Ji herkesî re heman tişt dimîne: Tunetî

Tenê însan û heywan sêwî û êtim namînin. Belkî ji wan bêhtir, girtir û gurrtir jî coxrafya, tarîx, ziman, nasname, çand û xweza sêwî, êtim, stûxwar û reben dimînin.

Emr û emelê însên di heyameke zemên ya sînorê wê diyar e de dijî û dû re dikeve nav xumamiya wextê de a soxî wenda dibe. Ewil şîna wî, dû re bîranîna wî, dû re nav û dengê wî. Ji herkesî heman tişt dimîne: tunetî.

Sêwîtî jî stûxwartî jî derbasdar e. Li gor însên mekan, li gor heywên xweza, li gor sergomiyê coxrafya mayinde ye. Yek rêwî, yek xan e. Yek mêvan yek mazûban e. Yek çiya yek çîçeka çiyê ya biharê ye..

Li ber televîzyonê, li ber nûçeyên êvarî, welê zivêrî tê min ku bi zorê xwe digihînim der. Ji serî ta dawî ji her nûçeyê bêhna xwîn û xwurêzê difûre. Zimanê tûj, sloganên tuneker, tundî û şer welê hatiye pîrozwer kirin ku tu nikarî li hember vê tewşîtiyê bibêjî kirt! Rastî bû ye xwînrijî. Hema mafdar hema neheq. Lê her xwîn!

Her ku diya min çav li wechê min î xwînjêkişiyayî û zer dibe dikeve tim û tim, weke binihurîne, di ber min re diavêje "divê însan serwext be, guh nede her tiştî. Ji me re çi?"

Dîwar, reng, hewa bi qaswet, lamba zenûn, xijexija ji televîzyonê tê giş dibin yek û dest dixin qirika min. Hewarê difetisim!

Birazîkê min ê biçûk dîse pihîn ji kekê xwe yî salekê jê mezintir xwariye û bera ser piştê dide ku zevt bike wê îşa jê re çêke.  Weke gavekê di nav qîjewîja wan de dimînim ku heya yê mezin bi fen û fûtekê xwe gîhand derî. Derdê kê mezin bû gelo, yê min yan yê pihînxwarê birazîkê min

Qasekê li ser fikirîm. Lê sewsî bûbûm.   Dema ku min xwe bera ber qeraxa çemê dîjlê da, caba wê çi bû ne xema min bû êdî.