Doza Kurd û HSD-YPG û PKK!

Carinan, gotina ku dawî bêt gotin ji sere tê gotin ku mesaj, kurt û rast bê ku bêt dirêjkirin rola xwe bilîze. Ev jî him di bingeha role hewlên mafparêziyê de û him jî di dema biryaran de bandora xwe dilîze.  Armanc ew e ku li ser role sereke ev helwest erênî an neyênî rolekî dilîze.

Em ê li ser van esasan li daxuyaniyên PYD/YPG û HSD binêrin ku çima mesaja ku dawî bêjin, di destpêkê de gotin?

Çi ferqa tevgera Kurd a Başûrê Kurdistan û Başûrê Rojavayê Kurdistan ji hev heye?

Ev ferq stratejîk e an na?

Tevger û helwesta Başûrê Kurdistan Kurd û Kurdistanî ye. Stratejiya siyaseta Başûrê Kurdistanê, li ser esasên bidestxistinên mafê netewa Kurd  û parastina van mafan ava bûye. Ji parastina herêmek otonom bigire heta dewletek federal û serbixwe; ev xwestin yek bi yek li ser hîmê Kurd û Kurdistan birêkûpêk bûne. Him di bidestxistina otonomiya 1975an û him di vê demê de; aliyekî şer zordar û dagirker, yê din jî parêzvaniya mafê netewa Kurd yên rewa cîh girtiye.

Lê li Başûrê rojavayê Kurdistanê stratejiya PKK hatiye birêkûpêk kirin: Li dijî ruhê netewî, esasên bidestxistinên netewî, li ser teoriya “gelan û biratiya gelan”(!) hatiye avakirin. Ruhê Kurd û Kurdistanî di vê teoriyê de mirî ye. Hertişt ne li gor xwestinên netewa Kurd û Kurdistanê, li gor xwestin û armancên stratejiyên rêxistinê ava bûne.

Ev jî;  “ji Kurdan re dewlet ne hewceye, devlet tiştekî xerabe, Kurd dewletê naxwazin, Kurd dixwazin bi birayên xwe tirk, ereb û faris re di sîstemek demokratîk de bijîn”(!)

Ferqa di navbera van herdû stratejiyan de di ware leşkerî de jî  derdikeve ber me. Heta niha him daxuyaniyên YPG û him jî yên HSD yek bi yek bûne eşkerekirina stratejî û daxwazên vê rêxistinê. Di vir de bi çend gotinên Hevserokê HSD Riyaz Dirar emê piçek zelaltir bikin:

"Eger çareseriyek li Sûriyê çê bibe HSD dê tevlî artêşa Sûriyê bibe."(!)

Di Rojhilata Naverast de garantiya bidestxistinên siyasî û parastina wan bi hêza leşkerî ve girêdayî ye. Eger di destê we de hêzeke çekdar ya mafparêz tinebe, ti qîmet û giraniya makezagonan, demokrasî, qanûn û yasayî tineye. Ji ber ku roja hêz an netewa bihêz ku hat ser hikûm, ew mekezagon, yasa, qanûn û demokrasî dikeve ber lingan û hertişt dikeve tehlûkê. Eger di wê demê de hêza we ya parêzerî çekdar tinebe, hun teslîm dibin. Ev eşkere ye ku ti armanceke YPG (ji ber ku YPG hêza sereke ye di nav rêvebirina HSD de ye) ji xeynî şerê wekaletê tineye ku, vê gotinê dibêje! Armanc li ser şerê wekaletê, ne li ser parastina mafê netewa Kurd û Kurdistan hatiye avakirin. Ji ber wê jî biqedandina şerê wekaletê yê nav Suriye re, rola wan jî bidawî dibe û çekên xwe teslîm dikin. Ji serî de ev qebûl kirine û stratejî ev e.

Di vir de pêvajoyeke Dewleta Îraq, rewşa Pêşmergan û mafê referandûm-serxwebûna netewa Kurd û Kurdistanê mînakek ku bi dehan caran em li ser hûr hûr bisekinin li ber me ye.

Eger hêzek çekdar a Kurdistanî tinebûya, ne li hember DAÎŞ û ne jî li hember Haşdî Şabî û Artêşa Îraq; mercên xweparêza Başûrê Kurdistan, hikumetê û mafên bidestxistî tine bû. Ji ber vê helwesta stratejîk jî çiqas ku ereban xwest “hêzên Pêşmergan bêt teslimkirin“, lê siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê ev daxwaza ereban red kir û her “xweseriya hêza Pêşmerge“! hat parastin.

Siyaseta PYD/YPG û rewşa HSD bi çi garantiyê van gotinan dibêje ku:

“Destûra Sûriyê ya pêşerojê, ya ku xizmeta tevahiya civaka Sûriyê bike û Sûryayeke federalî qebûl bike, ji bo me ti pirsgirêk nîn e hêza me ya leşkerî tevlî proseya niştimanî ya Sûriyê bibe. Herwiha sîwana ku destûr ji bo hêzên leşkerî qebûl bike, em ê jî wê qebûl bikin.”(!)

 Li Îraq Makezagonek hevpar û demokratîk bi çavdêriya Amerîka û hêzên cîhanî amade bû û di navbera Kurdan û hêzên İraqî de  hat pejirandin. Lê roja ku hêz ket destê Erebên şîe, mîna Erebên sune eynî metod bikar anîn. Berê xwe dan metodên zor û zilmê û yek biyek mafên makezagona Îraq a federal bipaşde girtin, binpê kirin û xwestin ku carek din Kurdistan dagir bikin!

Ev hewlên dewleta Îraqê; Bicîh neanîna referandûmê ji bona deverên biguftûgo,  qutkirina butçeya Kurdistan, mûçeyên Pêşmerge û karmendên federasyona Kurdistan; bi êrîşên DAIŞ re bê ku şer bike bipaşde kişandina artêşa İraq û neparastina herêmê, mînakên girîngin li ber me ku, li Rojhilata Naverast, li ser axa Kurdistan bê hêzek çekdar û xort garantî ya bidestkevtinan tineye.

Bêhêvîtiya Hêzên  ku wekaleta şer dabin ser xwe, bi qedandina şer re ne stratejî û ne jî armanc namîne. Ev di van gotinên Hevserokê HSD Riyaz Dirar de eşkere ne. Riyaz Dirar dibêje:

 “HSD yek ji wan hêzên ku di hundirê Sûriyê de şer dike ye. Çareseriya wan dê, yan çekên xwe danin û radestî dewletê bikin, yan jî dê tevlî artêşa dewleta ya ku ji nû ve bê avakirin bibin, zêdetirî van her du bijardeyan li pêş hêzên leşkerî tune ye, ji ber ew berê xwe didin ku tevlî Artêşa dewletê ya nû bibin.”

 Ev helwest ji serî de ji aliyê HSD û YPG/PYD de têt pejirandin ku ew ne hêzên xwedî stratejiyek Kurd û Kurdistanî ne. Ew hêzên wekaletê ne û li gor stratejiya parastina yekitiya dewleta Sûriye şer dikin.(!)

Pêşîlêgirtina yekitiya hêzên Kurd  û Kurdistanî û him jî dijraberiya bidesxistinên netewî yên Kurdan li Başûrê Rojavayê Kurdistan bi vê helwestê eşkere ye û di bin tehlûkê de ye. Ji ber wê jî wekaleta van hêzan di destê qedera Esad û hêzên piştgirê HSD ve girêdayî ye. Ti armancek PYD/YPG ji bona mafê Kurdan yên rewa li vî beşê Kurdistan tine ye.