Li ser Kerkûkê gotina dawî nehatiye gotin!

Îraq, di navbera pir hêz û aliyan de hatiye parvekirin. Nerazîbûna Erebên sûnne,  dibe sebeb ku carek din bingeh ji DAÎŞ re çêdibe ku têkeve pêvajoyekê. Di nav Şieyan de şerê îktîdarê di rê de ye. Îran her ku diçe li ser Îraqê bandora xwe xurt dike. Di dagirkirina Herêmên wek Kerkûk-Xurmatu û deverên din yên xaka Kurdistanê de,  beşdarbûna hêzên Haşdî Şabî; bêbaweriya bi hêzên artêş û polîsên Îraqê derdixîne ber me. Ev jî wê di demek kurt de serêşandinên gewre ji Haydar Abadî û îktîdara wî re derxe holê. Ji niha de ev îşaret xuya dikin.

Di vê rewşê de serkevtinên Kerkûk-Xurmatu, wê bibin sebebê windakirina Heydar Abadî û îktîdara wî. Ji niha de Muqteda Sedir nerazîbûna xwe a di derheqê hêzên Haşdî Şabî de eşkere dike. Daxwaza “ji Kerkûkê derxistina hêzên Haşdî Şabî“ yek ji van nerazîbûna ne!

Bi raya min pirsgirêkên herî mezin li pêşiya Îraqê ne û Îraq zû bi zû nikare ji bin vê bandorê derkeve. Bi gava dagirkirina xaka Kurdistanê bi destê hêzên Haşdî Şabî,  wê serêşanên mezin ji Îraq û İktîdara Haydar Abadî re derxe ber me. Ev serêşandin; hin di qada navnetewî de û hin di têkiliyên herêmî de şertên avakirina İktîdarek xurt ji Îraqê re nahêle û wê bibe sebeba şerê Şîe-Şîe(!). Di vî warî de destkeftên Kurdan derdikevin pêş.

Ez dikarim bêjim ya ku di nav pirsgirêkan de fetisiye ne Kurdistan e, Îraq bi xwe ye. Sebeba dagirkirina deverên Kurdistanê jî yek ji van pirsan e.

 Wezîrê Berevanî yê Îranê Emîd Hisên Dehqan eşkere dibêje; êdî Iraq welateke ji imparatoriya Pers/Faris ye û dê ti carî nebe weletekî Ereban.“ Îlankirina dagirkirina Îraq bi xwe ye. Emîn Hisên Dehqan, armanca Îran a rojhilata naverast jî bi van gotinan eşkere dike:

 ”Ew ê wek berê bibin hêzêka xurt û di demekê nêz de Îraq,  Afganîstan,  Bahreyn,  Sûriye û Yemen vegerin himbêza wan.”,  yanî hinbêza İmparatoriya İran(!)

Îran di pêşniyara dorpêça Kurdistanê de daxwaz ji Tirkiye kir ku “ji wan nefta Kurdistanê bigire”(!),  lê Tirkiye nêzî vê pêşniyarê nebû. Ev jî dide xuyakirin ku Tirkiye li henber armancên Îran yên di herêmê de bimasefe ye û ditirse.

Di Rojhilata Naverast de ev hewlên Îranê; ne hewlên ku bên pejirandin in. Him Sunneyên Îraq,  Erebên Şîe,  DYA,  piraniyên dewletên Ereban û hiM jî ÎsraÎl û Tirkiye wê di pêşîlêgirtina İran de xwedî helwest bin.

Di van rojan de li ser rewşa Îranê di rojhilata Naverast de,  berdevkê Pentagon bi van gotinên xwe amadekariya helwestek tund li hember Îran piştrast dike. Dibêje; “divê em serweriya Îran a li ser Rojhilata Naverast bidawî bînin“ û didomîne:

“Îran piştgirê bûyerên Yemen yên hêza Hûsiyan e. Li pişt bûyeran Îran heye û em piştgiriya çalakiyên Riyad yên li Yemenê dikin.DYA û Arabîstana Siûdî li hember terorê hevkarin û ji bona bidawêanîna serweriya Îran li rojhilata Naverast bihevre dixebitin!“

Li ser vê babetê Serokwezîrê Îsraîl Binyamin Netanyahu tiliya xwe datîne ser Peymana SykesPicot û dibêje; Divê sînorên Rojhilata Naverast ji nû ve bên xetkirin”. Gotina xwe vedike û Îran îşaret dike Ku:

Îran ya Dîrekt mudahale dike an jî bi riya milîsên xwe dewletên cîran dagir dike. Yemen û Libnan bi carekê de xistiye bin destê xwe û dixwaze ku Îraq û Sûriye jî kontrol bike”(!)

Di dawiya axivtina xwe de jî Serokwezîrê İsraîl Binyamin Netanyahu hevkarên xwe eşkere dike û dibêje;

 “Îsrail wê bi Erebên Sunne re têkeve îtîfaqekê û ew sînorên ku bi peymana Sykes–Picot hatine damezirandin îşaret dike û dibêje; “Divê sînorên Rojhilata Naverast ji nû ve bên xetkirin”

Pirsgirêkên di navbera Yemen û Siûdî de, Rewşa Yemenê, pirsgirêkên Îktîdarê yên Libnan, rewşa Sûriye û hebûna Artêşa Kudsê, dorpêça Îranê yali ser Kurdistanê û dagirkirina axa Îraqê; yek bi yek armancên Îran û hewla wê a “ imparatoriya Persan/Farisan“ bi xwe ye.

Di van rojên pêş me de,  di vî warî de wê helwesta Îsraîl,  Arabîstana Siûdî û DYA hîn baştir zelal bibin.

Divê em jibîr nekin,  ji bona pêşîlêgirtina Îranê,  Kurdistan xwedî rolek mezin û qozekî sereke ye. Vê jî,  berjewendiyên pir hêzên netewî û Kurdan aniye cem hev. Ev hêzên dijraberî pîlanên Îran mecbûrin bi Kurdan re lihev bikin. Bê riza Kurdan ev pîlana pêşîlêgirtina hewlên Îranê naçe serî.

Di vî warî de Kurd û Kurdistan; divê ji hewla serxwebûnê bipaşde gave navêjin û xwedî li îradeya 25.10.2017 a Kurdistanê derkevin. Ji avakirina dewletek serbixwe a Kurdistan pê ve, ti şensê Kurdan ku di herêmê de, di nav çar dijminên nijadperest û jenosîdkar de bijîn tune ye.