demîrtaş

Tirkiye her roj û gav ber bi xerabiyê de bi leza dawîn gêr dibe. Vediguhere welatekî ecêba. Ecêbên reş. Ti carî, xweda alim, kes û kesayeta wan tarî ew qas bi erênî nehatibûn zikir kirin. Ew qas nehatin lehtik û şûtikkirin û pêşkêşî rayagiştî nehatiye kirin. Li ser ekranên TVyan, rojnameyan, li ser frekansên radyoyan.. Ji aliyê serokên partiyan, ji hêla MÎTê .. Û ji hêla kes û yan jî têkiliyên nepen ku em pê nizanin tê nepixandin.

Dest ji Sedat pekerê rihê wî ji kurdan dihere berdin. Bila ew bi şirika xwîna kurdên feqîr banyoya xwînê bike. Tew mêro li Elezîzê dê mitîngekê li dar bixe vî şapatî! Le Eledîn çakici yê dîn û har! Le ka bo çi ye gelo serdana rayedarên daîreya operasyonan yên MÎTê? Dewleteke mezin çi li xwe kêm dît ku pilebilindê xwe yî xef dişîne ber lingê bavekî mafyayê? Serokê partiya nijadperestên tirk heta vê dawiyê jî ji heman bavê mafyayî firçe û gef nexwaribû? Çima li hepsê de çû xwe di ber lingê wî de melisand? Ev perestina bi çi meqsedê bû? Wazîfeyeke netewî deqekî mêran, dilekî giran divêt yan?

Çi guhert gelo? Çi diqewime? Di mejê herkesî ev pirsa tehl û nexweş. Lê ti kes nade pê. Weke romana  Gabriel García Márquez ya bi navê "Duşema Sor". Belkî cesaret nakin, belkî jî dinêrin ku li ber çavê dewletê, bi pêşwaziya mezinên merivdewletê diqewime bi xwe re nabînin zê de bajon ser. Lê da vir min! Ez ê raste rast bipirsim!

Gelo sedema van serdanên berî hilbijartinan gur dibe û gefxwarina li Demirtaş û weke piştgiriyê daxwaza efûkirinê ji van kesayetên tarî û kirêt.. Ev perçeyên puzzlê ne? Temamkerê lîstikeke qirêjî ye?  Ku encamê bi dilê wan ji sindoqa serê wan bixwe de dernekeve dê bi çû-qediyayekê eriş bibin ser girtiyên kurd yên bibandor? Weke heyf hilanînê, yanî xwînerê hêja, Xwedê neke, wê êriş bibin ser Demîrtaş ê girtî?

Ev cihê tirs û metirsiyê ye. Her kes ditirse, lê kes eşkere eşkere napirse.