Dorpêç û Tevgera Netewî!

Tevgera serxwebûna Kurd û Kurdistanî di bin dorpêçê de ye.

Di qada navnetewî de helwesteke piralî û hevpar pêşî li tevgera netewî, Kurd û Kurdistanê girtîye. Ji bona berjewendîyên xwe bikar tîne. Li dijî serxwebûna Kurdistanê ne û ev helwesta wan cesaretê dide dijminên Kurd û Kurdistanê.

Di herêmê de Kurdistan di bin dorpêçê de ye. Dijminên Kurd û Kurdistanê, ji bona pêşî li tevgera Kurd a netewî bigirin, her metod û her pergalî bikar tînin. Ev dewlet, dev ji nakokîyên navxwe ber didin û li hember tevgera Kurd a serxwebûnxwaz helwesta xwe dikin yek.

Di nav tevgera Kurd de hêza dijî dewletbûn û serxwebûnê, di nav vê dorpêça ser Kurdistan de cîhê xwe girtiye. Hemû hêz û îmkanên xwe ji bona pêşîlêgirtina tevgera serxwebûnxwaz bikar tîne. Ji bona ku tevgera netewî têkhere, bi dijminên Kurdan re di têkilîyê de ne.

Hêzên wekaletê ne û fêlbazî û metodên xwefiroşî, welatfiroşî meşrû ne li cem wan. Nakokîyên hizbî, malbatî, berjewendîyên partîzanî, malbatî, şexsî li cem wan di ser berjewendîyên netewî re ne. Ji bona ku li hember hev "serkevtin“an bidestxînin, têkilîyên bi neyarên Kurdan re meşrû ne ji wan re.

Dijî dewletbûna Kurd û Kurdistan in û naxwazin ku sînorên rojhilata Naverast perçe bibin. Berjewendîyên xwe di têkilîyên bi dijmin re, di parastina yekgirtina dewletên dagirker de, bi berjewendîyên bi dijmin re dibînin.  Hêzên wekaletê ne û heta ji wan bê, fersendê bibînin wê nehêlin Kurd bibin xwedî dewleteke serbixwe.

Di nav tevgera Kurd de ev hêz li seranserê Kurdistan xwedî hêz û bibandor e. Hêz û bandora xwe ji dijminên Kurdistanê digire. Xwînê û hêzê ji dijminên Kurdan digire û tevgerên wekaletê yên nav Kurdan e. Li seranserê Kurdistan vê stratejîyê bibandor dimeşînin.

Li Başûrê rojavayê Kurdistan yekgirtina Sûriye diparêze û xwîna Kurdan ji bona bihêzkirina dewletê û geşkirina bandora dewleta kolonyalîst bikar tîne. Bi qasî ku bi navê Surîye dewletek li holê nemaye û "dewleta Sûriye“(!) li ber lingên hêzên wekaletê  têkçûye jî, ev hêza dijî niştimanperwerî ya Kurd û Kurdistan dev ji "Sûriyeke yekgirtî“(!) bernade. Ne li henber hêza dagirker, li henber hêzên Kur û netewî xwedî helwestin.

Li Başûrê Kurdistanê, bi referandûmê îradeya netewa Kurd derket holê ku ji %92.73 serxwebûnê dixwazin. Ev îrade, di warekî aşitî û demokratîk de pêk hat. Lê hêza dijî dewletbûnê rêz ji vê îradeya netewa Kurd û Kurdistan re negirt. Bi dijmin re ket têkilîyê û pêngavek îxanetê derxist pêşberî îradeya netewa Kurd û Kurdistan.

Bi qasî ku dewleteke bi navê Iraq li holê nemaye jî, Kurdistan mecbûrî têkilîyan bi Iraqê re dikin û dixwazin ku her destê Bexda li hember îdareya Kurdistan xurt bimîne.

Iraq di destê hêzek Şîe û mezhebperest de ye. Hemû hêzên dervê vê hewlê ji Iraq bi qasî misqalekê hêvîya wan nemaye. Baweriya wan bi welatekî bi navê Iraq, dewletek bi navê Iraq nemaye. Ji hêla leşkerî û aborî de jî ti welatek bi navê Iraq nemaye. Welatekî ku pêngeha ji hêla serwerî, aborîyek netewî, artêşek netewî û sîstemek netewî nema be, ew welat wek sîstem perçe bûye. Ji hêla bingeha sîtemek dewletî ve winda kirîye. Lê dîsa jî ew hêza li dijî serxwebûna Kurdistanê, dev ji vê dewletê û serdestîya wê bernade û her dixwaze di bin bandora vê dewleta hilweşî û mezhebperest de bimîne. Her behsa têkilî û danûstendinan di navbera Bexda û Hewlêrê de dike(!)

Dewleteke ku bandora xwe û meşrûîyeta xwe winda kiribe, çawa wê bikaribe bi têkilîyan bibe hîmê çareserkirina pirsgirêkan? Mercên Iraq ku biryaran pêbîne nemaye.

Ev ne mumkûn e!

Bawerîya Hewlêrê bi Bexda nemaye û a Bexdayê jî bi Hewlêr re nemaye. Nakokî êdî ne budçe, ne mûçe û ne jî binpêkirina destûra Bexdyê ye. Ev çend sal in ku Bexda vê makezagonê, mafê budçe û yasayî yên giştî û hevpar binpê dike. Ev  binpêkirin ne bi Referandûmê û ne jî bi dagirkirina Kerkûk û Xurmato-Xaneqîn despê kirîye. Ev di eslê xwe de hilweşandina bawerî û nenaskirina destûr û yasayê federalî ne.

Divê hêza serxwebûnxwaz li xwe vegere û xwe binirxîne. Di ku de xeta kir, derxîne guftûgoyê. Çima nikare xwedî li îradeya netewa Kurd derkeve û vê pêngava 25.09.2017an di qada navnetewî de biparêze? Çeka herî mezin di dest de ye lê nikare pêkbîne!

Yên ku Kurdistan û hêza serxwebûnxwaz, îradeya 25.09,2017 mecbûrî Bexda û van têkilîyan û vê helwestê dikin, hêzên ku Kurdistan dorpêç kirine û yên bi wan re têkildar in. Hêzên dijraberî serxwebûnê ne. Hêzên dijî dewletbûna netewa Kurd û Kurdistan in. Ev asteng jî bi zelalkirina kêmasî û xeteyên tevgera netewî re divê derkevin şîrovê. Helwesta ku her têkçûnê bi hewl û xurtbûna hêzên dijî serxwebûnê ve girêdide û xwe ji rexnê dûr binirxîne, nikare serkeftî be. Eger bingeha dewletê, sazîyên bingehîn yên hîmê dewletbûnê dernekevin holê, wê tevgera netewî her derbê bixwe û binavkirina İxanetê emê xwe bixapînin.

Binpêkirina îradeya netewa Kurd û Kurdistanê bi mecbûrkirina Bexda nayên parastin. Ev hewl dibe sedema têkçûna îradeya netewa Kurd. Divê em rê nedin vê.