Kerkûk; warê bav û kalan

Kerkûk, xwediyê ezmanekî wekî behrê şîn û xwediyê taveke wekî simbilê genim, wekî porê Bozo zer. Mijara me xwezî bedewiya Bozo ba lê belê mesela me Kerkûk e, Kerkûk evîneke ji evîna Bozo muhîmtir.

Kerkûk wexta Gulîstan û Bozo li ezmanê te dinêrîn wêneyê Mela Mistefa Barzanî di ezmanê te de veşartî welat. Kerkûk qîrîna dayikên şêran...

Li ezman wêneyê Mela Mistefa Barzanî, bavê egîd û dîsa wekî şêrekî bi nêrîneke kûr û xemgîn li bajarê Kerkûkê dinêre. Tiliya xwe rakiribû, wekî bixwaze ji Bozo û Gulistanê re tiştekî bibêje. Bi dengekî xurt û wekî dengê layê xwe wexta ku heqê serokbûna xwe axivî wisa xemgîn wisa xeyidandî. Got:

-Keça min û layê min ên ku îxaneta li we û li welatê we kirin jibîr nekin. Ji Gulîstanê re got berxika min ên ku tişta zû jibîr dikin nagihîjin tu cihî. Ger hûn dixwazin bibin tiştek van rojên muhîm bila çavê we egîdan jî bibîninyên xayînan jî. Ez û malbata min heta aniha me bi tenê bo milet û axa xwe xizmet kir, me xwe bo Kurdistanê feda kir. Emê heta hetayê jî wisa berdewam bikin. Em torinê Selaheddînê Kurdî ne, em heta bimirin jî emê li ber xwe bidin û tenê li ber Xwedê xwe sitûxwar bikin.

Bozo wekî ku tiştê Mela Mistefa dixwest bibêje fehm dikir. Nikaribû bi hêsrên xwe. Got:

Eyy bavê me kurdan ey rêhevalê Qazî Mihemmed ê ezîz wekî navê xwe ji me, ji ciwanên kurd bawer be em ne van rojan, ne îxanetê ne jî xayînan jibîr dikin.

Me bi van herdu çavan dît Mesûd Barzanî çawa serî rakir li cîhanê bo gelê xwe. Bo referandûmê guh neda kesî, tenê guh da miletê xwe. Me dît gav bû pêşmerge, gav bû serok, gav bû bav û kal.

Yên ku namûs û heysiyeta xwe avêtin çopê di hembêza dagirkeran de rûniştin gelê te dît, heta dawiyê emê jibîr nekin.

Gulîstanê xwe dirêj kir destê pêşmergê hêja, destê Mela Mistefa maçî ke û got:

-Fikra Kurdistanê dewlet û miletê cîhanê ditirsîne. Wexta Mesûd Barzanî got emê referandûmê bikin hemû cîhan li hev hatin bûn dijmin qebûl nekirin lê belê serokê birûmet qet gava xwe paş de neavêt. Wê çaxê me dîsa dît ku ew şêrekî mezin e. Wî agirê dilê kurdan geş kir dîsa bo serxwebûnê. Ger her çar parçe bibe yek ew ê bi destê serokê me be em pê bawer in.

Wexta li Mehabadê dijmin zilm li me kir Qazî Mihemmed şehîd kirin te pes nekir li ber xwe da bi hevalê xwe re. We bi nenûka bi kedê welat ava kir, bavê ezîz. Xwedayê ku ji wan rojan em anîn van rojan helbet wê me bigihîjîne rojên xweş, dilê me wê bike geş.

Ew ê ku nehişt Kobanê bikeve, destana egîda bi cîhanê da nas kirin tu car nahêle ev milet paş ve here. Di dîroka me de hebkî Qazî Mihemmed heye, bi destê dijmin ji jiyana xwe bû em nahêlin bibe dido...

Mela Mistefa hinekî kenî û serê Gulîstanê, çavê Bozo maçî kir. Got:

-Oxir be, Xwedê wekî we hejmara wan zêde bike.

Her du heval li kolanê bêhna azadiyê, li kolanê gul û kulîlkan meşa xwe dewam kirin.

Gulistanê digot bila li fonê strana tu pêşmerge yî, tu serokî lê xe Bozo jî digot bila tiştekî din lêxe. Helbet gotina Gulistanê bû çimkî kes nikare bi jinekê, jin karin tiştê ku dixwazin hertim li ser mêran xin.

Wexta Bozo digot "Kerkûk ey welatê bav û kalan, ey welatê şêran, welatê xewn û xeyalan ku tu dan destê neyaran, me dît hemû dîrokê dît, me nivîsand, em jibîr nakin" tavê êdî mala xwe bar kiribû, tarî li kolananbela dibû wekî stranên Şakiro mirov dibir cihê hizûr û xweşiyê, dişibiya cineta cîhana din...

Êdî tenê dengê pelên daran, bayê Kerkûk, Ala rengîn û rihê Mela Mistefa yê ku Kerkûk diparast hebû..