Bêtutî

 

Saleke din jî bihurî. Bê te, bê ken û hîkehîkên te yên şîrîn.  Ji teqwîman pel bi pel weşiya hêviyê min. Her ku çilmisî bendewariya min ewqas jî tehl û sûretekî nayêkişandin stend heyatê.. Girs bû rondikên min, hesret û bêrî, qîrîn û kelogriyên min.. 
 
Tenê me niha. Te çito ez hiştibim eynî wilo me: perîşan, şerpeze, weke pinpinîkeke xwe li binguhê camê dixe û misêwa.. Bê hêvî, ji kasil de ketî.. 
 
 Bi tenêtî û tunetiya te re pev diçim. Carina heta hêz û qidûm di min de hebe, heya ez li horta odê teyş bibim erdê, bêhal û mecal ramedim.. Encam her heman e: windakerê şerî her ez im! 
 
Tenê me niha, li restoranta me piranî navroj dixwar, li kitêbxaneya me jê kitêb distend. Gulfiroşê zarok wek bi tofana bi serê min de hatiye bizanibe qet ber min de nayê bi dengê hêlî yê "Gulên sor î tezeee!" 
 
 Ber êvarî bo meşê em dadiketin wê rêya xewle û fetlok bi fetlok wek marekî bi çiyê re radipelikî, bi rê ve diçim. Te çêla xwe û xwendina tibê dikir. Hema bigire her tu digîşt heman cihî: te diviya dest ji txwendina tibê berdaya û dest bi karekê firotina gul û gulîlka bikiraya. Her car kenê min dihat. Bi deng, hêlî.. 
 
Li kuçe û cadeyên vî bajarê li ser sînga min rûniştiye de bi tenê me. Bi tena serê xwe me. Destê min di bîrika min de, di dev û zimanê min de kilameke li ser veqetînê. Kilameke dilsoht.. "Tu çûyî, nayêyî!"
 
Vedigerim li ser hevudu di nav nivîna ji cemedê bêferq de. Weke nexweşê însomnî, îsmê xewê nakeve çavê min, ji xeyalê te pêvetir ku weke tabloyeke şikûdar hilawestî ye li ber wan tim û tim..  
 
Li tiştekî hay bûm: tenêtî bi şevê reh berdide dil û ruh. Min çi fêhm kir tu dizanî? Tê gotin ku veqetîn jî tiştekî ku tê fêrkirin e. Naxêr, na.. Ji binî de derew.. Veqetîn tê seh kirin, tê jiyan kirin, tê hest pê kirin, bihîstin wek dengê birûskê.. Lê nayê fêrkirin. Ax nayê!