Maskeya Spî Rûyê Reş

Kete xwarê maske. Nixumkerê kirêtî û gemariyên hezar salî (bû). Maskeya spî û rûyê reş, ev e, dipistpistîne, her tiştî. Hemû çîrok ji vê serpêhatiyê hetibû pê: Barê giran û rêya dirêj.

Zemên da alî perdeya derewa. Şerh kir, vekir, pîva. Weke tu şewqê bide çavê baçimilkê. Hilperikî, perpitî, veciniqî. Ber xwe da. Him jî pir. Lê edalet çem e. Axir rê ji xwe re dibîne di erdnîgara zilm û zordariyê de. Çiya çi qas berz û bilind be jî.

Bi lîskên qederê benîadem her tiştî li xwe tîne. Zilmê jî, mezlûmiyetê jî. Zû li rewş û wezîyetê dibane. Tim û tim çêyiyeke hişber dide ber pozê hev û a soxî çêtir digire; piştdestiyê jî, bindestiyê jî, serdestiyê jî.

Bi sedan salan e, benîşt e, di devê alim û zana û rîspiyan de edebiyata biratiyê. Zehf hate cûtin. Dîndara jî cût, bêîman û bêdînan jî. Xalisan jî cût, xebîsan jî. Wan tû kir, qederekê. Aliman jî rahiştê, geda jî. Yên jê hez kirin jî derket, yên jê ciq bûn jî.

Lê belê edebiyata biratiyê ji kilora stewr bêferq e ku edalet û wekhevî nebe. Kiloreke bi zilm û zordestiyê, bi zor û heft belayê digere di destê xurtan de, li ser serê lawazan. Bêwestan û rawestan.

Ji nêzîk ve de dinasim vê çerxê. Nasnake kar û berxê! Mê ji wan re, nêr yê kêrê!

Ji nêz ve dişopînim vê çerxê. Dema ku dixetime, dişewişe, hingê tasika serê wê davêje. Dîn û har, perçe û beredayî berî dide her derê, her kesî. Weke korê bi destpelînê rêya xwe bibîne. Ew jî dibîne di dawiyê de. Lê bo vê dîse-dîtinê çend peyale û berdax û şûşe şikest, derizî, hûrikhûrikî bû bê hejmar e.

Erê.. Pir baş nas dikim. Di vê heyama xwe ji nuh ve de diafirîne de însan dibin du beş: yên ketî û yên şipiya, yên mirî û yên zindî, yên cehenemî û yên cinetî, yên xurt û yên lawaz, yên serdikevin û yên îsm û cismê wan ji navê tê birin.