Kurdistan di din dorpêçeke herêmî û navdewletî de ye!

Helwesta DYA li hember serxwebûna Kurdistanê di asteke xerab de ye. Ev helwesta DYA bi nameya Rex Tillerson ku bi navê DYA (lê bi şîweyek ne fermî) berî referandûmê bi du rojan gihîşt destê Serokê Kurdistan, birêz serok Barzanî, xwedî naverokeke pîlan û armancên DYA ye.

DYA dixwaze bi cîhneanîna xwestinên naveroka vê nameyê, hêza netewî û Kurdistanî ceza bike. DYA vê dorpêçkirina tevgera netewî bi karesatên xerab jî bi destê Ebadî û hêzên Haşdî Şabî ku bi Îranê ve girêdayî ne; xistiye bin têkçûn û dorpêçê. Di nav vê hewlê de hinek kadro û berpirsiyarên YNK jî cîh girtine. Ev pîlan, pîlanekî navdewletî û herêmî ye. Helbet lingê wê yê Kurdistanê jî heye û ev lingê Kurdistanê jî bi siyaseta Îranê ve girêdayî ye.

Ev gava ku hat avêtin; tevgera Kurdistanî, hêzên Kurdistanî xistiye bin bandoreke neyînî. Neçarî bêdengî û bipaş de gavavêtinê kiriye.

Divê tevgera netewî a Kurd û Kurdistan, roj berî rojê ji bin vê bandora xerab xwe derxîne û wê hêviya berî referandûmê carek din derxîne kolanan.

Yek bi yek kadroyên serbazên  siyaseta Kurdistan a netewî tasfiye dibin û dorpêç her ku diçe tên û bibandora xwe pirtir dike.

“Serokkomarê Iraqê Fuad Mehsûm biryara ji kar dûrxistina parêzgerê Kerkûkê Necmedîn Kerîm îmza kir û li dewsa Necmetîn Kerîm, cîgirê wî yê Ereb hat erkdarkirin“(1)

Di şeva 16.10.2017 Kerkuk, bi pîlan û hevkariya piştgiriya DYA, bi alîkariya malbata Celal Talabanî ku bi ser Îranê ve ye; Kerkuk, Dakuk, Duzxurmato ya ku bi Selahadînê ve girêdayî teslîmî dijminên Kurd û Kurdistan bû. Di eynî şevê de qesta kuştina Parêzgarê Kerkûkê Necmedin Kerîm kirin.

Hêzên Kurdistanî di pêngava teslîmgirtinê de hatin dorpêçkirin û ketin rewşeke neçar. Cîgirê Serokatiya Kurdistan û  Cîgirê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Kosret Resul hat tasfiyekirin. Vê rewşê Kosret Resûl bi van rêzan tîne ziman:

“Li hember vê yekê gelê Kurdistanê li hêviyê bû, ku civaka navdewletî, dost û hevpeymanên me yên li cîhanê û herêmê ji bo avakirina paşerojeke geştir bo nifşên me, guh bidin me û rêzê li îradeya gelê Kurd bigirin, lê mixabin em rûbirûyê lîstokeke piralî kirin. Carekê din rastiyan selmand ku ji bilî çiyayan ti dostên Kurdan nîn e.“(2)

Kosret resûl, şeva teslîmkirina Kerkûkê, bi 5 hezar pêşmerge ji aliyê beşek ji YNK û hêzên Haşdî Şabî ve hat dorpêçkirin. Bi zayiyateke serbazên xwe neçar ma ku bipaş de vekişe û rê neda şerekî navxweyî ku jê re ne amade bûn. Kosret Resul rewşa wê şevê bi dilşikestinek mezin wilo tîne ziman:

“Lê ya birîna me xedar dike, ew e ku çend kesekê ji derveyî rêbaza YNKê bêyî ji serkirdetiya partiya xwe bipirsin, ji bo hinek destkeftiyên xwe yên demkî û şexsî bûne hevkar û desteberê dagirkeran. Wan bi vê karê xwe yê rûreşî, bi sernizmî xwe xistine nava rûpelên reş ên dîroka gelê me.”

Kosret Resul bi van xetan jî kûrbûna birînê têne ziman:

“Şikest mezin e û berpirsiyariya wê dikeve ser milê hin korfêmên nav YNKê lê ev yek ne dawiya rê ye û hemû tişt bidawî nebûye.“

Îro Kerkuk û derdorên ku teslîmî hêzên Îraqî bûne, di bin metirsiyeke mezin de ne: Komkujiya li hember hemwelatiyên Kurd li navçeya Duzxurmato û cihên din, şewitandina malên wan, talankirina serwetên û samanên wan, wek destpêkirina enfaleke nû derdikeve ber me.

DYA çima Tevgera Kurd a netewî xist bin vê bandorê û kire qurban ji siyaseta Şîîst re li herêmê?

Çima rê da ku destê Îran li herêmê xurt bibe û bike ku tevgera Kurd û Kurdistanî bipaş de gavê bavêje?

Gelo haya tevgera Kurd ji vê lîstikê tune bû?

Bi raya min girêka van pirsan yek biyek di helwesta DYA de ye. DYA, rê neda ku stêrka Kurdistan a dewletxwaz li herêmê geş bibe. DYA di navbera îktîdara Şîîst a Ebadî û Kurdan de tercîhek kir. Ev tercîh di nameya ku min li jor behsa wê kiriye de eşkere ye. DYA di vê nameyê de, wek çar xalan pêşniyarên xwe ji Serokatiya Kurdistanê re eşkere kiribûn.

Di vir de qesda min Xala çaran e. Pêşniyar dike ku:

 “Bi cîhgirtina hilbijartinên Îraqê yên 2018an re pişgiriya xwe ji îktîdara Ebadî re bidomînin. Ji bona avakirina hikumetê jî hêza xwe bikar bînin. Hebûna we û şexsiyeta we(qesda serokê Kurdistan Mesût Barzanî dike) ya dolivgeriyê di vê demê de bi giştî ji bona herêmê pir girîng e”(3)

Serokatiya Kurdistan, li ser vê nameyê bi komisyona referandûma Kurdistan re civîn lidar xist û ev çar xalên daxwaza DYA şîrovekirin: Biryar da ku;

“ji bona çareserkirina guftûgo û çareserkirina van pirsgirêkan, hewce nake ku em referandûma serxwebûna Kurdistanê bipaşde bixin. Em dikarin piştî referandûmê jî vê pêvajoyê bişopînin. Em nikarin berjewendiyên Kurdistan ji siyaseta navxwe ya Îraqê re bikin qurbanî”(!)

Ev biryarên serokatiya Kurdistan û Komisyona Referandûma Kurdistanê rast bûn û ruhê parastina berjewendiyên Kurd û Kurdistan digirt nav biryarê.

DYA carek din tekez kur ku; bi siyaseta xwe pragmatîst e û di asta parastina statukoya ser Kurdistanê de xwedî siyaseteke herêmî ye. Ev hîn nehatiye guhertin.

Li hember vê dive Kurd têkiliyên siyaseta nav mala Kurd yên siyasî di ber çavan re derbas bikin. Stratejiyeke nû û piştrast ava bikin. Divê baş bizanibin ku di ware siyaseteke netewî de eger di nav xwe de ne piştras bin, nikarin di nav van gur, wawîk, keftar û devbixwînan de siyaseteke xurt, netewî ava bikin. Her wê ev kadroyên hêja raserî îxanetan bibin û dest û lingên wan bên girêdan.