Li bin dara gûzê evîn…

Li hinek herêman dara gûzê bûye şahîdê evînên wê dever e.  Helbet dema mirov dibêje evin,  dilê mirov hinekî dilerize,  ez bawer im niha her kes  evîna xwe yên piçuktî ,  an evîna ku bihîstîye tîne bîra xwe. .  Gelo evîn hew yê jin û mêran e? Cureyên evînê hene?  Qey evînîyekî li ser welat hatibe jîyîn nabe.  Nabe ku di bin dara gûzê de evîna welat  û ya jinekê hatibe  jîyîn.  Bi her awayî jî dibe ku hatibe jiyîn.

Ez dixwazim di vê gotarê de li ser dû hestan hinek gotinan vebêjim.  Li cem Kurdan gelek evin hatine jîyandin.  Bûne efsane,  bûne destan û hwd.  Lê mixabin ev destan û efsane hew li ser hinek tekstan de yan jî li ser hinek pirtûkan mane.  Heya niha nebûne fîlm, nebûne şanoyek û hwd. Ji bûnewerî virde ye,  Kurd li dîroka xwe ya nivîskî xwedî derneketin, belkî sedem gelek bûn, carna ne bi destê wan bûn, lêbelê bi salane hîn ev çîrokên mezînên miletê me nayên tomarkirin.  Yên ku hatibin tomarkirin jî nayên xwendin.  Hinek nivîskar em dikarin bibêjin van agahîyên dîrokî bi şiklêkê nivîsandine.  Lê tera nifşêkî nû nake.  Mixabin di destê me de gelek agahî tune ne. Lê belê bi gotinên devokî heya îro ew evinên ku bûne destan, efsane  me bihîstîye. Em dikarin bibêjin van demên dawîyê hinek pirtûk li ser van destan û efsaneyan hatine nivîsandin. Gelo em dizanin ku dîroka me bi evînên me hatibe girêdan. Di gelek deman de li ber dijminên kurdan gel rabûye serhildanan, lê di wê demê de dîsa jî ji hêstên xwe yên evînî jîyaye. Dev ji hêstên xwe berneda ye. Him şerê xwe kirîye him jî eşqê xwe jîya ye.   Dem bûyê ji hêstên xwe yên evînî di şeran de serketîyê dem bûye, birîndar bûye,  hatîye kuştin.  Zilam heta carna ji bo evîna xwe împerotoriyek hilweşandîye. Împeratorî tim bi destê zilaman ava bûye,  lê bi destê jinan hatîye hilweşandin.  Helbet bi mecazî ye ev gotin. Yanî jin bi xwe neçûye û hilneweşandîye.  Lêbelê  mêr ji ber hêstên xwe yên li alîyê jin ve dewleta xwe hilweşandîye.  Di rê ya hêstên xwe de meşîya ye.  

Mezinên me bela sebeb negotîne eger ku dilê jinê bixwaze dikare zilamên xwe  bike wezîr, bixwaze dikare bike rezîl.  Em dibinin ku di dîrokê de di gelek miletan de mînakên wisa hene. Helbet  di nav gelê Kurd de jî mînakên wisa hene. Belkî em nikarin bibêjin dewletek hilweşandîye lê belê gelek mêr di van rê yan de hatine kuştin. Ev kuştin carna bûye sedema doza xwinrîşandine  û ev nêyarî bi salan domandîye. Jin û mêr herdu jî ebdekî taybetin.  Hest helbet ji bo wan heye.  Me qala dara gûzê di sere nivîsa xwe de kir. Lewra dara gûzê li hinek deveran  ji kesên evîndaran re  bûye wek sembolek. Eşqa alîyê dewera Merdînê li bin dara gûz û hêjîran hatîye jîyandin. Pevçûnên wan jî dîsa dibin van daran de bûye. Carna hevdû di bin van daran de hezkirine, carna hevdû kuştine, carna jî hevdû veşartin e. Lê tiştek heye ku  darên gûz û hêjîran bi zindî bûne şahide evin û kuştinên wan.  Mixabin ev çûn,  lê hîn dar û barên wê deverê hene û zindî ne. Gelo eger devê wan daran hebûya wê  ji me re çiqasî qala çîrokên wan vegotana.  Lê mixabin zimanê wan tune ye, lê zarok û nêvîyên wan  însanan hene,  heta niha hinek  mirov  li ser çîroka pabîr û dapîra xwe agahî kom kirin e û bi miletê xwe re parve kirin e.  

Ji van yek jî nivîskar Enwer Karahan e,  di pirtuka xwe ya  bi navê Siwarê Şînbozê  Êlas Efendî de  qala dîrokekî û jîyanekî bi kurtasî dike. Ev jîyan û şer li alîyê çîyayê Dêrîkê derbas dibe. Xebateke taybet û hêja ye.  Lê ez bawerim ku li her deverê hîn gelek çîrokên ku hatîne jîyandin hene.  Divê xebatekî kur û dirêj were kirin. Belkî hinek kes wê bibêje ev rexneyêkî tuj e, lê ne rexneye hew pêşnîyareke piçûk e. Lewra ew mirovên hêja ne hew aîde malbatêkê ne. Ew bûne aîdê miletekê  ji ber wê yekê mafê her kesî li ser jîyana wan heye.  Çimkî wan  ji bo miletekê şer kirin e, koçber û pênaber  bûne jîyana xwe ji dest dane.  Lazime nifşên nû jî xwedî li wan derkevin.  Him binivîsîne,  him bixwîne, û him jî derbasî zarokên xwe bike.