Zanista Edebiyata Modern û Kurd

BAS - Ahmed Kanî

Berî ku ez dest bi şîroveyên xwe yên li ser zanista edebiyata modern bikim, dixwazim ji bêjeya “Kurd” dest pê bikim an jî sernivîsê berevajî bikim.

Di van rojên ku Kurd di nava qeyranên mezin (weke li Başûrê welêt, li dijî referandûma serxwebûnê derketina hemû dewletên dinyayê û li Rojavayê welêt jî ewrên reş ên tofanê li ser serê wan digerin) de derbas dibin û hestên wan ên netewî li ber tofana neheqiyên ku tê serê wan geh wek çiyayên Kurdistanê berz dibin, geh jî wek batovka li ber bê di newal û çehlan de winda dibin. Li Bakurê welêt jî bi rêya fişar û mercên awarte destkeftiyên wan ên demokratîk yek bi yek ji wan tên stendin. Wek mînak rayedarên dewletê, ji bo gelê me bêyî ku cudahî bike nava wan, hemûyan wek terorîst bi nav dike. Dibêjin; “Malbatên terorîst 15 zarok çê dikin, çima hûn (tirk) jî pir zarokan çê nakin”. Mebesta min ji van hevokan ew e ku em di rewşeke çawa de ne, baş bê dîtin û li gora wê berawirdkirina edebiyata Kurd û ya cîhanê bê kirin. Yanî wek hin rayedarên dewletê bê wijdaniya wek ku gotibû ‘zimanê Kurdî ne zimanê şaristaniyê ye.’ Di binemaya xwe de, sazî û dewletên ku dixwazin pêşî li zimanê Kurdî bigirin, ew bi xwe ne medenî ne û hov in. Di demeke kurt de ku hinek bayê azadiyê bi ser zimanê Kurdî de hat, me dît gelek kar û barên hêja hatin kirin. Bi hezaran xwendevanên masterê û bi dehan yên doktorayê tezên Kurdî nivîsîn. Bi sedan roman, çîrok û hwd. pirtûkên Kurdî û bi dehan kovarên wek Wêje û Rexne û Zarema hwd ên teoriya edebiyatê der çûn.

Ez dixwazim di vê nivîsa xwe de, pirtûka Remezan Alan a bi navê “destpêkek ji bo ZANISTA EDEBIYATA MODERN”ê binirxînim. Pirtûk di nava Weşanên Peywend de, sala 2015an derçû. Remezan Alan di sala 2013an de, li Zanîngeha Artûklûyê dest bi mamostetiya dersên edebiyata modern kir. Wek ku Remezan Alan di pêşgotina pirtûka xwe de nivîsiye: “…Digel vê, ji ber aliyên wekî ‘çend şerhên baş’, ‘çend têbinî ji bo edebiyata Kurdî ya modern’ û ‘modernbûna teoriya edebiyatê’ ev xebat ji yên beriya xwe cihê dibe. Di eslê xwe de hem ji bo van û hem jî bo wêneyê mezin (ku mirov bi Kurdî teoriya edebiyatê binivîse) hincetên fizîkî jî derketine meydanê. Mesela îro li zanîngehan, her çend navên wan ên fermî cihê bin jî, enstîtuyên Kurdî vedibin û di bin sîwana fakulteyên edebiyatê de beşên edebiyat û zimanê Kurdî ava dibin. (…)” Di berdewama nivîsa pêşgotinê de dide famkirin ku wî ev pirtûka xwe wek materyala dersê amade kiriye. Lê mixabin salek piştî derketina pirtûkê ji karê xwe hat dûrxistin. Ez bawer im ev mînaka nivîskar û mamoste Remezan Alan jî têra xwe palpiştiya wan ramanên me yên ku me li jorê bo rewşa Kurdan nivîsî dike.

Nivîskar, pirtûka xwe bi metodeke zanistî nivîsiye. Wek mînak gelek mijar dane ber pirsên li ser hev. Ji wan pirsan çend jê wiha ne: 1-Tiştekî ku ji bo edebiyata modern bibe “zanîn”ek heye? 2-Ew warê ku jê re poetîka, teoriya edebiyatê an jî edebnasî tê gotin, bi pêvajoyeke çawa ve girêdayî ye? 3-Ji ber çi ji bo huner û edebiyatê ewqas riyên cuda hene? 4-Şîrove, metin, wate, edebîtî, erkê edebî, cure, peywend, zewq, xweseriya estetîk, resenî, teqlîd û hwd. ji bo teoriya edebiyatê çi îfade dikin?..

