Bêhna Morgê

Bêhna her tiştekî heye. Ne tenê ya zerzewat û fêkiya, ya gul û çîçeka an ya behr û beriyê.. Bêhna bajar û gunda, bêhna îbadetgaha û ya pira, bêhna kelh û birca jî hene.

Ev bêhn jî yek bi yeka din naşibin. Çawa bêhna beybûnê bi ya sosinê naşibe, wiha jî bêhna ken û kêfê, dîlan û govendê jî bi ya hizn û xemê, bi ya girî û giryanoka naşibe. Ji hev cihê, ji hev weke du cemserên cuda, bi dûr.

Her wiha her bajar jî xwedî bêhneke taybet e. Ji pêkhateyên gelekî cuda ev bêhn derdikeve holê. Eynî weke xwarinek were amade kirin. Ji şêniyên xwe û terza heyata wan, ji coxrafya xwe û îklîma xwe, heta ji ken û giriyê şênîyên xwe (tevî ajalên bajarî) tê pê.

Ser meselê dema ku bajarekî rusya tê bîra mirov, pê re hesteke cemidî dide dilê me: bêhna ba û berfê, daristanên gewre û tarî, best û newalên kûr û bi mij û moran, însanên zerik û xwînşîrîn.. Hemû dibin yek û axir bêhneke taybet derdixin meydanê. Avay! Tê pozê min! Dema ku piçekî dikişînim hundirê xwe, bêhneke weke ya biharê hildidim. Piçekî sar, piçekî xof,  lê belê axir, bêhna bihareke teqûz! 

Dema bajarê min tê bîra min, weke tabloyeke şikestî tê ber çavê min, pê re, bêhna bajarî jî tê pozê min. Dîmen û bêhn. Du temamkerên hev. Yek yeka din tîne pê.

Min miraq kir û hew di xwe de girt, min xwest ku bêhna bajarê xwe vekolim. Çer û çilo bû? Mîna bêhna sosinê an beybûnê? Yan jî bêhna axa nuh baran lê bariya ye? Yan jî ya çemekî bi hemû hênikahî û boşiya xwe diherike û disekine? Vebijarkên tenê bi vî terhî, weke xulolîka bi ser xeyalên min de vedibarin. Miraqa min zêde dibe. 

Ev e, palikê çavê min diçe ser hev û bo wê bêhna taybet bînin pê, dîmenên cuda, li pey bev, bi lez, diçin û tên! Hêdîka sîlûetin kişf dibin li pêş min. Ku xwe dirêjîbikim qansî dirêjiya destekî tune. Sîlûet gewde digirin, reng digirin. Ev e! Hat pê! Çemek bi hemû boşahî û bereketiya xwe diherike, kelheke qer, qehîm û qedîm bilind dibe ku bi bircên raçaviyê hatiye birîn. Deştên ripî rast û bê ser û ber zipîzer dirêj dibin. Di navbeyna kelh û çêm de baxçeyên salikî donzdeh meh hêşîn in  û wê tabloyê  temam dikin.

 Bi kêf û coş bişirîneke şîrîn vedigire ser rûyê min yê ku bi xwe veguheriye tabloyeke ji tabloyên welêt. Lê mîna birûsk vedin, bagereke ji nişka ve rabe û her tiştî şerpeze û  dijwar bike, dîmenên din tê ber çavê min: zirxpoşên pêşketî, tilîkên li ser tetikan, berçavikên reş weke neynikê li ber çavan, birûyên qermiçî.. Kulmika min bi hêrs dişide. Êdî xuyatir dibe her tişt. Li rastê ye. Qedexeyên bi mehan, malên wêran, sirgûniyên dawî lê nayên, îbadetgahên hatiye rûxandin, bircên zengilên hatiye hilweşandin, termên însanan li kuçe û kolanan bi roj û hefteyan li erdê ..

Wechê min dadikeve, diçilmise. Ken vediguhere hizn û xemê. Dev ji miraqa xwe berdidim. Dilkutkên hêcan, hêrs û poşmaniyê li sînga min didin. Weke ji xewnerojk û kabûseke berbad hişyar bibim, radibim ser xwe û berî didim der. Tenê radihêlim montê xwe  û derdikevim.

Dîse jî li hundiran de hilnehat xema min, hizna min, mazlûmiyeta min. Min li cih û warên fireh, aram, sape û tenha de hinekî meş û belkî jî rev divê. Heta bi helkehelk tûşî ser çogan bibim.

Ji bêhna ji ya morgê bêferq ku hê jî difnê min tijî kiriye, xelasî dê encax bi vî rêbazî pêkan be..