Birca Raçaviyê

Wext weke gulê bi suret dibihure. Şahn û şûnên neyînî dihêle li ser te, li ser rûyê te, kesayet û derûniya te, li ser enînivîsa te, ken û nerînên te.. Toz û tebara keft û lefta jiyana rojane dihêle li pey xwe. A rast, Ji sîrekê re jî nedibû yanî. Me bi dil û qewlê xwe da dû vê elametê lê. Ji revokên keştiya nebî Nuh bêferq.

Weke barana rijikê li ser te dipûrisîne. Û tu her weke kesekî sêyemîn derveyî qewimînê tehl û tûj î. Fenanî rêze-fîlmekî ku dirêjiya wî qasî temenekî ye diherike û disekine. Tu di nav lîskeke teqûz de yî. Mû ji qebheta sor nehiştiye. Tu, ango aktorê sereke yê fîlmî, bi senaryoyên cûr bi cûr, celeb bi celeb kelogrî dibî, dibişirî, dikî hîkehîk, xemgîn dibî, ji kêfan dicoşî..

Jîn û jiyaneke rengo mengo. Ji xwe tehm di vir de ye. Di cihêtî û guherîna sûreta jiyanê de ye. Di guherîn û vejîna axê, war û dinyê de.. Lê zeman dibihure, bandor û şopa wê dima. Ne kêm ne zêde.

Li kulîlka ku hişk bûye dimeyzînim. Di pencerê de ye. Li cihekî welê de ye ku seranser, ji ber de û bi dirêjî, kuçê dikare bibîne, raçav bike. Noxtake hakim de, bi awayekî gotinê yê din, birca raçaviyê de ye wek.

Hişkbûnî her ji ber heman sedemê ye. Ji sermê an bêaviyê, tew nebe ji ber bêhezkirinê ye. Qe we zanîbaya di guhê min de çi dikir pistepist ev qirşikên ziwa, hişk û zer! Ji ta heya derziyê! Poxê kuçê û şêniyên kuçê çer derdixist meydanê ma ne henek!

Di nîvê şevê de keç û kurê di zaboqeke teng î tenha de çawa hevudu dipelînin û bi kelecan û îşteh hevudu ber bi hevudu de radikişînin. Her tiştî dibihîzim. Tew wexta sura bayê jî hebe! Dengê xweçengkirina kulî jî ji min ve eyan dibe! Herwiha kena, bişirîna, pistepistan, xeydan, nazan, sondan, qewlan..

Bala xwe bidê! Tu lê! Çawa law ber keçikê digere! Lê keç yan destê wê ji vê nimayişa evînê ya li horta kuçê, bin behra stêrk û di nav dîwarên kevirên bi nexş û niqûşan de xemilî ye nabe, yan jî lawikî dilê wê zehf hiştiye.

Gidî xwe xef bikin! Hahanka! Keç û xort xwe bi dîwarî ve dikin yek. Du kesên navsale bi lez, bêyî li der û dora xwe bimeyzîne, bi gafên rêya xwe ji ber kiriye dibihure! Ji hev re tiştekî komîk dibên teqez! Yek bi bi lêvên ser ken tiştekî vedibêje, yê dî bi kenekî di dev de hilnayê û asoxî li kuçe û kolanê berbelav dibe tevlî mihebetê dibe. Bi bayê bezê kuçê li xwe badinin.

Oxweyş! Talûke derbas bû axir! Cotê me bêyî biştexilin xar dibin hev. Bi lezeke bêkontrol. Ya rast, du dirinde diberizin hev. Serê wan weke du marên bi pev biçinin li hev digobilin. Zûzûka. Porê keçê car bi car ber bi bê dikeve, bilind dibe, dûre ta bi ta datên. We zahf wext wenda kirin. Divê wextê wenda bi leza xwe telafî bikin.

Derengiya şevê. Behra stêrkan bi pêlên romantîk dicoşin. Weke lambeyeke oda razanê, hawirdor di bin rohniyeke loş deye. Serî hê li hev digerin. Li dor hev tên û diçên. Bedenên li hev germ bûnin bi ajoyeke zayendî li bin guhê hev dikevin û bi germî ji hev vediqetin. Di gavê de, bi hesreteke acizker dîse pevgihîştina mezin pêk tê!

Herareta sureta wan dadikeve. Ewilî serê keçika porzer radiswete. Pê re serê xorto bi tevgerên her diçe frekansa wan dadikeve, çend livên din jî jê tê. Ew qas! Ji nişka ve hevudu hembêz dikin. Qansî cixarakê dibin peykerekî ji mermêr. Wilo tîk û tenê. Bê liv û deng û beng. Peyker dibe yek ji nexşên bêhejmar yên li diwêr ve hatiye kolandin. Zeman disekine. Tenê stêrk bi hêdîka diçûrisînin.

Hilmeke dî peyker dibe du felqe. Peykerekî bêruh dibe du felqê giyanbar û livdar. Felqak ber bi min ve, felqê dî ber bi taxa filehan ve dibeze..