Kobaniya Jan Dost hew dibe

BAS - Umran Aran

Tu şablonên guhernebar tuneye ku mirov bikare pê hemû romanan an hinek romanan hilsengîne.Roman bi xwe rêya xwendin û nirxandina xwe nîşan didin. Hinek ji wan mirov berev xwendineke ji hêla karakteran ve dajon, hinek berevxwendineke ji hêla zimên, hinek berev xwendineke li gor teoriyeke edebî dajon hwd. Lê min nezanî ez ê çawa Kobaniya Jan Dost binirxînim. Çi di asta zimên de be, çi di asta şêwazê de be, çi ji hêleke felsefî an psîkolojîk, min tu xweseriyek nedît tê de.

Jan Dost romana xwe ya herî xerab nivîsiye. Ji romanên wî ya tevna wê herî sist ev e. Heger ji yekê ji yên berê baştir be jî dîsa ya herî xerab e, ji ber ku ji bo nivîsên nivîskarekî pêşneketin paşketin e bi qinyata min. Lê tenê ne di nav romanên Jan Dost de, bi giştî di nav temamê romanên kurdî de, Kobanî yek e ji yên xerab. Esasen romanên bi vî rengî xerab, her wextê ji yê baş bêhtir bûn, bêhtir in û wê bêhtir bin. Her roj li cîhanê hezar romanên xerab derdikevin, isma navê wan jî nayê gotin. Ne hewce ye jî jixwe. Heta vir her tişt normal e. Lê tişta anormal ev e ku romanake evende xerab, evende pesindan û çepik li xwe girtine. Qiyametek li ser vê romanê hat rakirin, nayê gotin! Ji şabaş û halanan, rê û rêwanî di medya civakî de nema. Lê pirsgirêkek hebû li holê! Van pesinderan çima pesnê romanê didan ne diyar bû, pesnê çi didan ew jî ne diyar bû. Ez jî dikarim bibêjim romaneke xerab e, bi rastî jî romaneke xerab e, heqet romaneke xerab e, birra birra romaneke xerab e û li vir bisekinînim nivîsara xwe. Lê ez ê vê yekê nekim, her çend ji bo min nivîsîna li ser romanên xerab her tim pir zor be jî, ez ê hinekî vekim vê meseleyê. Pesinderan ew hilkirin ezmanan lê tu rave ji vê hilkirinê re nekirin, heger ez jî wê têxim bin erdê û tu raveyê jê re nekim, çi ferqa min dimîne ji wan?

Jan dost xwe li çîrokên mezin radikşîne loma jî awirên piçûk kûr nabin di berhemên wî de, ji dêvla takekesan civak li pêş e di berhemên wî de. Halbûkî heger mesele trajediyeke wek Kobaniyê mezin be ancax awirên piçûk, riwangehên ji kujine cuda bikarin wê bînin qada edebiyatê û rastiyeke nuh di rastiya wê de vekin. Heger ne wisa be tu berhem nikare wê ji halê wê yê wek waqiayekê wek bûyerekê rastîntir bide der, bi hemû trajediya xwe rastexwe, gav bi gav li ber çavê cîhanê diqewimî jixwe. Di meseleya riwangehên cuda, awirên piçûk de ka em Eyşê bînin ber çavê xwe. Eyşê li aliyê din ê sînor rastî destdirêjiyê tê, li hember vê yekê ka çi maye di bîra me de ji halê ruhê Eyşê, ka kî ji me ket şûna Eyşê û ket ber bahoza ruhê wê! Ku Kobanî bi tenê ji çavê wê hatiba nivîsîn bo nimûne, wê ji vî halî ne çêtir ba? Ma di pênaseya herî hêsan de edebiyat ne karekî hilbijartinê ye? Heger her tişt têkeve berhemekê ji nîqaşên Facebookê heta bi nizanim çi, hingê wê qey edebiyat qayişê bi jiyanê re bikêşe? Heger çav li tiştekî werê be qayişa wê yê zû biqete.

Bi hewldana şiyarkirina êş û dilpêşewatê berhemeke mezin tê nivîsandin gelo? Nivîskêr ji bo ku xîtabê hisên dilpêşewitînê yên mirovan bike her hewl daye trajediyê tîr bike. Di vê cehdê de berê lehengan daye nemaqûliyê carinan weku di wê qiyametê de Baran tev vodka û baxlemeya xwe berê xwe bide Reqayê û xwe bide serjêkirin; weku Hec Mislim geh dîn bibe û geh baqil bibe û a herî ecêb jî tu carî neçe mala bûka xwe heta wê şeva ku DAIŞê bi ser bajêr de girt (ew çû wir da ku hemû bi ser hev de bên kuştin ji bilî Hêviya pitik); weku di wê qîr û qiyametê de Xanê li malê vegerîne, wê û Hemê li Kobanî bihêle (ew vegeriyan da ku ji xizmên xwe cuda bimînin û êşa wan û êşa me mezintir bibe; zarok bêbav, bav bê jin û zaro bimînin, ji bo ku ji ber bêmêrtiyê Eyşê li bakur bibe hedefa destdirêjiyê jî û xwîner bêhtir biêşin). Herî dawî bi kuştina hemû lehengan nivîskêr hewl daye trajediyê mezintir bike. Lê xwezî bi rastî jî ev qelebalixiya lehengan bikerên trajediya xwe bana!