Pirtûka bi navê “Zanista Edebiyata Modern”, di ber van pirs û yên wekî wan de, li ser têkiliya modernîteyê û edebiyata modern; li ser têgehên bingehîn ên teoriya edebiyatê û her wiha li ser rengîniya rê û rêbazên rexne û teoriyên modern serê xwe diêşîne. Li ber xwe dide ku bi zimanekî îronîk û hêsan serî bi zehmetî û mirûztehliya kêşeyên teorîk re derxe. Bi vî rengî hem ji bo meraqdarên edebiyatê, ji bo xwendekarên lîsans û lîsansa bilind dibe referansek û hem jî ji bo kurmancî mimkuniya zimanekî raveker nîşan dide…

Pirtûka bi navê “destpêkek ji bo ZANISTA EDEBIYATA MODERN”ê kiriye sê beş. Di beşa yekem a bi navê “TÊKILIYA MODERNÎTEYÊ Û EDEBIYATA MODERN”ê de jî mijarê li ser du ser navên wek I. WEXTÊ MODERNÎTEYÊ, II. EDEBIYATA MODERN Û MODERNÎZMê honaye. Di sernavê “Wextê Modernîteyê” de dema dor tê ser rewşa Kurdan nivîskar wiha dinivîse: “Di ser tecrûbeyên tirk, ereb, farisan re Kurdan modernîzasyon nas kiriye, bi qasî ku wan ji vê naskirinê re cih fireh an teng kirine nasîn pêk hatiye. Di dest de îmkanek tunebû ku ciwan û xwendekarên xwe yên jîr bişînin wan “welatên pêşketî” û ew jî ji wan deran “dest tije”, qet nebe bi ziman an amrazekî ecnebî, vegerin. Matbaaya ku bi vê têkiliyê hatiye dewleta osmanî û îrana qeçerî, encax di 1918an de bi destê hêzeke mandater hatiye beşeke Kurdistanê û xizmeta Kurdî kiriye.

Yeka din elîtîstbûna wê jî ji ber zerûretê ye. Em dizanin ku bikerê modernîteya Ewrûpî burjuwazî û çîna navîn e, bikerê modernazîsyonan jî rîcala burokratîk, yanê dewlet bixwe ye. Lê di tunebûna dewletê û çîneke burjuwa de ev bar maye ser milê çend kesên pêşeng. Ji ber van sebeban fail û bikerê modernîteya Kurdî “rewşenbîr” in. Û gelek ji wan rewşenbîran jî ji tebeqeyên arîstokrat tên ku li serê sedsala 20an di dibistanên leşkerî û teknîkî yên osmanî de perwerde bûne an li dor komele û saziyên Stenbola wê demê tesîr li hev kirine. Lewma bernameya wan a bo xelasî û şiyarkirina Kurdan ji yekparebûnê dûr e, pêlên medcezîra wê li gor enerjî û westabûna wan şiklek girtiye.”

Di vê jêgirtina dirêj de me dît ku nivîskar bi awayekî zelal rewşa modernîzasyona Kurdan a ne wek yên ewrûpî ne jî wek cîranên wan, datîne pêş çavên me.

Beşa duyem a bi navê “EDEBIYAT, METIN Û CURE”yê dîsa bi du sernavên “I. WEK MALBATÊ EDEBIYAT” û “II. HÊJ JÎ QÎMETEKE CUREYAN HEYE”yê hatiye pêşkêş kirin.

Beşa sêyem a pirtûkê bi navê “TEORÎ, TEORIYA EDEBIYATÊ Û EKOLÊN WÊ” ye. Ev beş jî wek beşên dî bi ser navên “I. MILKÊ TEORIYÊ” û “II. WARÊ TEORÎ Û REXNEYÊ” ne. Meriv dibêje qey nivîskarê me, her beşek wek du ser nav ji xwe re kiriye metodeke bikêrhatî.

Nivîskar, pirtûka xwe li cihê “Encam”a her kesê bi ser navê “ÇEND KELAM BO ENCAMÊ” bi dawî kiriye. Paragrafa ku sûdweriya pirtûkê tê de tê vegotin wiha ye: “Dîsa jî xêrek, na wile sê xêr, ji hînbûna wan heye: Yek, ew tiştê ku em jê re dibêjin “zanista edebiyata modern”, cureyekî tekamûla hizra însan e. Reqabet û vekêşana di navbera van teoriyan de pariyekî jî reqabet û vekêşana dîroka modern e. Dudu, herçend dil bike hebe jî, tu nîşanbarên gotara rexneyê nînin, li paş wê hewidanê, mirov rastî ezmûnên dîroka însan tê. Û sisê û belkî ya herî girîng, di van hemû ekol û teoriyan de muheqeq fikreke ku bi kêrî me bê heye û ev îhtîmal hêvî û quwetekî dide me ku em wan hîn bibin.”

HEFTENAMEYA BAS