Leheng ne bikerên trajediya xwe ne; bireserên nostaljiya Dostî ne. Lewma fikrên wan, hundirê wan, hişê wan tunene; bi tenê bi qalikê xwe hene; bêruh û bê xwîn in.Tu kûrahiya wan tuneye. Cîhana wan a fikrî nayê zanîn. Çi bin heta dawiyê her ew in.Dîsa jî lehengê herî rêkûpêk Ziyad e. Lehengê herî maqûl e jî. Sebebên tevgera wî bi awayekî rasyonel hatine nîşandan. Şert û mercên ku hiştine ew bibe DAIŞiyek, ji zarotiyê heta wê demê hatine ravekirin. Lê heft zaroyên Hec Mislim, her yek ji celebekî ye, qet nayê zanîn ka çawa tê ku yek ji yekî din evqas cuda be.

Ji hêla vegêranê ve rêbaza herî sereta tê bikaranîn: leheng nikarin bifikirin, ancax bipeyivin. Gotara yekser tê de serdest e. Helbet ev ji aliyekî taybetiya çanda devkî be, ji aliyê din hêsankarî ye. Heger wisa nekiriba hewce bû teknîkên wek pêla hiş an şêwaza neyekser a serbest bi kar anîba ku ev jî şêwaza bikarhênayî bi gelekî dijwartir dikir mesele û rê nedida roman di neh mehan de biqediya. Ma wê çima karê xwe dijwar bikira, jixwe mijareke tirtire hebû li holê û karîbû têra xwe pê nan bixwara! Jixwe di romanê de jî îlan dikir ku ancax ew dikare romana Kobanî binivîse:“Ma Kobanî bajarekî wisa ye ku her kesek destê xwe biavêje qelemê û bibêje ez ê romanekê, ez ê helbestekê derbarê perîşanî, berxwedan û malwêraniya wê de binivîsim!” Jan Dost çima berê nedinivîsî gelo, berî vî şerî? Jixwe ji çar sed rûpelî di deh rûpelan de şer dibuhure. Mêrik dibêje ez dikarim berxwedana wê binivîsim, lê belê pûş dikute. Sehneyên têkçûn û paşveçûna YPGê tê de hene lê yên DAIŞê tunene. Ew tenê wek nûçeyekê tê ragihandin ku DAIŞ vedikişe. Bi tenê carekê hevalekî Ziyad bi derba YPGê tê kuştin. Ev e berxwedana wê? Xwezî me bi rastî jî romaneke şer bixwenda, ew rewşa derûnî ya şervanan li ber çavan hatiba raxistin. Lê em tenê bîranînên nivîskêr dixwînin. Ev şer ji bo van bîranînan tenê deqor e.

Nîqaşeke din li ser vê romanê mijara alînegiriyê ye. Li gor hin kesan Jan Dost bi awayekî alînegir nivîsiye. Helbet nivîskarek ne mecbûr e alînegir be, jixwe ev ne mimkun û ne hewce ye jî, lê heger bikare dengên dijber bi yeksanî ragihîne ev serkeftin e. Hela tew romanek wisa be ku di navbera nivîskarê wê û kesine din de gelek nîqaşên îdeolojîk li ser bûbin, hingê ev yek watadartir dibe. Lê gelo bi rastî jî nivîskar alînegire?Her çend ji romanê tê famkirin ku nivîskêr jî hewl daye xwe wisa nîşan bide (halbûkî derdê edebiyatê ne ev e), lê na bi min ne werê ye, belê nîqaşên navbera YPGyî û dij YPGyiyan di diyalogan de derbas dibin ku ev rêyeke adil û maqûl e. Lê ji bilî vê vegêrê îlahî jî dij YPG ye. Ev îdeolojiya nivîskêr e.

Jan Dost di vê romanê de afirîneriyek dernexistiye holê. Pişta xwe daye semboleke neteweyî, ew bi kar aniye.Heger em wek rastiyeke dîrokî Kobanî ji vê romanê derxin, ev roman dê dîsa heman bandorê li ser xwîneran çêbike gelo bi vê vegêrana xwe ya besîd?Heta ku karvedanên me, ne eqlî lê hîsî bin wê berhemên wisa çepikan li xwe bigirin. Lê belê populeriya berhemeke wisa wê demkî be û ne tu sînoran ne jî serdeman derbas dike, ew çepik ê zû hişk bibin û biweşin wek pelên daran.

Bi rastî jî Kobaniya Jan Dost hew dibe, ancax ev qasî xerab binivîsiya… Min zor da xwe û xwend, hûn bixwînin nexwînin bi kêfa xwe ne, lê ku hûn bixwînin û bikarin li êşa xwe binerin, tê de asê nebin, bi deqorê nexapin, hûn ê bibînin ku Jan Dost romaneke xerab nivîsiye.

HEFTENAMEYA BAS